Ûkrayna
Dewlet li Ewropaya Navîn û Rojhilatê From Wikipedia, the free encyclopedia
Ûkrayna (ûkraynî: , lat. Ukraina, bilêvkirin [ʊkrɐˈjinɐ] ⓘ) welatekî li Ewropaya Rojhilat e ku piştê Rûsyayê duyem welatê herî mezin ê Ewropayê ye. Ûkrayna li bakur bi Belarûsê re, li rojava bi Polonya, Slovakya, Mecaristan, Romanya û Moldovayê re sinorên bejayî parve dike. Li aliyê başûrê rojava bi Deryaya Reş re û li aliyê başûr û başûrê rojhilat jî sinorên peravî bi Deryaya Azovê parve dike. Li gel bajarên mezin ên wekê Kharkiv, Dnîpro û Odesayê, Kîev paytexta neteweyî û bajarê herî mezin ê welat e.[1] Erdzemîna welêt bi qasî 600.000 kîlometre çargoşe rûerd vedigire. Beriya Şerê Rûsyayê li ser Ûkraynayê ya domdar, welat bi nifûsa xwe yê li dora 41 milyon kesan ve heştem welatê herî qerebalixê Ewropayê bû.
Україна |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Ûkraynayê |
||||||
![]() |
||||||
Ûkrayna li ser nexşeyê![]() | ||||||
Paytext | 49°Bk, 32°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | pergala nîvserokatiyê | |||||
• | Serokdewlet | Volodîmîr Zelenskî (nirxa derbasdar a niha, 2019–) | ||||
• | Serokwezîr | Denys Shmyhal (2020–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 24 tebax 1991 (Declaration of Independence of Ukraine, 1991 Soviet coup d'état attempt, dissolution of the Soviet Union) | ||||
• | Rûerd | 603.550 kîlometre çargoşe (Krîm) | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 41.167.335 (2022) | ||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +380 | |||||
Malper https://ukraine.ua |
Di Serdema Navîn de Ûkrayna cihê berfirehbûna zû yê slavî bû û dever piştre bûye navendeke girîng a çanda slavî ya rojhilata di bin serweriya Kîeavana Rûsyayê de ku di sedsala 9an de derketibû holê. Serweriya Kievana Rûsyayê di dawiyê de di nav hêzên herêmî yên dijber de belav bû û bi êrîşên mongolan ên ku sedsala 13an de qewimiye hatiye hilweşandin û hatiye talan kirin. Dewlet di dawiyê de di nav hêzên herêmî yên dijber de belav dibe û bi êrîşên mongolan ên di sedsala 13an de hatiye hilweşandin. Piştre dever ji bo 600 salên pêş de ji aliyê cûrbecûr hêzên derve ve hatiye nîqaşkirin, dabeş kirin û hatiye rêvebirin ku di nav de Hevbeşdariya Polonî-Lîtvanya, Împeratoriya Awistiryayê, Xanedaniya Osmanî û Tsardomiya Rûsyayê hebûn. Hetmanatiya Qezaxan di sedsala 17an de li Ûkraynayaya navendî derketiye holê lê di navbera Rûsya û Polonyayê de hatiye dabeş kirin û rêveberiya hetmanetiyê ji aliyê Împeratoriya Rûsyayê ve hatiye bidawîkirin.
Di vê heyamê de Neteweperestiya Ûkraynayê pêş dikeve û piştî Şoreşa Rûsyayê di sala 1917an de Komara Gel a Ûkraynayê ya demkurt hatiye avakirin. Bolşevîkan li ser piraniya împeratoriya berê kontrola xwe bihêz dikin û Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûkraynayê ava dikin ku dema di sala 1922an de hate damezrandin, dibe komara damezrîner a Yekîtiya Sovyetê. Di destpêka salên 1930an de bi milyonan ûkraynî di Holodomorê de jiyana ji dest didin ku tunebûneke bû ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin. Dagirkeriya Almanyayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li Ûkraynayê dibe sedema wêrankariyê ku 7 milyon sivîlên ûkraynayî ku piraniya wan ji Cihûyên Ûkraynayê pêk dihatin hatine kuştin.
Ûkrayna di sala 1991an de dema ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û xwe bêalî îlan kir serxwebûna xwe bi dest dixe.[2] Di sala 1996an de li Ûkraynayê qanûneke nû hatiye qebûlkirin. Rêzek xwepêşandanên girseyî ku bi navê Euromaidan dihatin zanîn, piştê şoreşeke di sala 2014an de bûye sedema damezrandina hikûmetek nû. Piştre Rûsyayê bi awayekî yekalî nîvgirava Kirimê ya Ûkraynayê tevlê axa xwe dike û aloziyên alîgirên Rûsyayê bi şerekî li Donbasê di navbera cudaxwazên bi piştevaniya Rûsyayê û hêzên hikûmetê li rojhilatê Ûkraynayê de bi dawî dibe.
Di sala 2022an de Rûsya dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiriye. Bi destpêka şerê bi Rûsyayê re, Ûkrayna ji bo parastina axa xwe hewl daye ku têkiliyên dîplomatîk û alikariya li dijî dagirkirina Rûsyayê ji Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê werbigire.[3][4]
Ûkrayna dewleteke unîter e û sîstema hikûmraniya dewletê komareke nîv-serokatî ye. Ûkrayna di welatên pêşkevtî de welatê herî feqîr ê Ewropayê ye.[5][6] Heya roja îro gendelî wekê pirsgirêkeke girîng ê welat maye. Lêbelê ji ber axa welat ya berfereh Ûkraynaya beriya şer yek ji mezintirîn hinardekarên genimê li cîhanê bû.[7][8] Ûkrayna di karûbarên gerdûnî de hêzek navîn hatiye hesabkirin û Hêzên Çekdarî yên Ûkraynayê hem ji aliyê personelên çalak ve hem jî ji aliyê hejmara giştî ya personelan ve pêncemîn hêza çekdar a herî mezin e cîhanê ye. Artêşa Ûkraynayê xwedî heştem sermiyana berevaniyê ya herî mezinê cîhanê ye.
Nav
Navê Ûkraynayê bi gelemperî wekê peyva krajina ku peyveke ji slavî ya kevn e ku wateya "welatê sînor". Wateyeke din jî ev e ku navê Ûkrayna tê wateya "herêm" an jî "welat"ê.[9]
Dîrok
Dîroka pêşîn

Amûrên kevirî yên ku dîroka wan ji 1,4 milyon sal berê vedigere ku li Korolevo ya rojavayê Ûkraynayê hatine dîtin, hebûna herî zû ya homînîn a li Ewropayê destnîşan dike.[10] Niştecîbûna ji aliyê mirovên nûjen ve ku li Ûkraynayê û derdora Ûkraynayê dîroka wan ji 32.000 b.z.} vedigere ku bi delîlên Çanda Gravetiyan li çiyayên Krîmê hatine tespîtkirin.[11][12] Di sala 4.500 b.z. de çanda Cucuteni-Trypillia ya neolîtîk li deverên berfireh ên Ûkraynaya nûjen hatine dîtin ku di nav de Trypillia û tevahiya herêma Dnieper-Dniesterê heye çand lê pêşketiye.[13] Dibe ku Ûkrayna cihê yekem be ku hesp lê hatiye kedîkirin. Hîpoteza Kurgan herêma Volga-Dnieper ya Ûkraynayê û başûrê Rûsyayê wekê welatê zimanê Proto-Hind û Ewropiyan destnîşan dike.[14] Koçberiyên Hind û Ewropî yên destpêkê yên ji pêngavên Pontîk di hezarsala 3em a b.z. de bav û kalên zozanên Çola Yamnaya û zimanên hind û ewropî li beşên mezin ên Ewropayê belav kirine.[15] Di Serdema hesinî de kîmmerî, skîtî û sarmatiyên îranîaxiv li herêmê bicih bûne.[16] Di navbera 700 û 200 salên b.z. de herêm beşek ji padîşahiya skîtan bû.[17]
Di sedsala 6ê berî zayînê de koloniyên yewnanî, romayî û bîzansî li peravê bakurê rojhilatê Deryaya Reş, li Tîras, Olbiya û Khersonesusê bicih bûne ku heya sedsala 6ê p.z. li herêmê hebûna xwe berdewam kirine. Gotî li herêmê mane lê ji salên 370an vir ve ketin bin destê hunan. Di sedsala 7an de axa ku niha rojhilatê Ûkraynayê ye navenda Bulgarîstana Mezin a Kevin bû. Di dawiya sedsalê de pirraniya eşîrên bulgar ber bi aliyên cihê ve koç dibin û erdên herêmê ji aliyê xezeran ve tê dagirkirin.[18]
Di sedsalên 5 û 6an de gelên antanî ku hinek caran wekê gelên pêşîn ên slavî hatine diyar kirin li Ûkraynayê jiyan kirine. Koçberiyên ji herêmên Ûkraynaya îro li seranserê Balkanan gelek neteweyên Slavên Başûr ava kirine. Koçberiyên bakur ku hema hema gihîştine Gola Îlmenê, bûne sedema çêbûna slavên îlmen û kriviçên îlmen. Piştî êrîşa avaran a di sala 602an de û hilweşîna Yekîtiya Antayan, piraniya van gelan wekî eşîrên cuda heta destpêka hezarsala duyem berdewam kirine.[19]
Serdema zêrîn a Kîevê

Damezrandina dewleta Kîevana Rusyayê heya roja îro ne diyar û nezelal maye.[20] Kîevan Rûsyayê piraniya Ûkraynaya ya îro Belarûs û beşê rojavayê Rûsyaya Ewropî vegirtiye.[21] Li gorî Kronîka Yekem (Kronîka Nestorê) gelê Rûsyayê di destpêkê de ji varangiyên ku ji Skandînavyayê hatine pêk dihat.[22] Di sala 882an de, mîrê pûtperest Oleg (Oleh) Kîevê ji Askold û Dirê ve bidest xist û bajêr wekê paytexta nû yê Rûsyayê radigihîne.[23] Lêbelê dîroknasên antî-normanîst îdia dikin ku eşîrên Slaviyên Rojhilat ên li ser beşên başûrê Çemê Dnîperê di wî demê de jixwe di pêvajoya avakirina dewleteke serbixwe de bûne.[24] Elîta varangiyan û tevî xanedana desthilatdar a Rurik ve, piştre di nav nifûsa slavî de asîmîle bûne.[21] Kîevana Rusyayê ji çend mîrekiyên ku ji aliyê Rurikid kniazes ("mîran") ve dihatin birêvebirin pêk dihat ku pir caran ji bo parastina Kîevê bi hev re şer dikirin.[25]
Di sedsalên 10an û 11an de Kîevana Rûsyayê bûye dewleta herî mezin û dewleta herî bi hêz ê li Ewropayê ku ev sedsal wekê serdema zêrîn a Kîevana Rûsyayê tê zanîn.[26] Serdema zêrîn di dema rêveberiya Vladîmîrê Mezin (980-1015) ku xirîstiyaniyê daye naskirin dest pê kiriye. Ji ber ku girîngiya nisbî ya hêzên herêmî dîsa zêde dibe Kîeavana Rûsyayê bi awayeke bilez dest bi perçe bûnê dike.[21] Piştî vejîna dawî ya di bin desthilatdariya Vladîmîr II Monomakh (1113-1125) û kurê wî Mstislav (1125-1132) de, piştî mirina Mstislav, her çiqas xwedaniya Kyîvê bi heyamên dehsalan prestîjeke mezin werbigire jî Kîevana Rûsyayê di dawiyê de di nav mîrekiyên cihê de belav bûye.[27]
Di nîveka sedsala 13an de êrîşên mongolan Kîevana Rûsyayê wêran dike ku di sala 1240an de piştî dorpêçkirina Kîevê, bajar ji hêla mongolan ve hatiye hilweşandin.[28] Li herêmên rojava mîrekiyên Halîc û Volhîniya berê derketine holê û ji bo avakirina Mîrektiya Galîçya-Volhînya hatine yek kirin. Daniel Galîçya, kurê Romanê Mezin, piraniya başûrê rojavayê Rûsyayê, Volhînya, Galîçya û her weha Kîev ji nû ve dike yek perçeyek.[29] Di 1253an de ew ji aliyê şanderê papa ve wekê yekem padîşahê Galicia-Volhynia (ku wekî Padîşahiya Rûtenyayê jî tê zanîn) hatiye tackirin.[30]
Serdestiya ji aliyê welatên derve
Di sala 1349an de di encama Şerên Galîçya-Volînya de herêm di navbera Padîşahiya Polonya û Dûkîtiya Mezin a Lîtvanyayê de hatiye dabeş kirin.[31] Ji nîvê sedsala 13an heya dawiya salên 1400an, Komara Genova gelek kolonî li peravên bakurê Deryaya Reş damezrandiye û koloniyan vediguherîne navendên mezin ên bazirganî yên din bin serokatiya konsulê ku nûnerê komarê bû.[32] Di sala 1430an de herêma Podolya di nav Polonya de hatiye girêdan û erdên Ûkraynaya îro her ku çûye polonî lê bicih bûne.[33] Di sala 1441ê de mîrê cengîziyan Hecî I Giray Xanedana Kirimê li Nîvgirava Kirimê û deştên derdorê damezrandiye ku xanedaniyê komên koleyên tatar organîze kiriye.[34] Piştre di sê sedsalên paş de bazirganiya koleytiya li Kirimê nêzîkî 2 milyon mirovan dike kole.[35]
Di sala 1569an de Yekîtiya Lûblînê ku Hevpeymaniya Polonî-Lîtvanî bû ava kiriye û piraniya axa Ûkraynayê ji Lîtvanyayê beşdarê axa Taca Keyaniya Polonyayê hatiye kirin û bi awayekê dibe beşekê ji axa polonî. Di bin zextên polonîzasyonê de, gelek eşîrên Rûthenyayê dibin katolîk û tevlî derdorên esilzadeyên polonî dibin û rûtenyayî yên din jî tevlî Yekitîya Dêra Rûtenî ya ku nû hatiye afirandin, dibin.[36]
Sedsala 19an û destpêka sedsala 20an


Di sedsala 19an de neteweperestiya ûkraynî dest bi geş kirinê dike. Bi mezinbûna bajarîbûn û nûjenbûnê re û meylek çandî ber bi neteweperestiya romantîk ve diçe ku civateke rewşenbîrî ya ûkraynî bi nûvebûna neteweyî û dadmendiya civakî ve girêdayî ye derketiye holê. Helbestvan Taras Shevchenko (1814-1861) û teorîsyenê siyasî Mîkailo Drahomanov (1841-1895) pêşengiya tevgera neteweperwerî ya mezinê Ûkraynayê dikin.[37][38] Digel ku şert û mercên pêşkevtina wê li Galîçyaya Awistriyayê di bin desthilatdariya Habsburgan de bi nisbî sivik dibe,[39] beşa rûsî (ji aliyê dîrokî ve wekê "Rûsyaya Piçûk" an "Rûsyaya Başûr" tê zanîn) bi qedexeyên giran re rû bi rû dimîne, heta ku hema hema hemî pirtûkan qedexe dike ku di sala 1876an de bi zimanê ûkraynayî hatiye weşandin.[40]
Ûkrayna mîna deverên din ên Împaratoriya Rûsyayê, ji ber parastina serfetî ji piraniya Ewropaya Rojava derengtir beşdarî Şoreşa Pîşesaziyê dibe.[41] Ji xeynî li nêzîkî kanên komirê li Donbasê ku nû hatibûn vedîtin û li hinek bajarên mezin ên wekê Odesa û Kîevê, aboriya Ûkraynayê bi piranî li ser çandiniyê û derxistina çavkaniyan dimîne. Beşa Awistriyayê ya Ûkrayna bi taybetî xizan dimînin ku bi sed hezaran gundî neçar dimînin koçber bibin.[42] Ji ber vê koçberiyê diyasporayeke berfireh a Ûkraynayê li welatên wekê Kanada, Dewletên Yekbûyî û Brezîlê çêbûye. Hinek ji ûkrayniyan jî li Rojhilata Dûr bi cih bûne. Li gorî serjimêriya sala 1897an li Sîbîryayê 223.000 û li Asyaya Navendî 102.000 ûkrayniyên etnîkî hatine tespîtkirin.[43] Di deh salên piştî vekirina rêya rêhesinê ya Trans-Sîbîryayê ku di sala 1904an de vebûye 1.6 milyon mirov koçberê rojhilat bûne. Herêmên Rojhilata Dûr ên ku nifûsa etnîkî ûkraynî lê bicih bûne wekê Ûkraynaya Kesk hatiye binavkirin.[44]
Ûkrayna bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem ve dikeve nav tevliheviyê û şerê li ser axa Ûkraynayê heya dawiya sala 1921ê berdewam dike. Her çiqas pirraniya mezin di nav Artêşa Rûsî ya Emperyal de bûn ku beşek ji Lihevkirina Sêmend (Triple Entente) bû ku di bin desthilatdariya Rûsyayê de xizmet dikir, di destpêkê de gelê ûkraynî di navbera Awistirya û Mecaristanê de perçe bûne ku ji bo Hêzên Navendî şer dikirin.[45] Dema ku Împeratoriya Rûsyayê hilweşiya û bi hilweşandina re Şerê Serxwebûna Ûkraynayê hatiye destpêkirin ku ûkraynî li dijî artêşên wekê Artêşa Sor, Artêşa Spî, Artêşa Reş û Artêşa Kesk şer kirine ku ev artêş ji çend welat û neteweyên cihêreng pêk dihatin.
Hewldaneke ji bo avakirina dewleteke serbixwe, Komara Gel a Ûkraynayê ya çepgir (UNR), yekem car ji aliyê Mîhalyo Hruşevskî ve hatiye ragihandin lê ev heyam ji aliyê siyasî û leşkerî ve gelek tevlihev derbas dibe. Ev yekem car bi derbeyekê bi pêşengiya Pavlo Skoropadskî de tê hilweşandin ku Dewleta Ûkraynayê di bin parastvaniya almanan de maye û hewildana vegerandina UNRê ya di bin rêvebiriyê de di dawiyê de têk diçe ji ber ku artêşa Ûkraynayê bi awayeke birêkûpêk ji aliyê hêzên din ve hatibû dorpêç kirin.[46]
Encama vê pevçûnê dibe sedema serkevtineke qismî ya Komara Polonyaya Duyem ku parêzgehên Rojavayê Ûkraynayê beşdarê axa komarê dibe û her weha dibe sedema serkevtineke mezinê ji bo hêzên pro-sovyetê ku komên mayî têne derxistin û di dawiyê de Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûkraynayê (Ûkraynaya Sovyetê) hatiye avakirin. Di vê navberê de Bukowînaya îro ji aliyê Romanyayê ve hatiye dagir kirin û Rûtenyaya Karpatî wekê herêmek otonom li Çekoslovakyayê hatiye pejirandin.[47] Pevçûna li ser Ûkraynayê ku beşek ji Şerê Navxweyî yê Rûsyayê ya berfireh e, tevahiya Împeratoriya Rûsyayê ya berê, tevî rojhilat û Ûkraynaya navîn wêran dike. Di şer û pevçûnan de zêdetirî 1.5 milyon mirov têne kuştin û bi sed hezaran kes li axa Împeratoriya Rûsyayê ya berê bê cih û war dimînin.[48][49]
Serdemên di navbera şeran de

Di serdema navbera şer de, li Polonyayê, mareşal Józef Piłsudski pêşkêşkirina otonomiyeke herêmî ku wekê rêyekê ji bo kêmkirina bandora Sovyetê li herêma Kresy ya rojhilatê Polonyayê dîtiye, li daxwaza piştgiriya Ûkraynayê geriyaye.[50] Lêbelê ev nêzîkatî piştî mirina Piłsudski di sala 1935an de ji ber nerazîbûnên berdewam ên di nav nifûsa Ûkraynayê de ku di nav de kuştinên rayedarên hikûmeta polonî ji aliyê Rêxistina Neteweperestên Ûkraynî (RNÛ) pêk hatiye tê bidawîkirin. Hikûmeta Polonya bersiv dide van bûyeran ku mafên kesên ku xwe wekê hevwelatiyê Ûkraynayê ragihandine sinordar dike.[51][52] Di encama vê sinor kirine de tevgera neteweperest û mîlîtan a Ûkraynayê ya veşartî ku di salên 1920an de derdikeve holê piştgiriyeke berfireh werdigire.
Di vê navberê de Ûkraynaya Sovyetê ya nû hatiye damezrandin ku bibû yek ji komarên damezrîner ên Yekîtiya Sovyetê. Di salên 1920an de di bin polîtîkaya ûkraynabûnê de ku ji aliyê serokatiya komunîst a neteweyî ya Mîkola Skrîpnîk ve hatiye meşandin, serokatiya Sovyetê di destpêkê de bi çand û zimanê Ûkraynayê vejîneke neteweyî dide destpêkirin.[53] Ûkraynabûn beşek ji polîtîkaya korebûnê ya li seranserî Sovyetê bû (ku dihat wateya xwemalîbûnê) ku mebesta wê ew bû ku pêşkevtina gelên xwemalî, ziman û çanda wan di nav rêvebirina komarên wan de pêş bixe.
Di heman demê de rêberê Sovyetê Vladîmîr Lenîn Siyaseta Aborî ya Nû (SAN) dide destpêkirin ku şêwazeke sosyalîzma bazarê destnîşan dikir ku destûr daye ku hinek xwedîtiya taybet a pargîdaniyên hilberîner ên piçûk û navîn ku Yekîtiya Sovyetê ya piştî şer ku hem wêranbûniyên ji ber Şerê Cîhanê yê Yekem û hem jî wêranbûniyên ji ber şerê navxweyî pêk hatine ji nûve ava bikin. Siyaseta Aborî ya Nû (SAN) di nîvê sala 1920an de ji bo vegerandina aboriya berê şer serketî dibe.[54] Van polîtîkayan gelek kesayetên navdar ên berê yên Vejîna Neteweyî ya Ûkraynayê ku di nav de serokê berê yê Vejîna Neteweyî ya Ûkraynayê Hruşevskî jî hebû kişandiye ku vegerin Ûkraynaya Sovyetê û li Ûkraynaya Sovyetê beşdarî pêşketina zanist û çanda Ûkraynayê bûne. Komara Gel a Rojavayê Ûkraynayê û Komara Hutsulê di vê heyamê de nekarîn tevlê tevahiya Ûkraynayê bibin.[55]
Piştî mirina Lenîn ji ber ku Ûsiv Stalîn dibe serokê Yekîtiya Sovyetê, heyama Ûkraynaya Sovyetê kurt dibe. Stalîn piştê bûyera Veqetîna Mezin Siyaseta Aborî ya Nû betal dike. Ji dawiya salên 1920an ve dest pê dike û bi aboriyeke plansazkirî ya navendî, Ûkraynaya Sovyetê beşdarî plansaziyeke pîşesazîbûnê dibe ku di sala 1930an de hilberîna pîşesaziya xwe çar caran zêde dike.
Lêbelê di encama siyaseta nû ya Stalîn de gundiyên Ûkraynayê ji bernameya kolektîvkirina zeviyên çandiniyê zirar dîtine. Kolektîvasyon beşek ji plansaziya yekem a pênc-salî bû ku ji aliyê leşkerên birêkûpêk û polîsê veşartî yên ku bi navê Çeka tê zanîn dihate bikar anîn. Kesên ku li hemberê kolektîvkirina zeviyên çandiniyê derdikevin hatine girtin û sirgûnî gulagan û kampên xebatê hatibûn kirin. Ji ber ku endamên cotkarên kolektîv carînan destûr nedidan ku ti dexl wergirin heya ku kotayên nerasteqîn pêk nehatin, bi milyonan kes di xelayiya ku bi navê Holodomor an jî "Xelayiya Mezin" tê zanîn, ji biriyan dimirin ku ev bûyer ji aliyê hinek welatan ve wekê kiryareke jenosîdê ku ji hêla Stalin û navdarên din ên Sovyetê ve hatiye kirin.[56]
Piştî şerê navxweyî û kolektîvkirina Rûsyayê, Paqijiya Mezin, dema ku dijminên siyasî yên Stalîn hatine tunekirin, di encamê de windahiyek kûr a nifşek nû ya rewşenbîrên ûkraynî pêk hatiye ku îro wekê Ronesansa Bidarvekirî tê zanîn.[57]
Şerê Cîhanê ya Duyem

Piştî dagirkirina Polonyayê di îlona sala 1939an de leşkerên alman û leşkerên Sovyetê axa Polonyayê di navbera xwe de dabeş dikin. Bi vî awayî Galîçyaya Rojhilat û Volînya bi nifûsa xwe ya ûkraynayî ve bûne beşek ji Ûkraynayê.[58][53] Bi vê yekbûnê re di dîrokê de cara yekem e ku neteweya ûkraynî dibin yek. Di sala 1940an de, dema ku Ûkraynaya Sovyetê deverên bakur û başûr ên Besarabiya, Bukovînaya Bakur tevlîhev dike bidestketiyên din ên axê hatine bidestxistin û herêma Hertsa ji herêmên ku Yekîtiya Sovyetê neçar kiriye ku Romanya bide ku tevî wê beşa rojavayî ya Komara Sovyet a Sosyalîst a Xweser a Moldavyayê radestî Komara Sovyeta Sosyalîst a Moldaviyayê ya ku nû hatiye avakirin bike. Ev bidestketiyên axa Yekîtiya Sovyetê bi peymanên aştiyê yên Parîsê ya sala 1947an de di qada navneteweyî de hatine pejirandin.[59]
Artêşên Almanan di 22ê hezîrana sala 1941ê de Yekîtiya Sovyetê dagir dikin û şerê ku nêzîkê çar salan berxwe dide dest pê dike. Şer di destpêkê de li hember hewldanên bêhêvî lê neserketî yên Artêşa Sor pêş ket. Di şerê Kîevê de ji ber berxwedana xwe ya dijwar, bajar wekê "Bajarê Hero" hatiye binavkirin. Zêdetirî 600.000 leşkerên Sovyetê (an çaryeka Eniya Rojavayî ya Sovyetê) li wir hatine kuştin an dîl hatin girtin û gelek ji wan jî rastî muameleya xirab hatine.[60][61] Piştî dagirkirina Komara Sovyet a Sosyalîst a Ûkraynayê piraniya welat di nav Reichskommissariat Ûkrayna de hatiye organîze kirin ku çavkaniyên welat desteser bike û di dawiyê de bicih bûna almanan pêk bîne. Hinek ûkrayniyên rojavayî ku tenê di sala 1939an de tevlê Yekîtiya Sovyetê bibûn, almanan wekê kesên xîlaskar dîtine lê ji ber ku naziyan zêde hewl nedane ku nerazîbûna li hemberê polîtîkayên stalînîst bikar bînin ev demek dirêj berdewam nekiriye.[62] Di cihê wê de, naziyan pergala kolektîvkirina cotkariyê parastine, polîtîkayên qirkirinê li dijî cihûyan meşandine, bi milyonan mirov ku ji bo li Almanyayê bixebitin birine û ji bo ku kolonîzasyona almanan amade bikin dest bi bernameyeke kêmkirina nifûsê kirine.[62] Di heman demê de naziyan veguhestina xwarinê ku bi rêya Çemê Dnîperê pêk hatiye dorpêçkiriye.[63]

Tevî ku piraniya ûkrayniyan di nav an li kêleka Artêşa Sor û berxwedana Sovyetê de şer dikirin li Rojavayê Ûkraynayê tevgereke serbixwe ya Artêşa Serhildêr a Ûkraynayê hebû.[64] Ev hêz wekê hêzên çekdar ên Rêxistina Veşartî ya Neteweperestên Ûkraynayê hatiye damezrandin. Herdu rêxistin, OUN û UPA, piştgirî dane armanca dewleteke Ûkraynaya serbixwe yê li ser axa ku piranî ji ûkrayniyên etnîkî pêk dihatin.[65] Her çend vê yekê bi Almanyaya Nazî re nakokî çêbike jî carinan baskê Melnîk ya OUNê bi hêzên naziyan re hevpeymaniyan çêkiriye. Ji nîvê sala 1943an heta dawiya şer, UPAyê li herêmên Volînya û Rojhilatê Galîçyayê komkujiyan li hemberê polonên etnîkî pêk anîbû ku li dora 100.000 sivîlên polonî tenê kuştin ku ev yek jî bûye sedema tolhilanîna poloniyan.[66][67] Ev komkujiyên organîze hewildaneke ji aliyê OUNê ve bû ku dewletek ûkraynî ya homojen bêyî ku hindikahiyeke polonî di nav sînorên wê de bijî, ava bike û nehêle ku dewleta Polonya ya piştî şer serweriya xwe li ser deverên ku beşek ji Polonyaya berî şer bû ava bike.[68] Piştî şer, UPAyê heta sala 1950an şerê Yekîtiya Sovyetê berdewam kiriye.[69][70] Di heman demê de, Artêşa Rizgariya Ûkraynayê ku tevgerek din a neteweperestê ûkraynî bû li kêleka naziyan şer kiriye.[71]
Bi tevahî, hejmara ûkrayniyên etnîkî yên ku di nav refên Artêşa Sovyetê de şer kirine ji 4.5 milyon heta 7 milyon şervan hatiye texmînkirin.[64][72] Yekîneyên berxwedanê yên gerîlayên partîzan ên Pro-Sovyetê ku heya sala 1944an de ji 500.000 şervanan pêk dihatin, nîvê ji şervanan ji ûkrayniyan pêk hatiye.[53] Bi gelemperî, hejmarên Artêşa Serhildêrên Ûkraynayê ne pêbawer in ku hejmar ji 15.000 heta 100.000 şervan diguhere.[73][74]
Piraniya şerên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li Eniya Rojhilat qewimiye.[75] Tevahiya windahiyên ûkraynî yên di dema şer de gihiştiye 6 milyonan[76][77] ku di nav de bi texmînî 1.5 milyon cihû ji aliyê Einsatzgruppen ve hatine kuştin[78] ku carinan ev komkujiya cihûyan bi alîkariya hinek hevkarên xwemalî jî pêk hatine. Ji 8.6 milyon windahiyên leşkerên Sovyetê,[79] 1.4 milyon leşker ûkrayniyên etnîkî bûn.[79] Roja Serketinê wekê yek ji yanzdeh cejnên neteweyî yên Ûkraynayê tê pîroz kirin.[80]
Piştê şer Ûkraynaya Sovyetê


Komarê ji ber şer ên giran gelek zirar dibîne û ji bo avakirina bajaran pêwîstiyên hewildanên girîng hebûn. Li seranserê welêt zêdetirê 700 bajar û bajarok û 28 hezar gund wêran dibin.[81] Di salên 1946 û 1947an de ji rewşa mirovan ji ber xelayê xerabtir dibe ku ji ber ziwabûn û hilweşîna binesaziyê ya di dema şer de bi kêmî ve bi deh hezaran kes dimirin.[82] Her çiqas welateke serbixwe nebe jî di sala 1945an de Ûkraynaya Sovyetê dibe yek ji endamên damezrîner ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku beşek ji peymanek taybetî ya di Konferansa Yalta de û ligel Belarûsê, li Neteweyên Yekbûyî xwediyê mafê dengdanê bû.[83][84][84] Wekî din, Ukrayna dema ku Zakarpatyayê îlheq dike, careke din dîsa sinorên xwe berfireh kiriye û nifûs welêt ji ber veguheztina nifûsa piştî şer pir homojen dibe ku piraniya wan wekê almanan û tatarên Kirimê ku bi zorê hatibûn koçber kirin.
Piştî mirina Stalîn di sala 1953an de Nikita Khrushchev dibe serokê nû yê Yekîtiya Sovyetê ku dest bi polîtîkayên hilweşandina stalînîzmê û polîtîkayên nerm ên Khrushchevê kiriye. Di dema rêveberiya serokatiya Yekîtiya Sovyetê de, Kirim wekê diyariyeke hevkariyê ji Rûsyaya Sovyetê derbasî Ûkraynaya Sovyetê dibe.[85] Ev yek berfireh kirina dawîn a axa Ûkraynayê temsîl dike û bingehek ji bo sinorên Ûkraynaya naskirî yê navneteweyî ye ku heya roja îro hatiye. Ûkrayna yek ji komarên herî girîng ên Yekîtiya Sovyetê bû ku di encamê de gelek postên bilind ên Yekîtiya Sovyetê ji aliyê ûkrayniyan ve hatine dagir kirin ku di nav de Leonid Brezhnev ku ji 1964an heta 1982an Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê bû heye.Volodîmîr Şhobertskî ku serokatîya rûsîkirina berfireh a Ûkraynayê kiriye û di tepisandina nifşê nû ya rewşenbîrên Ûkraynayê de ku bi navê Şêşteman dihate naskirin roleke çalak lîstiye.[86]
Di sala 1950an de komarê bi tevahî pîşesazî û hilberînê ya ji asta beriya şer derbastir kiriye. Her çiqas ew dem hêj pîşesaziya giran di bin bandora derve de be jî Ûkraynaya Sovyetê bi awayeke bilez di hilberîna pîşesaziyê de dibe yek ji pêşengê ewropî û navendek girîng a pîşesaziya çekan û lêkolîna teknolojiya bilind a Sovyetê bû. Hikûmeta Sovyetê di projeyên hîdroelektrîk û enerjiya nukleerî de veberhênanan dike ku hewcedariya enerjiyê ya ku pêşketinê pêk tîne peyda bike. Lêbelê di 26ê avrêla sala 1986an de reaktorek di Santrala Nukleerî ya Çernobîlê de teqiya ku di encamê de Karesata Çernobîlê çêdibe ku qezaya herî xirab a reaktora navokî ya di dîrokê de bû.[87]
Serxwebûna Ûkraynayê

Mikhail Gorbaçov polîtîkaya lîberalîzasyona bisînor a jiyana giştî ku bi navê perestroika tê zanîn, meşand û hewl daye ku aboriya rawestayî ya welêt carekê din ji nû ve bi rê bike. Mîkaîl Gorbaçov di warê aboriyê bi ser nekeve lê di warê demokratîzekirina Yekîtiya Sovyetê de meylên neteweperest û cudaxwaz di nav hindikahiyên etnîkî yên Yekîtiya Sovyetê ku di nav wan de ûkraynayî jî hebûn gurr kiriye.[88] Di 16ê tîrmeha sala 1990an de, di çarçoveya pêşandana bi navê serweriyan de, Sovyeta Bilind a nû-hilbijartî ya Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûkraynayê Danezana Serweriya Dewletê ya Ûkraynayê pejirandiye.[89] Piştî derbeya têkçûyî ya hinek serokên komunîst ên ku ji bo Gorbaçov li Moskowê pêk hatibû, di 24ê tebaxa sala 1991ê de serxwebûna temamî ya Ûkraynayê hatiye ragihandin.[90] Serxwebûna temamî di Giştpirsiya 1ê Kanûnê de ji aliyê %92ê hilbijêrên ûkraynayê ve hatiye qebûlkirin. Her çiqas Ûkrayna tu carî nabe endamek tam a paşîn ji ber ku peymana damezrandina Yekîtiya Dewletên Serbixwe pesend nekiriye, serokê nû yê Ûkraynayê, Leonid Kravchuk, Peymana Belavezhayê îmze dike û Ûkrayna dibe endamê damezrîner a Yekîtiya Dewletên Serbixwe.[91][92] Van belgeyan çarenûsa Yekîtiya Sovyetê diyar kiriye ku di 26ê kanûna sala 1991ê de bi awayekî fermî belavbûna xwe ragihandiye.[93]
Tevî ku di dema hilweşandinê de ew yek ji komarên Sovyetê ya herî xizan bû, Ûkrayna di destpêkê de li gorî herêmên din ên Yekîtiya Sovyetê wekê xwediyê şert û mercên aborî yên guncav dihate dîtin.[94] Lêbelê di dema ku welat derbasê aboriya bazarê dibe hema hema ji hemî Komarên Sovyeta berê hêdîbûneke aborî ya kurt werdigire. Di dema paşketinê de, di navbera salên 1991 û 1999an de, Ûkrayna ji %60 ji GDP-ya xwe winda dike[95] û ji hîperînflasyona ku di sala 1993an de ji %10.000 bilind dibe gelek diweste.[96] Rewş tenê piştî ku pereyê nû Grîvna ku di dawiya sala 1998an de bi tundî nirxê pereyê dikeve xwarê û piştre jî di dawiya sala 1998an de bi qismî bi kêmbûna deynê Rûsyayê ya destpêka wê salê re rewşa aboriyê hinek baştir dibe.[97] Mîrateya polîtîkayên aborî yên salên 90î arizîkirina girseyî ya milkên dewletê bû ku çînek ji kesên pir bi hêz û dewlemend afirandiye ku bi navê olîgarşên Ûkraynayê têne zanîn.[94] Piştre welat bi destpêkirina Şerê Rûs û Ûkraynayê di sala 2014an de û di dawiyê de jî dagirkirina axa Ûkraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve di ku di 24ê sibata sala 2022an de dest pê dike bandorên mezin ên neyînî li aboriya welêt kiriye.[98] Aboriya Ûkraynayê bi giştî ji dema ku serxwebûnê ve ji ber gendelî û birêvebirina xerab berbi xerabiyê ve diçe ku bi taybetî di salên 1990î de bûye sedema xwepêşandan û destjikarberdanên organîzekirî. Şerê bi Rûsyayê re di salên 2010an de vegerandina aboriyê asteng dike ku hewildanên ji bo têkoşîna bi pandemiya COVID-19 ku di sala 2020an li seranserê cihanê belav dibe asteng dike.[99] Şer û aboriya xirab dibe sedema rêjeyên vakslêdanên kêm ên ji bo pandemiyê û piştre jî ji ber dagirkeriyên berdewamên ku ji aliyê Rûsyayê ve pêk hatiye rewşa aboriya welat her ku çûye berbi xerabûne ve çûye.[100]

Ji aliyê perspektîfa siyasî ve yek ji taybetmendiyên diyarkar ên siyaseta Ûkraynayê ev e ku pir caran siyaseta welêt li ser du mijarên sereke hatiye dabeş kirin ku mijarên serekeyên siyaseta welêt wekê têkiliya di navbera Ûkrayna û Rojava û têkiliya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ye.[101] An jî bi awayeke din bi dabeş bûna çep û rast a klasîk ku aliyek xwedî meyla rojava ye û aliyê din jî xwedî meyla Rûsyayê ye.[102] Her çiqas Yuşçenko û Yanukovîç bi giştî alîgirê rojava û alîgirê Rûsyayê bûn jî lê her du serokên yekem ên Ûkraynayê Kravchuk û Leonid Kuchma, rasterast hemberhev ên siyaseta di nav Ûkraynayê de bûn ku hevsengiya siyaseta navxweyî ya welat pêk anîne. Li welat li dijî Yanukovych du xwepêşandanên mezin çêbûne: Xwepêşandana yekem Şoreşa Porteqalî ya sala 2004an ku bi deh hezaran kes li dijî sextekarîya wî yê hilbijartinan protesto kiriye (Yushçenko di dawîyê de wekê serok hatiye hilbijartin) û xwepêşandana duyem jî di zivistana salên 2013-2014 de pêk hatiye ku xwepêşandandar bi gelemperî di xwepêşandanên Yevromaydanê kom bûne û li dijî redkirina îmzekirin a Yanukovych ya Peymana Yekîtîya Ewropayê û Ûkraynayê xwepêşandanan lidarxistine. Di dawiya xwenîşandanên 21ê sibata sala 2014an de, ew ji Ûkraynayê reviyaye û ji aliyê parlementoyê ve bi navê Şoreşa Rûmetê ji kar hate dûrxistin. Piştê vê bûyerê Rûsyayê qebûl nekir ku hikûmeta demkî ya alîgirê rojava nas bike û hikumeta demkî wekê cûnta bi nav dike û bûyeran wekê derbeyeke ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve tê piştgirîkirin şermezar kiriye.[103][104][105]

Tevî ku di sala 1994an de Peymana Budapeştê hatiye îmzekirin di peymanê de Ûkrayna razî dibe ku çekên navokî di berdêla garantîkirina ewlehî û yekperçeyiya axa Ûkraynayê de radest bike ku Rûsyayê li hemberî van geşedanan bertekeke tund nîşan dide û li dijî cîranê xwe yê rojava şer daye destpêkirin. Di dawiya sibatê û destpêka adara sala 2014an de Rûsya Kirimê bi hêza xwe ya deryayî ya li Sevastopolê îlheq dike. Piştê ku di warê îlheq kirina Kirimê de Rûsya biser dikeve bi destê Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luhanskê ve li Donbasê dest bi şerekî wekaletiyê dike.[106] Mehên destpêkên şer û pevçûnên bi cudaxwazên ku Rûsya piştgirîya wan dike herikbar bû lê hêzên rûsî piştre di 24ê tebaxa sala 2014an de dest bi êrîşeke eşkere yê li Donbasê dike. Wan bi hev re leşkerên Ûkraynayê paşve xistin û eniya ku di sibata sala 2015an de piştî ku leşkerên Ûkraynayê ji Debaltseveyê vekişiyan ji aliyê leşkerên Ûkraynayê ve hatiye damezrandin û ev eniya şer ji aliyê artêşa Rûsyayê û alîgirên Rûsyayê ve hatiye têk birin.[107] Şer û pevçûn heya serê sibeha 24ê sibata sala 2022an de ku Rûsya dest bi dagirkirinê dike di rewşeke sekan de dimîne.[108][109] Piştê salekê leşkerên rûsî nêzîkî ji %17 ji axa Ûkraynayê ku ji hêla navneteweyî ve hatiye nas kirin kontirol dike ku ji %94 ê ji herêma Luhansk, ji %73 yê ji herêma Kherson, ji %72 ji herêma Zaporizhzhia ji %54 ji herêma Donetskê û tevahiya Kirimê dagir dike.[110] Di dagirkirina Ûkraynayê de Rûsya bi plana xwe ya destpêkê têk çûye ku leşkerên Ûkraynayê di êrîşên dijber de hinek herêmên dagirkirî careke din dîsa vegerandine axa Ûkraynayê.[111]
Şerê leşkerî yê bi Rûsyayê re dibe sedema guhertina polîtîkayên hikûmeta Ûkraynayê ku li hemberî Rojava biguherîne. Demeke kurtê piştî ku Yanukovych ji Ûkraynayê direve di hezîrana sala 2014an de Ûkrayna peymana hevkariyê bi Yekîtiya Ewropayê îmze dike ku piştê sê salan hevwelatiyên Ûkraynayê bê vîze dikarin li welatên Yekîtiya Ewropayê bigerin. Di çileya sala 2019an de Dêra Ortodoks a Ûkraynayê ji dêra Moskowê wekê serbixwe hatiye nas kirin ku biryara sala 1686an a Patrîka Konstantînopolê betal dike ku biryar derbeke din li bandora Moskowê ya li ser Ûkraynayê xistiye.[112] Di dawiyê de di dema şerek berfireh a bi Rûsyayê re, Ûkrayna di 23ê hezîrana sala 2022an de ji bo Yekîtiya Ewropayê statûya berendamiyê wergirdigire.[113] Tevgereke berfireh a dijî gendeliyê di destpêka sala 2023an de bi îstifakirina çend cîgirên wezîr û serokên herêmê di dema nûavakirina hikûmetê de dest pê kiriye.[114]
Erdnîgarî

Ji aliyê erdnîgarî ve piştê Rûsyayê Ûkrayna duyem welatê herî mezin ê Ewropayê ye û welatê herî mezin e ku di nav sinorê Ewropayê de cih digire. Welat di navbera hêlîpan a 44° û 53° bakur û hêlîlara 22° û 41° rojhilatî de ye ku bi piranî li Deşta Ewropaya Rojhilat cih digire. Ûkrayna xwedî rûberek bi berfirehî ya 603.550 kîlometre çargoşe ye û bi qasî dirêjahiya 2.782 kîlomêtre sinorê peravî bi deryayê re heye.[115]
Erdnîgariya Ûkraynayê bi piranî ji deştên bi bereket (deştên bi kêm bidar) û ji deştan pêk tê. Çemên wek Dnîper, Severskî Donets, Dnîster û çemê Bug Başûrê berê ku birijin Deryaya Reş û Deryaya Azovê di nav deştên Ûkraynayê de ber başûr ve diherikin û digihîjin deryayê. Li başûrê rojavayê welêt Deltaya Dunayê heye ku sinorê Romanyayê pêk tîne. Herêmên Ûkraynayê xwedan taybetmendiyên erdnigariyên cihêreng in ku ji bilindahiyên bilind bigirin heya deştên nizm di nav de heye. Çiyayên welêt tenê Çiyayên Karpatanê li rojava ye ku çiyayê herî bilind Çiyayê Hoverla ye ku bi qasî 2.061 mêtre bilind e û Çiyayên Kirimê ye ku li başûrê peravê li ser peravê deryayê ye.[116]
Ûkrayna di heman demê de xwediyê zozanên bilind ên wekê Volyn-Podillia (li rojava) û Near-Dnipro (li rexê rastê yê Dnieper) e. Li rojhilat zozanên başûrê rojavayê Serbilindiya Navendî ya Rûsyayê hene ku di ser sinorê Rûsyayê re derbas dibe. Nêzîkî Deryaya Azovê zozanên wekê Donets Ridge û Near Azov hene.
Çavkaniyên xwezayî yên girîng ên li Ukraynayê lîtium, gaza xwezayî, kaolîn, dar û gelek zeviyên çandiniyê hene.[117][118] Li Ûkrayna gelek pirsgirêkên jîngehê derketine holê ku li hinek herêman pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê heye.[119] Qirêjiya hewa û avê û bê daristanî bandorê li welat dike û her wiha li bakurê rojhilat qirêjahiya radyasyona ji ber qezaya sala 1986an a Santrala Nukleerî ya Çernobîlê bandor li herêmên nêzîkî cihê qezayê dike.[120] Zirara jîngehê ya ku ji ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê wekê ekolojîk tê binav kirin ku hilweşandina Bendava Kakhovkayê bûye sedema qirêjiya giran û bi milyonan ton bermahiyên qirêj ku tê texmîn kirin ku ji bo rakirina bermahiyan zêdeyî 50 milyar dolar lêçûn heyceye.[121][122]
Avhewa

Ûkrayna di hêlîpan a navendî de ye ku ji xeynî peravên başûr ku xwedan avhewayên subtropîkal ên nîv zuwa û şil e welat bi gelemperî xwedî avhewayeke parzemînî ye.[123] Germahiya navînî ya salane ji 5,5–7 °C li bakur, heya 11–13 °C li başûr diguhere. Barîna baranê herî zêde li rojava û li bakur, herî kêm jî li rojhilat û li başûrê rojhilatê dibare.[124] Li rojavayê Ûkraynayê, bi taybetî li Çiyayên Karpatanê salane dora 120 santîmetre (47,2 înç) baran dibare lê li Kirimê û deverên peravê yên Deryaya Reş li derdora 40 santîmetre (15,7 înç) baran dibare.[124]
Ji ber guherîna avhewayê nemaze di mehên havînê de tê pêşbînîkirin ku asta avê ji hewzên mezin ên çeman kêm dibe ku ev yek ji bo sektora çandiniyê xetereyan çêdike.[125] Bandorên neyînî yên guherîna avhewayê li ser çandiniyê bi piranî li başûrê welêt tê hîskirin. Banka Cîhanî diyar kiriye ku Ûkrayna li hemberê guherîna avhewayê bê parastin e.[126]
Biyopirrengî
Ûkrayna ji şeş ekoherêmên bejayî pêk hatiye. Ev ekoherêm ji Daristanên tevlihev ên Ewropaya Navendî, Kompleksa daristanên binserî yên Kirimê, çolên daristanên Ewropaya Rojhilat, daristanên tevlihev ên Panoniyayê, daristanên konîferên çiyayî yên Karpatê û ji çolên bê darên Pontîkê pêk hatiye.[127] Rêjeya daristanên konîfer ji daristanên pelweşîn zêdetir in.[128] Li Ûkraynayê 45.000 cureyên ajalan hene (bi piranî bêmazmazk in) ku niha hebûna 385 cureyên ajalan di bin xetereyê de ye ku di Pirtûka Daneyên Sor a Ûkraynayê de hatine tomar kirin.[129] Li gel ku Deltaya Dunayê ku hatiye parastin, qadên avî yên navneteweyî zêdetirî 7.000 kîlometre çargoşe rûber vedigirin.[130]
Polîtîka
Ûkrayna komarek e ku di bin pergaleke nîv-serokatî yê xwedî şaxên qanûnî, kanûndanîn û dadwerî ya veqetandî ye.[131]
Destûra bingehîn

Destûra Bingehîn a Ûkraynayê di 28ê hezîrana 1996an de di rûniştina 5em a Verkhovna Rada ya parlamentoya Ûkraynayê de hatiye qebûlkirin û hatiye pejirandin.[132] Destûra bingehîn bi 315 dengên erê yên ji 450 dengên temamî (herî kêm 300 bi deng erê) hatiye pejirandin. Pêdivî ye ku hemî qanûnên din û sererastkirina qanûnên din ên hiqûqê yên normatîf ên Ûkraynayê li gorî destûra bingehîn tevbigerin. Mafê sererastkirina destûra bingehîn bi prosedureke taybet ya qanûnî bi tenê di destê parlamentoyê de ye. Yekane saziya ku dikare destûra bingehîn gotûbêj bike û diyar bike ka qanûn li gorî wê ye an na, Dadgeha Destûra Bingehîn a Ûkraynayê ye. Ji sala 1996an vir ve bi betlaneyeke giştî Roja Destûra Bingehîn di 28ê hezîranê de tê pîroz kirin.[133][134] Di 7ê sibata sala 2019an de Verkhovna Rada deng daye ku guhertinên qanûnî yên ku armancên stratejîk ên Ûkraynayê wekê tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê û NATOyê pêk tîne diyar bike.[135]
Rêveberî
![]() |
![]() |
Volodîmîr Zelenskî Serokê dewleta Ûkraynayê |
Denîs Şmîhal Serokwezîrê Ûkraynayê |
Serokê rêveberiya Ûkraynayê bi dengdana gel ji bo heyamek pênc salan tê hilbijartin û serokê fermî yê dewletê ye.[136] Şaxa qanûndanînê ya Ukraynayê ji 450 kursiyan parlamentoya yek-meclîsî ya Verkhovna Rada pêk tê.[137] Parlamento berpirsiyarê bingehîn ê avakirina desteya qanûndanînê û kabîneya wezîran e ku bi serokatiya serokwezîrê Ûkraynayê tê birêvebirin.[138] Serokkomariya Ûkraynayê kar û xebatên wezîrên karên derve û berevaniyê ji bo ku pesendkirina parlemanê destnîşan bike û her weha erka destnîşankirina dozgera giştî û serokê dezgeha ewlehiyê di destê xwe de digire.[139]
Ger were dîtin ku qanûn têne binpê kirin dibe ku qanûnên parlamento û kabîneyê, biryarnameyên serokatiyê û qanûnên parlementoya Kirimê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve werin betal kirin. Kiryarên normatîf ên din di bin hûrgilî yên dadweriyê de ne. Dadgeha Bilind di pergala dadgehên dadrêsiya giştî de saziya sereke ye. Rêveberiya xweseriya herêmî bi awayekî fermî tê garantîkirin. Meclîsên xwemalî û şaredarên bajaran ji aliyê gel ve têne hilbijartin û kontrola lêçûnên herêmî di destê van saziyan de ye. Serokên rêveberiyên herêm û navçeyan li ser pêşniyarên serokwezîr ji aliyê serokkomar ve têne erkdar kirin.[140]
Demografî
Berî dagirkirina Rûsyayê ya sala 2022an a Ûkraynayê, welat xwediyê nifûsa 41 milyonan bû û heştem welatê herî qelebalix ê Ewropayê bû. Ûkrayna welateke pirr bajarvanî ye û deverên pîşesaziyên welat li rojhilat û başûrê rojhilatê herî qerebalix in ku nêzîkê ji %67 ji tevahiya nifûsa Ûkraynayê li van deverên bajarî dijîn.[141] Di wê demê de li Ûkraynayê serê kîlomêtre çargoşeyê 69,5 kes diketin û bendewariya temena jiyanê ya giştî li welat 73 sal (68 sal ji bo mêran û 77,8 sal ji bo jinan) bû.[142]
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, nifûsa Ukraynayê di sala 1993 de gihîştiye asta herî bilind ku nifûsa Ûkraynayê di demê de gihîştiye 52 milyonan. Lêbelê ji ber ku rêjeya mirina mirovan ji rêjeya jidayikbûnê zêdetir dibe, koçberiya girseyî, şert û mercên jiyanê yên xirab û ji ber lênihêrîna tenduristî ya kêmkalîte nifûsa giştî ji heman salê heya sala 2014an 6,6 milyon kes (ji %12,8) kêm dibe.[143][144]
Li gorî hêjmara sala 2001ê ûkraynayiyên etnîkî bi rêjeya ji %78 koma nifûsê ya herê zêdeyê welat e. Piştê ûkraniyên etnîkî duyem civaka herî qerebalixê Ûkraynayê ku rûsên etnîkî ne ku bi qasî ji %17,3 ji nifûsa Ûkraynayê pêk aniye. Nifûsa hindikahiyên piçûk ên welêt ev in: belarûsî (%0,6), moldovî (%0,5), tatarên Kirimê (%0,5), bulgarî (%0,4), mecarî (%0,3), romanî (%0,3), polonî (%0,3), cihû (%0,3) ermenî (%0,2), yewnanî (%0,2) û tatar (%0,2).[145] Her weha hatiye texmîn kirin ku li Ûkraynayê nêzîkî 10 û 40 hezar koreyî hene û bi piranî li başûrê welêt jiyan kirine ku ji koma dîrokî ya koryo-saram in.[146][147] Di heman demê nêzîkî 47.600 roman (her çiqas Konseya Ewropayê hejmareke zêde ya nêzîkî 260.000 kes texmîn dike) li Ûkraynayê dijîn.[148]
Ji derveyê Yekîtiya Sovyeta berê, çavkaniya herî mezin a koçberên ku koçê Ûkraynayê bûne di heyama piştî serxwebûna Ûkraynayê de ji çar welatên Asyayê welatên wekê Çîn, Hindistan, Pakistan û Efxanistanê hatine.[149] Di dawiya salên 2010an de piştî dagirkirina Rûsyayê ya 2022an a Ûkraynayê ku bûye sedema krîza penaberên ûkraynayî 1.4 milyon ûkraynî ji ber şerê li Donbasê di hindurê welat de koçber bûne û di destpêka sala 2022an de zêdetirî 4,1 milyon kes jî ji Ûkraynayê koçber bûne.[150][151] Hikûmeta Ûkraynayê texmîn kiriye ku di sala 2024an de nifûsa herêmên di bin kontrola Ûkraynayê de di navbera 25 û 27 milyonan de ye.[152]
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.