Gundekî Gimgima Mûşê From Wikipedia, the free encyclopedia
Ziring (bi tirkî: Kayalık) gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.
Ziring | |
---|---|
Kayalık | |
Koordînat: 39°5′16″Bk 41°27′32″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Bilindahî | 1.440 m (4720 ft) |
Nifûs (2010) | 461[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Osmanîyan piştî şerên bi Rûsan re (bi taybetî 1878) ji Qefqazê gelek misilman anîne li Kurdistanê bicih kirine. Axa herî bikêr daye wan û Tirkên misilman (herwiha Terekemeyan jî). Yek ji van gundan jî Ziring e. Osmaniyan gelek malbatên Çaçan li vir bicih kiribû.
Navê gund bi kurdî tê wateya "cihê axa wê semaxkirî ye, bikêrtir e". Koka bêjeyê 'Zir an Zîr" e. Wateya sert jî dide. Bi texmînî navê gund ê herî berê Zireng bûye. Ziring herwiha navê mêran e jî. Îhtîmalek din jî, wextekê bi navê Zireng/Ziring mirovekî bingeha gund avêtiye.
Şer bûye sedem ku xelk ji gund bar bikin. Berê gundekî dewlemend bû. Kurd û Çeçen bi hev re bi biratî dijiyan, biratiya wan her xirab nebûye. Berê gundên devedorê ardê xwe dianîn li aşên Ziringê dihêran. Kûltûra Qefqasê xwe bi her awayê dida der. Bo mînak wan li gel tendûran, di sobeyên ji axê çêkirî de, nanên gelek tehmxweş dîpêjan. Mixabin niha ew rewşa berê nemaye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.