From Wikipedia, the free encyclopedia
Orşelîm yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraêl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraêl û hem jî Filistîn bajarê Orşelîmê wekî paytexta xwe îdîa dikin.
Orşelîm
| |
---|---|
ירושלים | |
Navê(n) din: | |
Orşelîm li ser nexşeyê | |
Xeletiya Luayê di Modul:Nexşeya_cihan de, li ser rêza 512: Unable to find the specified location map definition: "Module:Nexşeya cihan/dane/împeratoriya Bîzansê" does not exist. | |
Koordînat: 31°47′Bk 35°13′Rh | |
Welat | Filistîn (herêm) |
Îdîakirin | Filistîn û Îsraêl |
Rêveberî | Îsraêl |
Navçe | Navçeyên Orşelîmê |
Wîlayet | Wîlayetên Orşelîmê |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 4 millennium b.z. |
Sûrên bajarê kevn | 1541 |
Şerê Orşelîmê | 18'ê Pûşperê 1948 |
Jinûve Yekbûn | 7'ê Pûşperê 1967 |
Qanûna Orşelîmê | 30'ê Tîrmehê 1980 |
Îdarî | |
• Cure | Encûmena Şaredariyê |
• Encumen | Şaredariya Orşelîmê |
• Şaredar | Nir Barkat |
• Şaredarê Filistînê | Zaki al-Ghul |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 125.156 dunams (125,42 km2 or 4842 sq mi) |
• Metropol | 652.000 dunams (652 km2 or 252 sq mi) |
Bilindahî | 754 m (2474 ft) |
Nifûs | 936.425 (2019) |
Demonîm | orşelîmî, qudsî |
Etnîkî (2016)[2] | |
• Cihû | 64% |
• Ereb | 35% |
Dem | UTC+3 () |
Koda telefonê | +972-2 |
Malper | jerusalem.muni.il |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).
Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe ,[çavkanî hewce ye] Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.
Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma.[çavkanî hewce ye] Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.
537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.
Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.
Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna.[çavkanî hewce ye] Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.
638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz".[çavkanî hewce ye]
Bawermendên mesîhî û misilman bajar wekî "Bajarê Pîroz" (bi îngilîzî: the Holy City), "Qudsa Pîroz" û "Qudsa Şerîf" (Kudüs-i Şerif, Quds ash-Sharif) bi nav dikin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.