![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/be/Russian_church_%252837591925970%2529.jpg/640px-Russian_church_%252837591925970%2529.jpg&w=640&q=50)
Sofya
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sofya (bi bulgarî: София, Sofiya), paytext û bajarê herî mezin ê Bulgaristanê ye ku li Geliyê Sofyayê li binê Çiyayê Vîtoşayê li beşên rojavayî ya Bulgaristanê hatiye avakirin. Bajêr li rojavayê Çemê Îskarê ye ku gelek çavkaniyên mîneralên wek Hemamên Mîneral ên Navendî yên Sofyayê hene. Ji ber ku bajêr li navenda Balkanan e bajêr li ser erdnîgariyek di navbera Deryaya Reş, Deryaya Adriatîkê û Deryaya Egeyê de ye. Bajêr di navbera van her sê deryayan de herî zêde nêzîkî Deryaya Egeyê ye.[1][2]
Sofya
| |
---|---|
| |
Sofia ![]() | |
![]() | |
Dirûşm: | |
Sofya li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 42°41′52.390″Bk 23°19′18.214″Rh | |
Parzemîn | Ewropa ![]() |
Dewlet | Bulgaristan, People's Republic of Bulgaria, Keyaniya Bulgaristanê, Principality of Bulgaria, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Romê ![]() |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Îdarî | |
• Şaredar | Vassil Terziev (2023–) ![]() |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 492 km2 (190 sq mi) |
Bilindahî | 595 m (1952 ft) |
Nifûs | 1.281.040 (2024), 1.404.116 (2024) ![]() |
Dem | |
Koda telefonê | 02 ![]() |
Plakaya erebeyê | C, CA, CB ![]() |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Sofya ji ber ku di Serdema Kevnar de bi navê Serdîka û di Serdema Navîn de bi navê Sredets tê zanîn, herî kêm ji 7000 salên b.z. vir ve bajêr bûye jîngeha mirovan. Dîroka tomarkirî ya bajêr bi pejirandina bidestxistina Serdîksa ji hêla Komara Romayê ve di sala 29 salên b.z. de ji eşîra Keltî Serdî be dest pê dike. Di dema hilweşîna Împeratoriya Romayê de, bajar ji aliyê gelên wekî Huns, Vîsîgot, Avaran û Slavan ve hatiye dagir kirin. Di sala 809an de, Serdîka ku navê wî demê ya bajêr bû, ji aliyê Xan Krum ve di nav Împeratoriya Bulgaristanê de hate girêdan û wekî Sredets hate nas kirin. Di sala 1018an de, Bîzansiyan desthilatdariya Bulgaristanê bi dawî kir heta 1194, dema ku bajêr ji aliyê Împeratoriya Bulgarî ya ji nû ve hate vejîn kirin. Di sala 1018an de, Bîzansiyan desthilatdariya Bulgaristanê bi dawî kir heta 1194an, dema ku bajêr ji hêla Împeratoriya Bulgarî ya ji nû ve hatiye vejîn kirin. Ji sala 1530an heta 1836an, Sofya paytexta herêmî ya Rumeliya Eyalet bû ku parêzgeha sereke ya Împeratoriya Osmanî ya li Ewropayê bû ku demek dirêj bajêr ji aliyê osmaniyan ve hatibû dagir kirin. Desthilatdariya Bulgaristanê di 1878 de hate vegerandin. Sofya di sala pêş de wekî paytexta Dewleta Sêyemîn a Bulgaristanê hate hilbijartin ku heyamek mezinbûna demografîk û aborî ya dijwar dest pê kir.
Sofya 14em bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye. Bajêr ji hêla çiyayên wekî Çiyayê Vîtoşayê ji hêla başûr ve, Çiyayê Liyulîn ji hêla rojava ve û ji aliyê Çiyayên Balkanan ji hêla bakur ve hatiye dorpêçkirin. Jiber vê taybetiya erdnîgarî piştê bajarên Andorra la Vella û Madrîdê bajêr dibe sêyem paytexta Ewropî ya herî bilind. Ji ber ku Sofya bajarê sereke yê Bulgaristanê ye li bajêr gelek zanîngehên sereke yên herêmî, saziyên çandî û pargîdaniyên bazirganî hene.[3] Sofya wekî "sêgoşeya xweşditîna dînî" hatiye binavkirin. Sê perestgehên Dêra Sveta Nedelya, Mizgefta Banya Başî û Kinîşta Sofyayê ku perestgehên sê dînên mezin ên cîhanê xiristiyanî, îslamî û cihûtî ne li bajêr nêzîkî hev in.[4]