Fîlozofê fars From Wikipedia, the free encyclopedia
Xezalî an jî Ebû Hamid Mihemed ibn Mihemed el-Xezalî (bi farisî: ابو حامد محمد ابن محمد الغزالی Abū Ḥāmid Muḥammad ibn Muḥammad al-Ghazālī; jdb. 1058 li Tûs, Îrana selcûqî - m. 1111 eynî şûnwar), bi kurtasî di nav civaka kurdan wekî Elxezalî an Îmamê Xezal dihat naskirin, e û yek ji fîlozof û teologekî herî bi nav û deng yên cihana Misilmana ye.[1]
Xezalî | |
---|---|
Navê rastî | ابو حامد محمد ابن محمد الغزالی Ebû Hamid Mihemed ibn Mihemed el-Xezalî |
Jidayikbûn | 1058 |
Mirin | 1111 Tûs - Îran |
Cihê goristanê | Meşhed |
Esil | Faris |
Hevwelatî | Împeratoriya Selcûqiyan |
Pîşe | Fîlozof, alim |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Xebat |
|
Bandorbar | Îmam Şafiî, Ebû Hasan Eş'arî, El Cûweynî, Ebû Elî Farmedî |
Bandorker | Ehmed Şerefedîn |
Dîn | Îslam |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xezalî xwe di felsefê de gelekî bi pêş ve biriye û bi giranî li ser mijara tassawûfê sekinye. Ew di ceribandineke xwe de ku bi kinasî bahsa felsefeya, fîlozofên Misilman (Kindî, Razî, Farabî, Îbn Sîna...) dike de, di dawiya xwebata xwe de, ji ramanên van fîlozofon pir mat (şaş) maye. Ji vê yekê wî fîlozof bi xayintiyê tawambar kirine, ne xwestiye tu tiştî li ser rastiya fîlozofan bi bihîze û berê xwe daye tesewûfê (ramanên olî). Di pirtuka xwe ya bi navê "Tehawid el Felesîfe "(bêhawayiya fîlozofan) de, ew bi awayekî fîlozofîk fîlozofên Arîstotelesiyen rexne dike bi teybetî jî Îbn Sîna. Li gor wî fîlosof hertim digihine encamên çewtiyên mezin ku gerek bi awayek giranbiha bên sezakirin (ceza kirin), ji ber ku ew li tersê şoreşa xwizayî diçin. Xezalî çend sal bi şûnde ji aliyê Îbnî Ruşd ve hatiye rexnekirin.
Tê texmîn kirin kû pirtûkên Xezalî nêzikî 500 hev in, Lê mixabin îro pirtûkê wî 75 hev tenê heta roja me hatine. Ji wan çen pirtûk ev in.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.