(Eşîr) From Wikipedia, the free encyclopedia
Reşwan, Reşî, Reşwend, Rişvan an Reşan, êleke kurdan e. Êla Reşwan bi zedêyî li Meledî, Semsûr, bakurê Iranê, Xorasan û Anatoliya Navîn dimîne.
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. |
Êla Reşî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Xelîkan Sefkan Çelikan Çeqelan Oxcîyan Omeran Bilikan Delikan Molikan Kelan Xisor Mendolan Zerikan Rumiyan Hecîleran Bereketan Cudikan Mehinan Hecîban Xidiran Qereçor Terziyan Nasiran Mifikan |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî
Reşoyî |
Belavbûn | Gurgum Semsûr Meletî Entab Anatoliya Navîn Bakurê Iranê Xorasan Heleb Efrîn |
Demografî | |
Gelhe | 350.000 |
Bawerî | |
Dîn | Elewîtî, sunîtî (henêfî), şiîtî Ezîdîtî |
biguhêre |
Di dema osmaniyan de kesên vê êla kurdan wek gelekî serbixwe dihatin dabilandin: di gelek salname û pirtûkên osmaniyan de ji reşwaniyan wek Kara Ulus, bi wateya "Neteweyê Reş", tê behskirin. Hemû parêzgarên parezgeha Edene heta sedsala 19an ji vê êla kurdan bûn. Di sedsala 18an de osmaniyan bi zordarî vê êlê ji hev parve dikin: hin tîrên (qebîle) reşwanan li Reqqa, hin li Anatoliya Navîn û bakur, hin jî li rojavayê Sûriyê tên bicîkirin. Kesên reşwan li Anatoliyê (Qonye, Çorûm, Yozqad, Amasya, Enqere û Qirşehrê) belav bin jî, ziman û çanda xwe heta îroj parastine, bi taybetî ên li rojavayê Sûriyê hatin pişaftin û dest ji kurdî û çanda kalê xwe berdan e.
Di lîsteyên pirtûka Mehrdad Izady ya êl û eşîrên kurdan de çend eşîrê bi navê Reşwend tên ditin. Li Qesra Şirîn û Lekistanê êşîreke bi navê Reşwend dijî. Eşîr bi eslê xwe elewî ye.
Li Semsurê, bi taybetî jî li Kolikê êla herî mezin reşiyan e. Reşiyê, li herêmên Kolikên çiyayî bi temamî, li deştê jî 1/4an belav bûnê. Sinorên xwe ji gundê Narinceyê yî giredayî Kolikê dest pê dikê heta bakurê çemê Kolikê û navçeya Sincik bi temamî dike nava xwe û heta navçeya Tutê dirêj dibe. Bê guman, êlên mîna canbegî (îkîzce, adali, ekîncî, eceler, bostanli û hwd), mirdêsî (Narince), şadî, cêlikî û yen din jê hene ku parçêyek ji wanî li Anatoliya Navîn dijî.
Serjimara reşiyan nêzikî 250 hezar e[çavkanî hewce ye]. Kolikê serjimara xwe 100 hezare û ji % 80'ê xwe; Sincik 10 hezar in û gîştik, Çelîkhan 25 hezar e û ji % 60'î xwe; Pinarbaşi û Kûrû Dere jî 20 hezar in û tevahî Reşî ne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.