From Wikipedia, the free encyclopedia
Subhî Beg Berekat El-Xalidî yan Subhî Berekat (bi erebî: صبحي بك بركات الخالدي, bi tirkî: Suphi Bereket; 1889, Entakya – 1939, Tirkiye) siyasetemdarekî sûrî ji Entakyayê bû,[1] ku li malbateke esil-tirk ji dayik bûbû.[2] Di dema mandaya Fransayê li Sûriyeyê de bû serokê Federasyona Sûriyeyê (28 hezîran 1922 – 31 kanûna pêşîn 1924) û serokê dewleta Sûriyeyê (1 kanûna paşîn 1925 – 21 kanûna pêşîn 1925).
Subhî Berekat | |
---|---|
Jidayikbûn | 1889 |
Mirin | 1939 Entakya |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî (dissolution of the Ottoman Empire, 1889–1918), Arab Kingdom of Syria (1918–1920), Syrian Federation (1922–1925), State of Syria (1925–1930), Syrian Republic under French mandate (1930–1938), Dewleta Xetayê (1938–) |
Meqam | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Yek ji sedemên ku Fransayê piştgiriya namzetitiya wî ya serokatiya bo Federasyona Sûriyeyê kir, ew bû ku bi eslê xwe ne ji Şamê bû û ne jî erebiya wî gelekî baş bû(zimanê wî yê dayikê tirkî bû) lewra wiha diyar dibû ku dê nebe gefeke nasyonalîst li ser Fransayê.[3]
Di destpêkê de hevkarê Îbrahîm Henanoyî bû di şoreşa wî de. Roleke giring di yekkirina dewletên Heleb û Şamê da lîst. [çavkanî hewce ye] û di sala 1925an de dest ji serokatiya Sûriyeyê berda daku helwesta Fransayê li dijî çarenûsa dewleta [Dewleta Çiyayên Elewiyan elewî] û durzî protesto bikin,[çavkanî hewce ye] ji ber Fransayê qebûl nekiribû tev li dewleta Sûriyeyê ya nû-damezirandî bike ji ber dibe bibe gef li ser dewleta Libnanê ya nû-damezirandî.
Berekat bi Xalîdeyê re zewicîbû; Qîza wan Suheyla Meqbûle bi siyaetmedarê tirk Refik Koraltan re û Zehra jî bi Siyasetmedarê tirk Vahit Melih Halefogluyî re zewicî.[4]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.