tiştên ku mineral û xiçan pêk tê ne.piranî ya wan hişk in. From Wikipedia, the free encyclopedia
Kevir û kuçik (ber, kuç, (bi soranî: berd, bi zazayî: kemer û kemen) tiştekî ji mîneral û xîçan (kevirokan) pêk tê ye. Kevir asteke materyalên bingehîn ên gerdûnê ye.
Dîroka çêbûna keviran girêdayî sarbûna magmayên xwedî germahiyên awarte ne. Xweza bêî rawestan diguhere û gelek tiştên jîndar piştî mirinê wekî mîneral û bermahiyan vedigerin xwezayê. Herwiha volkan kevirên nû diafirînin û hêzên sereke yên erd û exteran (gerstêrkan) bêî sekinandin asta maddeyê diguherînin. Hinan dikin kevir, hin keviran jî dikin xwalî.
Kevir di zimanê/n Kurdî de xwedî cihekî mezin e. Gelek wargehên cografîk bêjeya kevir girtine. Kevir di wêjeya devkî ya Kurdî te sîmbola mêranî û wêrekiyê ye. Herwiha kevir serhişkiyê û kêm-fêhmiyê jî bibîrdixe.
Gorî zanyariyê mirov objekta ku ji 63 mm mezintir e bi navê kevir binavdike. Yên ji wê piçûktir, xîç, xîz, şel, xwalî yan arî hwd ne. Yên mezin jî sale (sehle), zinar, moran, tal hwd ne. Mixabin li ser zimanê Kurdî kêm xebatên akademîk hatine kirin. Lewra jî tasnîfa bêjeyan nehatiye kirin.
Dîsa kevir gorî serencama çêbûna xwe jî tê tasnîfbûn û binavkirin; Kevirê seqî, kevirê xîz (kîs), kevirê moqî, kevirê kefê, kevirê kewke, kevirê pûç, kevirê menîr, kevirê xişlore (xişlorik), kevirê heste (kevirê hesteyan), kevirê reş, kevirê sîq, kevirê arkanê, Kevirê esman, kevirê aş, kevirê beresteyî, kevirê çaqmaqan, kevirê hestem, kevirê kilsînî, kevirê qusekê, kevirê şebê, hwd.
Mezinbûna hebikan | Navê hebikan | Cureyên din |
>20 cm | Zinar, Kevir û kuç | Qeya, lat, ferş, tat, sêle, latik, hîm |
20-2 cm | Ber, | Kuçik, pel |
20-6 mm | Xîçê gir, xîç | Xîj, xilik |
6-2 mm | Xiçê hûr, xîçik | Xîjik |
2-0,6 mm | Xîza gir | Qûma gir |
0,6-0,2 mm | Xîza hûr | Qûma hûr, sêlix? |
0,2-0,06 mm | Losa gir, los? | ? |
0,06-0,02 mm | Losa hûr, lostik? | ? |
0,02-0,006 mm | Lostika gir? | ? |
0,006-0,002 mm | Lostika hûr? | ? |
<0,002 mm | Gîl, herrî | Bekre, lewe, mole, ritam, xweliya gîl |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.