Serhildanekî hêzên taybet e ku li Rûsiyayê pêk hatiye. From Wikipedia, the free encyclopedia
Serhildana Koma Wagner, serhildaneke ku di 23ê hezîrana sala 2023an de ji aliyê koma leşkerî ya Wagner a rûsî li dijî wezareta parastinê ya rusî û li dijî artêşa rusî pêk hatiye. Rêveberê Koma Wagner Yevgenî Prîgojîn ragihandiye ku "ji bo edaletê" û ji bo rawestandina "xerabiya" fermandariya leşkerî ya Rûsyayê tolhildanek bike û aniye ziman ku 2000 milîsên Koma Wagner di êrîşên roketên artêşa Rusyayê de jiyana xwe ji dest dane.[1][2] Li gorî îdiayên Prîgojîn 25 hezar milîsên koma Wagner amade ne û Prîgojîn aniye ziman ku milîsên Wagner ji Rostov-on-Don derbasî Rûsyayê bûne û amade ne ku "heta dawiyê" biçin.[3][4][5]
Serhildana Koma Wagner | ||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| ||||||||||
Aliyên şer | ||||||||||
Koma Wagner | Artêşa Rusyayê (beşdarî şer nabe) | |||||||||
Fermandar | ||||||||||
Yevgenî Prîgojîn (Koma Wanger) | Sergey Şoygo (Artêşa Rusyayê) | |||||||||
Yekîne | ||||||||||
Koma Wanger | Artêşa Rusyayê (beşdarî şer nabe) | |||||||||
Hêz | ||||||||||
25.000 (Koma Wanger) | Nayê zanîn (Artêşa Rusyayê) |
Karmendên Wagner îdia kirine ku gendelî û kêmasiyên di wezareta derve ya piştî serkevtinên destpêkê yên li dijî Ûkraynayê, pêşkevtinê tine kiriye. Di heman demê de serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û karbidestên din êrîşên Koma Wagner wekî kiryarên xayîniyên oportunîzmê û desteserkirina desthilatê diyar kirine.
Prîgojîn serhildanê wekî tolhildana ku li gorî wî êrîşek li ser hêzên wî ji hêla wezaretê ve binav kiriye. Wî hincetkirina hikûmeta rûsî ya ji bo dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê red kir, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji ber têkçûn û windahiyên Rûsyayê sûcdar kir û wî bi birêvebirina şer ji bo berjewendiya elîtên rûsî tawanbar kir.
Li gorî gelek raporên medyayê, Prîgojîn berê wekî pêbaweriyek kesane ya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kar dikir. Prîgojîn di destpêkê de wekî kakarsazek li Sant Petersburgê ku xwediyê rêzek xwaringehên populer e, dibe kesayetiyek navdar.[6] Di sala 2014an de, wî Koma Wagner ku pargîdaniyek serbazî ya taybet a rusî ye damezrand û di çend salên pêş de wî li deverên weke li hundirê Donbasê başdarî şerên çekdarî dibe. Prîgojîn di sala 2016an de midaxeleyê hilbijartinê Dewletên Yekbûyî kir.[7]
Li hemberî êrîşa Rûsyayê ya ji destpêka sala 2022an û pê ve bandor û hêza Prîgojîn û Koma Wagner a bi lez zêde bû. Li gorî îstîxbarata rojavayî hejmara texmînkirî ya endamên Wagner ji "çend hezaran" şervanan li dora 2017an û 2018an heya sala 2023an bi tevahî nêzîkî pêncî hezar şervan hatiye texmînkirin. Tevî birêvebirina çavkaniyên darayî yên mezin, sîstema hikûmî ya Rûsyayê li gor qanûnên neteweyî tu desthilateke qanûnî nedaye Koma Wagner û rêveberiya komê ya aborî.[8]
Prîgojîn "kesên ku bi firokeyên xwe yên karsazî difirin welatên bi navê bêalî ku beşdarî pirsgirêkên îro nebin" wekî xayîn bi nav kir. Wî rexne kiriye ku "zarokên xelkê asayî ji ber şer di tabûtan de perçe perçe vedigerin" zarokên Shoigu "bê armanc xerc pere xerc dikin". Wî hişyarî daye ku ev "perçebûna civakê" di navbera elît û mirovên asayî de dikare bibe sedema bûyerên mîna Şoreşa Rûsyayê ya sala 1917an ku "leşker û hezkiriyên wan" rabin ser piyan.[9] Prîgojîn aniye ziman divê elîta rûsî zarokên xwe bişîne şer ku mirov bibêje her tişt wek hev e.[10]
Kanalên telegramên ku bi Wagner PMC re têkildar in vîdyoyek ku tê îdiakirin ku ji hêla Yevgenî Prîgojîn ve li cîhê êrişa mûşekî ya li ser wargehek wan ê leşkerî hatiye kişandin belav kirin.[11] Di êvara heman rojê de, Yevgenî Prîgojîn destpêkirina şerê çekdarî bi Wezareta Parastin a rusî re ragihand. Peyam a Prîgojîn di kanala telegramê ya servîsa çapemeniyê ya wî de hate weşandin. Prîgojîn ji temaşevanan xwest ku tevlî pevçûna li dijî Wezareta Parastinê bibin, Şoygo tawanbar kir ku ji bo erîşên çeperên Koma Wagner top û helîkopteran bikar aniye û paşê "di dema êvarê de ji Rostov-on-Don reviya" ye. Piştî van îdiayan Wezareta Parastinê ya Rûsyayê sûcdariyên êrîşa li ser wargehên Wagnerê red kir.[12]
Li gorî Yevgenî Prîgojîn di 23ê Hezîranê de piştî nîvro, wî ji Komîteya Lêkolînê re li dijî Sergey Şoygo û Valerî Geradîmov ji ber berpirsiyariya wan "ji bo qirkirina gelê Rûsyayê" daxuyaniyek nivîsî.[13] Di êvara 23ê hezîrana 2023an, Yevgenî Prîgojîn Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi kuştina milîsên Wagner PMCê sûcdar kir û wezîrê parastinê ya Rûsyayê Sergey Şoygu wekî "cinewir" bi nav kir û got: “Em 25 hezar in, divê em bizanibin ka çima li welêt bêhiqûqî diqewime” serhildana xwe wekê “meşa edaletê” bi nav kir.[14][12][15] Li gorî Yevgenî Prîgojîn, derb li şervanên wî ji paş ve hatiye xistin.[13] Li ser vê yekê, li dijî Yevgenî Prîgojîn li gorî xala 279 a Qanûna Ceza ya Federasyona Rûsyayê li ser teşwîqkirina serhildana çekdarî li Rûsyayê dozek sûcê hate destpêkirin.[16]
Dimîtrî Peskov da zanîn ku "Kremlîn ji rewşa derdora Prîgojîn agahdar e" û "hemû tedbîrên pêwîst têne girtin".[17]
Li Moskoyê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Li ser alarmê yekîneyên OMON û SOBR hatin amadekirin. Bi şev li Mosko û Rostovê kelûmelên leşkerî û tivingên sivik hatin dîtin.[16] Li navenda Rostov-on-Don çûnhatina hinek kolanan hatin girtin.[18] Malpera 161.ru li ser ditînên şahidan ragihand ku leşkeran li ser rêyên federal dest bi girtina rêyên bajêr kirine. Bi taybet deriyên bakur û rojava hatine girtin.[19]
Di destpêka şevê de, bangên general Sergey Surovikin û Vladîmîr Alekseev li ser qenaleke telegrama "voenkor" Andrey Rudenko hatin weşandin. Surovikin ji wan xwest ku "rawestin" û beşdarî serhildanê nebin. Alekseev got ku kiryarên kirêt darbeyek e û vê yekê wekê "kêr kirina pişta welat û serokomar" bi nav kir.[20]
Di demjimêr 01:30 de bi dema Moskowê, Qenal Yek a rûsî nûçeyek awarte bi çend deqeyan berdewam kir. Pêşkêşvan Ekaterina Andreeva raporên fermî yên Wezareta Parastinê û FSBê xwend ku tê de fermanên Prîgojîn wekê "sûcdar û xayîn" hatin binav kirin.[21] Li hemberî van weşanan Prîgojîn bersiv da û di daxuyaniya xwe de got Şoygo leşkerên neperwerdekirî dişîne şer û wî bi "kuştina zarokan" tawanbar kir. Di heman demê de Prîgojîn got ku ger kesek rê li ber wî bigire, wê demê "em ê her kesî tine bikin".[22]
Bi şev torên civakî yên rûsî dest bi astengkirina komên medyayên civakî ya Prîgojîn, materyalên girêdayî Prîgojîn û çavkaniyên Patriotê ya koma medyaya wî kirin.[23]
Di saet 09.00an de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bangek ji bo şervanên PMC “Wagner” re weşand û bi banga “hişmendiyê” kir. Di bangê de hat gotin ku şervan hatine xapandin û gelekan "xeletiyên xwe fem kirine".[24]
Saet di 10.00an de, Vladîmîr Pûtîn li ser qenalên televizyonê ya dewletê, serhildanê wek “îxanet” û “xayîntiyê” bi nav kir. Pûtîn şervanên PMC Wagner di nav "qehreman"ên ku li eniyê şer dikin û di nav serhildêran de dabeş kir: "Navê wan û rûmeta wan ji hêla kesên ku serhildan organîze dikin hatiye îxanet kirin."[25][26]
Êvara 24ê Hezîranê, servîsa çapemeniyê ya Alexander Lukashenko ragihand ku Prîgojîn pêşniyara Lukashenka ya rawestandina tevgera Wagner li Rûsyayê û avêtina gavên din ji bo kêmkirina aloziyan qebûl kiriye. Hate diyarkirin ku di pêşnûmeya çareseriyeke qebûlkirî de ji bo şervanên PMC Wagner garantiya ewlehiyê jî heye.[27][28]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.