Remove ads
bajarekî Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Semsûr (bi tirkî: Adıyaman) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda rêveberiya parêzgeha Adiyemanê ye. Li gorî daneyên sala 2021ê nifûsa bajêr 267.131 e.
Semsûrê | |
---|---|
Bajar | |
Adıyaman | |
Koordînat: 37°45′49″Bk 38°16′32″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Adiyeman |
Serbajar | Semsûr |
Hejmara nahiyeyan | 5 nahiye |
Hejmara bajarokan | 5 bajarok |
Hejmara gundan | 124 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.679 km2 (648 sq mi) |
Bilindahî | 680 m (2230 ft) |
Nifûs (2009) | 259.497[1] |
• Berbelavî | 154,55/km2 (400,3/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 198.433 |
Koda postayê | 02 xxx |
Koda telefonê | (+90) 416 |
biguhêre |
Hisn Mensûr (Kela Mensûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Komara Tirk navê bajar wekî Adiyaman hatiye guhertin. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr. Wekî din çend navê wê yên ku pir nayên zanîn hene weke: Kor Semsûr, Wadî leman, Yadîyeman. Ji gor balekê jî di mehna welatê dayîkê de tê gotin ku "Ya-dê-ya-min".
Dîroka Semsûrê li gorî lêkolînên ku li Şikefta Palaniyê hatine kirin heya berî zayînê(BZ) 40.000’an dihere. Li gorî dîroka nivîskî, tê diyarkirin ku gelê yekemîn ku li derdora Semsûrê cîwar bûye, yek ji gelên qewmên Hînd û Ewropî gelê Hîtîtî ye. Piştî Hîtîtiyan jî li herêma Semsûrê gelek şaristanî bûne desthilatdar û bajar di tesîra van şaristaniyên hatî û çûyî de maye.
Dema Hîtîtiyan (BZ 1650-1340):
Di dema Qiral Telepinusê yekem de Şaristaniya Hîtîtî desthilatdariya xwe li Anatoliyê bi hêz kiribû. Li gorî nivîskên Bogazkoyê, Semsûr jî di vê demê de diket nava sînorên Şaristaniya Hîtîtiyan. Piştî Telepinus serweriya Hîtîtîyan li herêmê qels bû.
Dema Hûrrî û Mîtanniyan: (BZ 1340-1000) Hûrriyan BZ sedsala XIV’an de Hûrriyan desthilatdariya herêma Semsûrê bi dest xistin. Tê îdîakirin ku şikeftên li Çiyayê Nemrûd bermayiyên Hûrriyan in. Mîttaniyan desthilatiya Hûrriyan têk bir û serweriya herêmê bi dest xist. Tê zanîn ku BZ di navîna sedsala 15’emîn de, Mîttanî li herêma Meletiyê desthilatdar bûn.
Qiraltiya Kummuh: (BZ 1000-708)
Piştî hilweşîna Hîtîtiyan, li Mezopotamyaya Jorîn ji aliyê sîyasî ve gelek guherîn pêk hatin. Li cihên di bin desthilatdariya Mîtanniyan de dewletên nû derketin holê. Di BZ 1000’an de li herêma Semsûrê Qiraltiya Kummuh hate damezrandin.
Qiraltiya Asûran: (BZ 708-605)
Di BZ 708’an de di navbera Qiraltiya Kummuh û Asûriyan de şerê rû da û Qiraltiya Kummuh têk çû. Qiralê Asûran Sargonê II. herêm bi dest xist û piraniya niştecihan sirgûnî Mezopotamya Başûr kir.
Dema Persan: (BZ 553-333)
BZ 553’an de hikûmdarê Îranê Keyxusrew sînorên Anatolyayê yên heya Qizilirmakê bi dest xistin.
Bi vê yekê re Semsûr jî tevî sînorên Persan bû.
Dema Helenîstîk: (BZ 333-323)
BZ 333’yan de Îskenderê Mezin hikûmdarê Persan Dariusê III. têk bir û axa Persan a li Anatolyayê tevî ya Împeratoriya Îskender bû.
Qiraltiya Selokîd: (BZ 305- BZ 69)
Piştî mirina Îskenderê Mezin, di navbera kurên wî de pevçûna desthilatdariyê derket. Ji kurên wî Selevkosê I. BZ 305’an de bi tevahî bû desthiladarê dewletê û li herêma ku Semsûr jî tê de Qiraltiya Selokîd damezrand.
Qiraltiya Komagênê: (BZ 69-PZ 72)
Dîroka Komagênê bi serhildanekê dest pê dike. Piştî ku serhildan hate serkutkirin jî Komagênê ji bo serfiraziya xwe ketin nava hewldanan. Mîtradates I Kallinikos bi keça qiralê Împeratoriya Seleukî, Laodikê re zewîcî û kurê Mithradates Antîoxos I Theos BZ 69’an de derket ser text û ew dem weke dîroka damezrandina Qiraltiya Komagênê hate qebûlkirin. Lê di dema Antîoxos IV Epîfanês. de navbera Împeratoriya Romê û Qiraltiya Komagênê xera bû û Roma, Antiochosê IV. ji desthilatdariyê xist û di PZ 72’an de Komagênê weke parêzgehekê bi Sûriyê ve girêda.
Dema Împeratoriya Romayiyan: (72- 395)
Piştî ku desthilatdariya Komagênê qediya, Împeratoriya Romê li Semsûrê li hemberî Persan gelek lejyon ( yekîneyên leşkerî) bi cih kirin. Di vê demê de Samsat jî kirin baregeheke leşkerî.
Dema Bîzansiyan: (395-636)
Di 395’an de Împeratoriya Romê weke Romaya Rojhilat û Romaya Rojava bû du perçeyan. Romaya Rojhilat navê Bîzans wergirt û bû desthilatdarê herêmê.
Dema Emewiyan: (670-758)
Artêşa Emewiyan di sala 670’an de kete herêma ku Semsûr jî tê de ye û cihên sereke yên weke Semsûr û Samsatê hatin bidestxistin. Piştî ku Emewiyan Semsûr bi dest xistin îcar bêgav man ku bi Abbasiyan re mijûl bibin.
Dema Abbasiyan: (758-958)
Piştî ku Abbasiyan Emewî têk birin, Semsûr kete bin desthilatiya Abbasiyan. Lê di sedsala X. de desthilatdariya Abbasiyan hilweşiya û bandora Selçûkiyan dest pê kir.
Dema Selçûkiyan:
Di 1066 de serfermandarê Selçûkiyan Derdora Semsûrê bi dest xist lê ji ber geremolên derketî neçar ma ku bi şûnde vegere. Piştî Şerê Milazgirê Selçûqî bi hêztir bûn û di 1082’an de Semsûr bi dest xistin. Di 1239’an de Baba Îshak li hemberî Selçûkiyan li Semsatê serhildanek li dar xist û Selçûkiyan serhildan bi zorê serkut kirin.
Dema Memlûk û Dulqediriyan:
Di 1243’yan de Selçûkî li hember artêşa Mongolan têk çûn û bi vê yekê re Mongolan gelek der bi dest xistin. Di 1250’an de herêma Semsûrê kete bin desthilatdariya Mongolan. Memlûkan piştre bi alikariyê, herêma Semsurê dîsa bi dest xistin. Dulqediriyan di bin desthilatiya Memlûkan de serweriya xwe li derdora Semsûrê îlan kir.
Dema Împeratoriya Osmaniyan:
Têkiliya Semsurê bi Împeratoriya Osmaniyan re yekem car di 1398’an de bi êrîşa Beyazidê I. dest pê kir û di 1516’an de dema Yavuz Selîm Amed zeft kir Semsûr bi tevahî ket bin destê Împeratoriya Osmaniyan. Di bin desthilatdariya Împeratoriya Osmaniyan de Semsûr piştî 1516’an weke sencaxekê bi parêzgeha Mereşê ve hate girêdan. Di 1531’an de weke qezayekê bi sencaxa Elbîstanê ve hate girêdan û piştre jî di 1563’an de dîsa bi Mereşê ve hate girêdan. Piştî Tenzîmatê di 1849’an de weke sencaxekê bi vîlayeta Amedê ve hate girêdan. Di 1859’an de bi sencaxa Meletiyê û di 1883’an de bi vîlayeta Elezîzê ve hate girêdan.
Dema Komara Tirkiye: Semsûr di 1’ê Berfanbarê 1954’an de ligel navçeyên Besnî, Gerger û Kolikê ji bajarê Meletiyê veqetî û bû bajar.
9 şaredê/navçe, 19 şaredarî û 427 gund heye.
Berî Îsa(zayîn)
Piştî Îsa (zayîn)
Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakur û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Melediyê, li rojava bi Meraşê, li başûr bi Ruhayê, li rojhilat bi Amedê u rojavayê başûr ji Eyntawê ra tê girêdan.
Pîvana erda bajêr 7.614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye: deşt ji % 10,7, zozan ji % 3, plato ji % 34,1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê behîv, genim, fistiqên şamî, tirî û titûn herî pirtir tên çandin.
Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.
Çiyayê Bezar (1.050 m) Çiyayê Reş (1.115 m), Çiyayê Boz (1.200 m), Çiyayê Borik (2.110 m), Çiyayê Nemrûd (2.150 m), Gordik (2.206 m), Dîbek (2.549 m), Çiyayê Spî (2.551 m)
Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.
Firat, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de masî jî tên girtin. Sergol (5 km²), Azaplî (4 km²), Îneklî (3 km²), Abdulherap (2,5 km²).
Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.
Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin. Dewlemendiyên Binerdê:
Devera Semsûrê ji aliyê madenan dewlemend e. Di serî de neft, sifir hesin,manganez,fosfat,gil,rêjî tê derxistin.Ji van ê herî pir tê hilberandin neft e. Li gelek herêmên bajêr bîrên neftê hene. Hêştiran,rojavayê Firatê,Akpinar,Kifrî,Tûreşk,,Karakuş, Lîlan bîrên sereke yên neftê ne.Di salên dawîn de hilberîna neftê her çiqas kêm bûye jî disa rêjeya hilberînê girîngiya xwe diparêze. Ji bilî neftê li
Ji alî tarîxê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in. Wekî din; Girê Qereqûş, kelha Kolikê, Arsemiya, Perre (bajarekî antîk ku di demê Komeganyan de mayî ye, 5 km dûrî bajêr li aliyê bakûr ve), Dêrik (kelheyek li Gergerê) Şikefta Palaniyê, Goristana Turişê (di demê Roma yê de maye, goristan hemû li berên qewirî pêkhatine.) Kelha Hisni mansûr ê, Pira Cender ê, Kaniya zerban ê, ava sipî û hwd.
Piraniya nifûsê misilman e , pir kêm xiristiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.
Bi taybetî gelê Semsûr ê nûfûsa wê sedî re 25 Elewî ne, siniyên wan jî henefî ne.
Kutilkên dagirtî, Çîgê goşt(çiğ köfte), nahna kifte, danreş, bilxurê sîrê, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê.
Parsûyên dagirtî, parsûyên vale, Şorbe meyr, dew li ser, tevlihev,hewrişk,şilikî, hesîde, Cemêlî, ardemot, kuncemot, tophelwa,mencik, bostanî,Cacixa pirparê(Ew gelek meşûre û teybetî Semsûrê ye, dançîgî nîskan, gêrmiya mirîkê, tirşikê balcana,Qulotik,pehnkî,tirşikê kulindira, cacixê qişikan, qatmê siwaran, qatmê sîrîm, qatmê pincêr.sîre mast, tirşikê qalikan, qêyxane.
Kincên herêmê, wek mina bajarên kurdistanî ye. Mêr û jin herdu tev jî şal li xwe dikin. Jin serê xwe, bi kitana spi, digrin.
Bozpınar - Arix
Kavaklı - Pîrax
Aktoprak - Kilelan
Erikli - Berbût
Sarıca - Serîce
Tütenocak - Bersomîk
Bağbaşı - Pilêş
Esendere - Kilîsk
Damlacık - Tawsî
Sırakaya - Kakşêr
Gölgeli - Bervedol
Akdoğan- Xeştûr
Koçtepe - Hopak
Kayadibi - Pevrikan
Bölükyayla-Mazêl
Boğazkaya- Xemşüg
Yedioluk - Şexmîr
Derinsu - Şêxan
Kozan - Qozan
Pınaryayla - Artan
Kaşköy - Sermikan
Olgunlar - Harun
Toptepe - Simîli
Kemerkaya - Axgewr
Boğazözü - Girik
Kömür - Komîr
Düzce - Keluz/Millik
Yenice - Îgundî
Serhatlı - Madun
Çemberlitaş - Hêştiran
Uzunpınar - Çarkezi
Gözebaşı - Hosmosu
İnceler - Tirintil
İpekli - Elîfî
Sarıharman - Selamût
Çayırlı - Dolik/Tolik
İncebağ - Çavişi
Kuştepe - Hozrin
Aydınlar - Pêşpinî
Karahöyük - Girê Reş
Karakoç - Qereqoc
Aydınçoluk - Terman
Sarıkaya - Halkuto
Mestan - Mestan
Kavak -
Doğanlı - Şehinkan
Çatalağaç - Şêxmûr
Gökçay - Kerikan
Bağlıca - Bûbikan
Koçali - Qoçelî
Ağaçkonak - Kurêmilî
Varlık - Kurab
Çamlıca - Dol
Uzunköy - Tilkiyan
Yazıbaşı - Azikan
Çamyurdu - Gomikan
Tekpınar - Balyan
Kuşakkaya - Şêxlera Jorîn
Kayaönü - Ferxikan
Ahmethoca - Malabavê
Oluklu - Hecîwerd
Akçalı - Axçil
İndere - Zey
Yeşiltepe - Albîr
Kayatepe - Rezib
Esence - Tayyibiye
Karakoyun - Axikan
Taşgedik - Haydaran
Ormaniçi - Alxan
Koruköy - Koru
Yenigüven - Misûrkan
Örenli - Piran
Esentepe - Kerkişin
Ulubaba - Çinarik
Dardağan - Qırıklı
Durukaynak - Pişinîk
Güneşli - Lif
Ataköy - Dilqicix
Tekpınar - Kûlika Reş
Başpınar - Kûllûm
Bağdere - Mezgitli
Çobandede - Îzdik
Bağpınar - Çalxan
Yazıca - Çençen
Bozhüyük - Girê Boz
Yazlık - Kerdiz
Kuyulu - Turûş
Taşpınar - Xosirge
Beşyol - Axçik
Lokman - Lokman
Vartan - Vartan
Güzelyurt - Kilîsik
Hacıhalil - Hecîxelîl
Gümüşkaya - Palaş
Işıklı - Kemeredîn
Akyazı - Xolxolik
Durak - Gemrik
Üçdirek - Kuristan
Ilıcak - Firlaz
Elmacık - Xorraf
Yayladamı - Kom
Yarmakaya - Çeqal
Alıbey - Girê Gulaf
Ugurca - Ennab
Battalhüyük - Girê Betal
Caylı - Qaqûrtlî
Göztepe - Gergeran
Yaylakonak - Balyan
Palanlı - Palaniyê
Bebek - Bêbek
Kuyucak - Qucaq
Ağcin - Axcin
Boztepe - Xozgirt
Ekinci - Koşin
Eümansur- Hisnîmensûr
Hasancık - Hesencix
Dandırmaz - Tolemez
Davuthan - Dawudxan
Akdere - Axdere?
Karagöl - Axdikan
Börkenek - Borgenek
Çamgazi - Çamqazî
Kındırali - Qindiralî
Doyran - Dewran?
Paşamezrası qereqoca jor?
Hasankendi - Hesenkêndî
Kızılcahöyük - Qizilciq
Atakent - Qarîciq
Külafhöyük - Kilofkî
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.