Krît

From Wikipedia, the free encyclopedia

Krît

Krît an jî Kreta (bi yewnanî: , lat. Kríti; bi tirkî: ) girava herî mezin a Yewnanistanê ye û pêncemîn girava herî mezin a Deryaya Navîn e.

Agahiyên Praktîk Κρήτη, Dewlet ...
Krît
Κρήτη 
Thumb
Krît li ser nexşeyê
Thumb
Thumb
Krît
Koordînat: 35°18′35″Bk 24°53′36″Rh
DewletYewnanistan, Cretan State, Împeratoriya Osmanî, Komara Wênîsê 
Li beşa îdarî
  • Crete Region (1986) 
Merkeza îdarî
  • Heraklion 
Qada rûerdê
  Giştî8335.88 km2 (321.850 sq mi)
Bilindahî
2456 m (8058 ft)
Nifûs
623.065 (2011) 
Dem
Koda telefonê2821 
Malperwww.crete.gov.gr/ 
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre
Bigre

Erdnîgarî

Thumb
Yewnanistan û Girava Krîtê

Krît yek ji 13 navçeyên Yewnanistanê ye. Li şûna herî fireh bakur başûrî de 60 km firehî, rojhelat-rojavayî jî 260 km direjahiya wê he ye. Li cîhî herî teng jî 12 km firehiya xwe he ye. Ew li ser 8,336 km² reşahîye rûniştîye û 1046 km beravên xwe he ne. Li bakur Deryaya Krîtê, li başûr jî Deryaya Lîbî, li rojhilat Deryaya Karpatî, li rojava jî Deryaya Mîrtoyî he ye. Nifûsa wê yê di 2005an de 650.000 kes bû. Girav nêzî 160 li başûra reşahiyê Yewnanistanê bingehî dikeve.

Dîrok

Thumb
Dîmenek ji Krîtê

Krît navenda şaristaniya mînoyî bû. Ew di navbera sedsala 26an b.z. û sedsala 14an b.z. de şaristaniya herî pêşinê Ewropayê bû. Li Krîtê bajarên mînoyî Knosos û Festos (Phaistos) he ne.

Krît dema împeratoriya Romayê de di 69 b.z. de hundura xakên Romayê bû. Ew ji pê împeratorî bû du paran re heta ji aliya ereban hat dagir kirî di destên Împeratoriya Romê ya Rojava an jî rojhilat de ma. Ew di 824an de ji aliya ereban di serdariya el-Hakem de hat dagir kirin û heta 960'an de şunda ji aliya Bîzansê de hat dagirkirin destên wan de ma. Ew ji pê Bîzansê re di 1204an de dema Sefera xaçperestan a çarem de kete destên Wênîsê. Ew heta di 1669an de ji aliya împeratoriya Osmanî hat dagir kirî di destên Wênîsê de ma.

Ber dema ji aliyê osmanan ve hat dagirkirin ji 1648an heta 1669an di dorpêç kirinê de ma û ew bi gumanî dorpêçkirina herî dirêjê di dîrok de ye.

Krîtê ji pê Cenga Balkanê re bi Yewnanistan ve gireda.

Dema Şerê cîhanî yê duyem ji bo cîhê xwe yê krîtîk ê di Deryaya Navîn de şanogeha şerên mezin ên navbera îngîlîz û almanan bû.

Parêzgehên Yewnanistanê

Thumb

  1. Atîka / Αττική
  2. Yewnanistana Navîn / Στερεά Ελλάδα
  3. Makedonyaya Navîn / Κεντρική Μακεδονία
  4. Krît / Κρήτη
  5. Makedonyaya Rojhilat û Trakya / Ανατολική Μακεδονία και Θράκη
  6. Êpîros / Ήπειρος
  7. Giravên Yonî / Ιόνια νησιά
  8. Egeya Bakur / Βόρειο Αιγαίο
  9. Peloponês / Πελοπόννησος
  10. Egeya Başûr / Νότιο Αιγαίο
  11. Tesalya / Θεσσαλία
  12. Yewnanistana Rojava / Δυτική Ελλάδα
  13. Makedonyaya Rojava / Δυτική Μακεδονία
  14. Dewleta monastîk a xweser a Çiyayê Pîroz ê Atos / Άγιον Όρος
Nexşeya parêzgehên Yewnanistana îro

Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Krît de hene

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.