From Wikipedia, the free encyclopedia
Gorewîlk an guhreşk (Caracal caracal), cureyekî pisîkên kovî ji cinsê guhreşkan (Caracal) e.
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Gorewîlk | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Famîle: | Felidae |
Binefamîle: | Felinae |
Cins: | Caracal Gray, 1843 |
Cure: | C. caracal |
Navê zanistî yê latînî | |
Caracal caracal (Schreber, 1776) | |
Hevwate | |
Felis caracal |
Gorewîlk li Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûrî, Urdun, Libnan, Îsraêl, Filistîn, Erebistana Siûdî, Oman, Yemen, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Tirkmenistan, Qazaxistan, Efxanistan, Pakistan, û Hindê li Asyayê tê dîtin. Gorewîlk li gelek welatên Afrîkayê tên dîtin li Misr, Cezayir, Libya, Tunis ji xeynî Sahara û Afrîkayê navîn.
Gorewîlk hatiye lîstekirin bi riya IUCNê wekî cureyê kêmtirîn metirsî ye di sala 2002an de, lê li Afrîkayê bakurî di bin hinek herrêşeyan de ye.[1]
Bêjeya caracal (wekî karakal bixwîne) ya latînî ji bêjeya kara kulak ya zimanê tirkî hatiye ku wateya wê "guh-reş" e.[2]
Gorewîlk ji pisîkên kovî, ku bi riya purtê reş û dirêj ku li ser herdu guhan tên nasîn. Mezinahiya laşê gorewîlkê navîn e. Lingên wî dirêj in û dûvika wî kurt e. Rengê kurkê soravî ye, lê di hinek binecureyên wî de gewr û rengê qehweyî wekî axê jî heye. Deqên sipî di bin lingan û ser sîngê gorewîlkê hene. Kiloxê gorewîlkê bilind û glover e. Çeneyê wê kin an kurt e, lê tijî diranên girs û xurt e. Dirêjiya gorewîlkê nêr di navbera 75 - 107 cm bê dûvikên wî. Dirêjiya dûvika wî di navbera 23,1 ta 34 cm. Giraniya nêr di navbera 8 -20 kg. Dirêjiya gorewîlkê mê di navbera 69 - 102 cm bê dûvikan, lê dirêjiya dûvikan di navbera 19,5 - 34 cm. Giraniya mê di navbera 7 - 15,9 kg.[3]
Gorewîlk dikanê ta demek e dirêj bê av bimîne.
Gorewîlk nêçîriyên ku giraniyê wan ji 5 kg kêmtir digire wekî mişk, cirdê çolê, kergoşkê kovî û balindeyan. Lê gorewîlk dikanê hinek cureyên gakovîyê nêçîr bike.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.