Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Erebên Tirkiyeyê (bi erebî: عرب تركيا) tê wateya 1,5-2 milyon welatî û niştecihên Tirkiyê ku bi eslê xwe ereb in. Ew piştî kurdan[8][9][10] û çerkez[11][12][13][14][15] li welêt kêmîneya herî mezin in li welêt û li çend parêzgehan li başûrê rojhilatê Anatolyayê ne. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, gorî peşbinîyan heya 4 milyonan penaberên sûrî koçberîya Tirkiyê kirin.[16]
Ji bilî civakên mezin ên Erebên biyanî û Tirk ên li Stembolê û bajarên din ên mezin, piraniya wan li başûr û başûrê rojhilat dijîn.[17]
Erebên Tirkiye bi piranî Misilman in ku li ser sînorê başûrê rojhilatê bi Sûriye û Iraqê re lê li herêmên peravên Behra Spî jî li van parêzgehên: Êlih, Bedlîs, Entab, Xetay, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Mêrsîn û Edeneyê dijîn . Gelek eşîrên Bedewiyan, ji bilî Erebên din ên ku li wir bi cih bûne, beriya ku eşîrên Tirk di sedsala 11an de ji Asyaya Navîn werin Anatolyayê, hatine. Gelek ji van Ereban bi Erebên Sûriye û Erebistana Siûdî re, bi taybetî li bajarê Reqa, têkiliyên wan hene. Civaka Ereban li Tirkiyeyê ketiye bin siyasetê tirkbûnê, lê hinek ji bilî tirkî bi erebî diaxivin. Di peymana Lozanê de herêmên berfireh ên ku di nav axa Sûriyê ya Osmanî de bûn, bi taybetî li wîlayeta Helebê, radestî Tirkiyê kir.[18]
Ji xeynî nifûseke girîng a Sunnî ya Şafiî, nêzîkî 300.000 heta 350.000 elewî ne[19] (cuda ji Elewîtiyê). Nêzîkî 18,000 Xristîyan in[20] bi piranî ji Dêra Ortodoks a Yewnanî ya Entakyayê ne. Li Xetayê û deverên din ên Tirkî yên Wîlayeta Helebê ya berê jî hindik cihûyên Ereb hene, lêbêle ev civak ji dawiya salên 1940 re ve pir kêm bûye, bi piranî ji ber koçberiya ber bi Îsraêl û deverên din ên Tirkiyê ve.
Hebûna Ereban li devera ku jê re Asyaya Biçûk dihat gotin, vedigere serdema helenîstî. Xanedaniya Ereban a Abgariyan mîrên Padîşahiya Osroene bûn, ku paytexta wê li bajarê kevnar Edessa (bajarê îroyîn ê Rihayê) bû. Li gorî Retsö, hebûna Ereban li Edessa ji sala 49 PZ ye.[21] Wekî din, nivîskarê romî Pliny the Elder şêniyên Osroene wekî Ereb û herêmê wekî Erebistan nav dike.[22] Li Çiyayên Tektek e nêzîk, Ereban ew kirine cihê waliyên wan.[23] Kesayetekî ereb wekî destpêkê yê ku li Anatolya bi pêş ketiye rêzimannasê sedsala 2mîn Phrynichus Arabius e û bi taybetî li parêzgeha Romayê ya Bîtynyayê. Mînakek din, siyasetmedarê Romayî ya sedsala 4an bi nav Domitius Modestus e ku ji hêla împerator Julian ve ji bo wezîfeya Praefectus urbi ya Konstantînopolîsê (Stembola îro) hate tayîn kirin û di bin împerator Valens de, ew bû Prefektê Rojhilatê Pretorian ku cihê wî jî li bajarê Konstantînopolîsê bû. Di sedsala 6an de, helbestvanêkî navdar ya Ereb, Îmru'l-Qais di dema împeratorê Bîzansiyan Iûstînianos I de çû Konstantînopolîsê. Di vegerê de tê gotin ku ew miriye û li Ancyra (Enqereya îroyîn) li Herêma Anatolya Navîn hatiye veşartin.[24]
Di fethên îslamî yên destpêkê de, kampanyayên serketî yên Xîlafeta Reşîdûn li Levant dibe sedema hilweşîna Xesanîyan. Padîşahê dawî ya Cebela îbn el-Eyham bi qasî 30.000 peyrewên Ereb karî xwe ji cezakirina Xelîfe Umer dûr bixe û xwe ber bi warên Împeratoriya Bîzansê ve bibe.[25] Qral Cebalah îbn el-Aiham li Konstantînopolîsê[26] hikumeta sirgûnê ava kir û heta mirina xwe di sala 645an de li Anatolya jiya. Piştî dagirkirina misilmanên destpêkê, Asya Biçûk bû qada sereke ya şerên Ereb-Bîzans. Di nav wan Erebên ku di şeran de hatin kuştin de, Ebû Eyûb el Ensarî sehabeyê pêxemberê îslamê Mihemed jî hebû. Ebû Eyûb li ber sûrên Konstantînopolê hatî veşartin. Piştî sedsalan û piştî dagirkirina bajêr ji aliyê Osmaniyan ve, li ser gora Ebû Eyûb tirbeyek hatiye çêkirin û mizgeftek bi navê Mizgefta Eyûb Sultan hatiye çêkirin. Ji wê demê û pê ve ev herêm ji aliyê rayedarên osmanî ve weke cihê Eyüp tê naskirin. Mînaka din a hebûna Ereban li Tirkiyeya îroyîn, bicihbûna eşîrên Ereban di sedsala 7an de li herêma Cezîrê(Mezopotamya Jorîn) ku beşekî başûrê rojhilatê Tirkiyê dihewîne. Ji wan eşîran Benî Bekir, Muder, Rebîa îbn Nizar û Benî Texlîb in.
Sal | Zimanê zikmakî | Zimanê duyem | Kom | Nifûsê Tirkiye | % ji Tevahiya axaftvan |
---|---|---|---|---|---|
1927 | 134,273 | - | 134,273 | 13,629,488 | 0.99 |
1935 | 153,687 | 34,028 | 187,715 | 16,157,450 | 1.16 |
1945 | 247,294 | 60,061 | 307,355 | 18,790,174 | 1.64 |
1950 | 269,038 | - | 269,038 | 20,947,188 | 1.28 |
1955 | 300,583 | 95,612 | 396,195 | 24,064,763 | 1.65 |
1960 | 347,690 | 134,962 | 482,652 | 27,754,820 | 1.74 |
1965 | 365,340 | 169,724 | 533,264 | 31,391,421 | 1.70 |
Li gorî Peşbinîyanê Tirkî ya ku li ser mezin a sala 2006’an pêk hatiye, %0,7 ji tevahiya nifûsa Tirkiyeyê bi etnîkî Ereb bûn.[28] Nifûsa Erebî ya Tirkiye li gor çavkaniyên cihê diguhere. Texmînek Amerîkî di salan 1995 de, hejmarekî di navbera 800,000 û 1 mîlyonî Kes destnîşan kir.[29] Li gorî Ethnologue di salan 1992 de, li Tirkiyê 500.000 kes bi zimanê xwe ya zikmakî bi Erebî hebûn.[30] Lêkolîneke din ya Tirkî nifûsê Ereb di navbera 1.1 û 2.4% ji nifûsê Tirkiye de texmîn dike.[31]
Siyasetmedarê navdar ya Tirk-Ereb Yasîn Aktay ê. Di hevpeyvîneke sala 2020an de Xeberên Al Jazeera hejmarên Erebên Tirkiye bi neh mîlyon (yan ji %10ê nifûsa Tirkiye) texmîn kir, ku nîvê wan ji welatên din in.[32]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.