From Wikipedia, the free encyclopedia
Yarsan yan jî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق), navê dînekê kevin e li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
Ji bo kesên girêdayî dînê Yarsan ev peyvên li jêr tên bikaranîn;
Ji bo Yarsanan Tirbeya Siltan Sahak cihekê pîroz e. Ev tirbe li Şêxan (Pawe) ye. Her wisa Tirbeya Baba Yadegar jî pîroz e ku ew jî li Dalahû ye.
Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.
Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.
Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.
Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.
Yarsanên kurd Hewramî, Soranî, Kirmaşanî, Lorî, Lekî û yarsanên yên din Azerî, Farisî, Erebî diaxivin (zimannas Hewramî û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene. Yarsan bi piranî Kurd in, her çend hejmareke hindiktir jî bawermendên Tirkî Azerî, Faris û Ereb jî hene.[1][2]
Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî dînekî serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên cîhanê rexne lê dê girtin.
Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.
12 Haziran 2017, http://www.dersimarastirmalarimerkezi.com/kakailik%5B%5D
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.