John Mearsheimer
Profesorekî amerîkî yê zanistên siyasî / From Wikipedia, the free encyclopedia
John Joseph Mearsheimer (bûn: 14ê Kanûna Yekê, 1947) profesorekî amerîkî yê zanistên siyasî yê Zanîngeha Chicagoyê ye.[1]
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî | |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Nivîsînkar, Dersderê zanîngehê |
Karder |
Council on Foreign Relations (en) (- |
Qada xebatê |
Siyaset |
Endamê |
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en) |
Artêş | |
Xwendekarê |
Samuel P. Huntington (en) |
Şêwirmendên doktorayê |
Richard Rosecrance (en) |
Bandorbar | |
Malper | |
Blog officiel |
The Tragedy of Great Power Politics (d) |
Bîrdozvanê peywendiyên navneteweyî ye. Ew ji tayê bîrdozvanên dibistana nûketwarbînîyê anko neorealismê ye. Ew bi kitêbên xwe yên bi navê The Tragedy of Great Power Politics (Xemnameya Siyaseta Hêza Mezin) û The Israel Lobby and U.S. Foreign Policy (Lobiya Îsraîlê û Siyaseta Derve ya Amerîkayê) ya ku bi Stephen M. Walt re nivîsî û têde siyaseta derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi giştî û li hemberî Israîlê bi taybetî rexne kirî, bi navûdeng e. Ew di kitêba xwe ya Xemnameya Siyaseta Hêza Mezin de li dijî bîrdoza Ketwarbînîya bergirîkar anko defensive realismê ya Kenneth N. Waltzî radibe bîrdoza Ketwarbînîya êrîşber (Offenisive realism) dinivîse û dibêje ku xwestina dewletan ji bo qazanckirina hêzê bê-sinor e.[2] Ew di kitêba Lobiya Îsraîlê û Siyaseta Derve ya Amerîkayê de behsa bandora Civaka cihûyan li ser pêvajoya diristkirina siyaseta derve ya Amerîkayê dike.[3] Di kitêba xwe ya dawî ya bi navê Why Leaders Lie: The Truth about Lying in International Politics (Çima Serok Derewan Dikin: Heqîqeta Derewkirinê di Siyaseta Navneteweyî) de jî behsa wan derewan dike yên ku di siyaseta navneteweyî de ji bal serokan ve dihên kirin. Dîsan behsa: derewên di navbera dewletan de, tirsdiristker, bergiriyên sitratejî, efsaneyên neteweperêsiyê û derewên lîberal dike.[4]