From Wikipedia, the free encyclopedia
Ansîklopediya Zarokan pirtûkeke zarokan a bi swêdî ye, ku ji aliyê Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter û Ali Çiftçi ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û di Weşanxaneya Apec'ê de hat weşandin. Wênekêşê ensîklopediya swêdî ji bo pirtûkê wêneyên orjînal çêkirine. Pirtûk li soranî jî hatiye wergerandin. Hem çapa kurmancî û hem jî çapa soranî ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin.
Ansîklopediyeke bi wêne û rengîn e. Hinek mijarên kurdî yên wekî newroz, cilûberg, zebeşên Amedê, kew û hwd. lê hatine zêdekirin. Di vê Ansîklopediya Zarokan de nêzî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. Ew ansîklopedî di sala 2004'an de derket. Hemû peyv û gotin jî li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. Di her rûpeleke vê ansîklopediyê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin. Ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibînin û nas bikin. Girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin.[1]
Ansîklopediya Zarokan berî herkesî ji bo zarokên dema dibistanê ye, bi taybetî jî yên salên destpêkê.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.