Hans Morgenthau
Bîrdozvan û zanayê ketwarbîn anko realîst yê siyasetê û peywendîyên navneteweyî ye. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Hans Joachim Morgenthau, (jdb. 17ê sibata 1904an li Kobûrgê - m. 19ê tîrmeha 1980an li Nyû Yorkê),[1] zanayê siyasetê yê Alman-Amerîkî bû, ko zanayekê bi navûbang yê sedsala 20ê bû di warê peywendiyên navneteweyî da. Ew bi mezintirîn bîrdozvanê ketwarbîn anko realistê qonaxa piştî şerrê cihanî yê duyê diêt nasîn. Morgêntawî pişikdariyeka berçav di berfirehkirina bîrdozên peywendiyên navneteweyî û vekolanên li ser qanûna navneteweyî da kiriye. Kitêba wî ya bi navê Siyaset di navbera neteweyan da: Hevrikiya jibo Hêz û Aştiyê (Politics Among Nations: The Struggle for Power and Peace) di heyama jiyana wî da pênc caran hatibû çapkirin, û bibû kitêbeka giring ya zanîngehên amerîkî.[2] Paşî ev kitêba wî di sedsala 20ê da, di warê bîrdozî da bû lêvegera serekî ji bo bîrdoza ketwarbîniyê.[3]
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê jidayikbûnê | |
Hevwelatî |
Alman-Amerîkî |
Perwerde |
Zanîgehên Kasîmîxyanûmê, Berlîn, Frankfort, Miyûniş |
Pîşe |
Bîrdozvanê Peywendiyên Navneteweyî, Nivîsînkar, Şêwirmendî Siyasî, Dersder |
Karder |
Zanîngeha Şîkagoyê, City University of New York (en), University of Geneva (en) |
Qada xebatê | |
Endamê |
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en) |
Xelat |
Commander's Cross of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d) () |
Bil ji wê ko ew vekolerekê warê siyasetê û peywendiyên navneteweyî bû, herwisa ew rewşenhizrekê çeleng yê warên cida-cida jî bû. Ew hevalê rewşenhizrên serdema xwe bû, û wî û gelek siyasetmedar, zana û rewşenhizrên mezin yên wê serdemê mîna Reinhold Niebuhr George Kennan, Carl Schmitt û Hannah Arendt herdem name ji hevre dişandin. Li destpka şerrê sar dema ko Kennan serokê koma pilandanana wezareta derve ya Amerîkayê bû, Morgêntaw bibû şêwirmendê wezaretê. Bo cara duyê jî li serdema serokatiya John F. Kennedy û Lyndon B. Johnson bibû şêwirmend heta ko Lyndon B. Johnsonî ew jiber rexneyên wî yên li siyaseta Amerîkayê li Viyetnamê ji karê wî derxistî. Lê heta mirinê jî ew li cem wezareta derve ya Amerîkayê gelek rêzdar bû.[4]