Şirnex (parêzgeh)
parêzgehekê Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Şirnex (bi tirkî: ) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Şirnex e. Piraniya gel Kurd e, lê gelek leşkerên tirk jî hatine bi cih kirin û ev yek bandorê li nexşeya siyasî û demografîk dike.
Parêzgeha Şirnexê Şırnak | |
Koda parêzgehê: 73 | |
![]() | |
Nexşeya navçeyan | |
![]() | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Şirnex |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2020) | 537.762
Navend. = 96.285 kes |
Rûerd | 7.172 km2 |
Berbelavî | 59,9 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 7 navçe |
Hejmara bajarokan | 20 bajarok |
Hejmara gundan | 234 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
Parêzgeh li bakur bi Sêrt û Wanê, ji rojhilat ve bi Colemêrgê û ji rojava ve bi Mêrdînê re hevsînor e. Rûbera wê 7078 km² û bilindahiya wê 1400 m ye. Sînorên wê bi Herêma Kurdistana Iraq û Sûriyê re hene. Parêzgeh di sala 1990î de, bi herêmên ku berê di girêba Sêrt, Colemêrg û Mêrdînê de bûn, hat avakirin.
Ji bilî serbajêr, li parêzgeha Şirnexê 18 şaredarî (bajar) û 194 gund hene. Nifûsa parêzgehê di sala 2023 de 570.745 kes bû.[1]
Çemên girîng Dîcle, Hezil, Çaglayan û Kizilsu ne. Kızılsu, Hezil û Xabûr diherikin Dîcleyê. Çiyayên herî girîng Cûdî bi 2089 m, Gabar, Namaz û Çiyayên Altînê ne.
Dîrok
Demografî
Li Şirnexê bajarê herî mezin û modern Cizîra Botan e Gelha Cizîrê 152 hezar kes'e. Navenda Danûstandinê li heremê tenê Cizîra Botan heye û Balefirgeha Şerefedîn Elçî ji Cizîrê ye. Pişt Cizîrê Silopîya mezin e
Li herêma Botanê de gelek ol û tixm hene ji bilî Kurda, Fileh'en Suryanî, Nesturî ji dijîn gelek gunda Dêr'en Filaha heye û navenda Hezexê de gelek Fileh dijîn
Navçeyên parêzgeha Şirnaxê
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.