From Wikipedia, the free encyclopedia
Xartûm (bi erebî: al-Chartūm) paytexta welatê Sûdan e.
Xartûm
| |
---|---|
الخرطوم | |
Xartûm li ser nexşeyê | |
Koordînat: 15°36′11″Bk 32°31′35″Rh | |
Dewlet | Sûdan |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Qada rûerdê | |
• Giştî | 30000 km2 (10.000 sq mi) |
Bilindahî | 382 m (1253 ft) |
Nifûs | 5.345.000 (2018) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajar li kêleka Nîlê Spî û Nîlê Şîn e. Navê al-Chartūm, "kurmê fîlan", li ser çemê ev derê, ku li girava Tutî ye tê hesibandin.
Nifûsa bajara Xartûmê 2,7 milyon niştecîh e û 8,363,915 niştecîh (hejmar 2007) di kombûna bi navçeyên Omdurman û El-Xartûm Bahriyê re hene. Bi wê ra jî, Xartûm bajarê herî mezin a pençêmîn gorî kombûna nifûsê de ye. Li gorî hesabên sala 2012an, yekîneya îdarî ya Xartûmê 5,827,729 nîştecîh jimartin da.[1]
pêşveçûna nifûsê:
Sal | niştecîh[2] | |
---|---|---|
Bajar | Kombûn bi navçe | |
1907 | 69,349 | |
1956 | 93,100 | 245,800 |
1973 (serjimarî) | 333,906 | 748.300 |
1983 (serjimarî) | 476,218 | 1,340,646 |
1993 (serjimarî) | 947,483 | 2,919,773 |
2007 (hesabkirin) | 2,207,794 | 8,363,915 |
2012 (hesabkirin) | 2,682,431 |
Ji ber koçberiya gundewarî û bi gelemperî mezinbûna nifûsa li welêt, kombûna Xartûmê bi lez berfireh dibe. Ji bo sala 2050an, nifûsa 16 milyon niştecîh li herêma metropolê û ji bo 2100an jî 57 mîlyon niştecîhan tê pêşbînîkirin.[3]
Xartûm di sala 1820an de ji aliyê Misiriyan ve di bin serokatiya Mihemed Elî (ku bi eslê xwe kurd bû)[4] de weke kampeke leşkerî hatiye avakirin. Şêniyên herêmê zû li wir bi cih bûn da ku bazirganiya bi Misriyan re zêde bikin.[5]
Di salên 1970 û 1980 de, Xartûm bû cihê bi sed hezaran penaberên ku ji pevçûnên li Çad, Etiyopya û Uganda digeriyan. Wan penaberan li zozanên mezin ên li derûdora bajêr bi cih bûne. Ji sala 1983an vir ve, ji ber şerê nû yê veqetîna Sûdana başûr û şerê Darfûrê, gelek kesên ji Sûdanê bi xwe jî koçber bûne.
Di 20ê Tebaxa 1998an de rêveberiya Clinton a Amerîkî fermana bombekirina kargeha dermanên Aş Şîfa ya li derûdora bajarê El Xatûm Behrî da, ji ber ku guman hebû ku pêkhateyên çekên kîmyewî li wir têne hilberandin.[6]
Di Nîsana 2023 de, şerekî giran li Xartûmê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez, paramîlîterekî ku ji aliya serokatiya Cîgirê Mihemed Hamdan Daglo re şêr dijî hikûmetê kirin.[7]
Di rêzbendek ji sala 2018an ji bajarên dinyayê ji bo hêla kalîteya jiyanê ve, di nav 231 bajarên ku hatin lêkolîn kirin, Xartûm di rêza 227an de bi cih girt.[8]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.