Realîzma êrîşber
teoriya peywendiyên navneteweyî ya ser bi realîzmê ve ye. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Realîzma êrîşber bîrdozeke diyar û giring a peywendiyên navneteweyî ya ser bi neorealîzmê ve ye.[1] Ew ji hizrên bîrdozvanên mezin ên wekî Robert Gilpin, Randall Schweller, Eric J. Labs û Fareed Zakaria pêk diêt. Lê belê serkêşê bîrdozê ku John Mearsheimer e, ev bîrdoz di bersiva bîrdoza neorealîzma bergirîkar (bi inglîzî: defensive neorealism) ya Kenneth Waltzî de dariştiye. Giringtirîn xala ku amaje pê hatiye dan ev e; xweriskê şêlûbêl yê pergala peywendiyên navneteweyî (çi desthelatên navendî nînin ku tevgerên dewletan bi qanûnekê rêk bixin) ji çêbûna reftarên şerranî yên dewletan di siyaseta navneteweyî da berpirsyar e. Mearsheimerî realîzma xwe li ser têkhelkirina hizra her du bîrdozvanên mezin Hans Morgenthau û Kenneth Waltzî danaye.