From Wikipedia, the free encyclopedia
Neteweyên Yekbûyî, Neteweyên Yekgirtî yan jî NY, (bi îngilîzî: United Nations) rêxistineke navneteweyî ye ku armanca wî parastina aşitî û ewlekariya navneteweyî, pêşxistina têkiliyên dostanenya di navbera gelan de, bidestxistina hevkariya navneteweyî û bibe navendek ji bo lihevkirina kiryarên neteweyan. Neteweyên Yekbûyî, rêxistina navneteweyî ya herî mezin û naskirî ya cîhanê ye. Navenda Neteweyên yekbûyî li ser axa navneteweyî ya li bajarê New Yorkê ye û ofîsên din ên sereke li bajarên wek Jenev, Nairobî, Viyana û Den Haag hene.
Neteweyên Yekbûyî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi armanca pêşîlêgirtina şerên pêşerojê, li cihî Komela Gelan a ku bêbandor bu hate damezrandin. Di 25ê nîsana sala 1945an de 50 kes li bajarê San Franciscoyê ji bo konferansekê li hev civiyan û dest bi amadekirina Peymana Neteweyên Yekbûyî kirin ku di 25ê hezîrana sala 1945an de hat qebûlkirin û di 24ê cotmeha sala 1945an de dema ku Neteweyên Yekbûyî dest bi xebatên xwe kir, ket meriyetê. Li gorî Peymannameyê, armancên rêxistinê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî, parastina mafên mirovan, gihandina alîkariyên mirovî, pêşvebirina geşedaniya domdar û parastina hiqûqa navneteweyî ye. Di despêka damezrandina saziyê de 51 dewletên dewletên endam hebûn.[1] Bi beşdariya Sûdana Başûr a di sala 2011an de, endamên rêxistinê gihiştin 193 dewletan ku hema hema hemî dewletên serwer ên li cîhanê ne.[2]
Rêxistina navneteweyî ya nû di navbera şandeyên Çarên Mezin ên Hevalbendan de li Konferansa Dumbarton Oaks ji 21ê îlonê heya 7ê çiriya pêşîn a sala 1944an de hate gotûbêj kirin. Di konferansê de di navbera wan de li ser pêşniyarên ji bo armanc, avahî û xebata rêxistina navneteweyî ya nû li hevhatinek pêk hat.[3] Beriya ku hemî pirsgirêk bên çareserkirin, konferansa li Yaltayê, pê re gotûbêjên din ên bi Moskoyê re pêk hatin.[4]
Di 1ê adara 1945an de 21 dewletên din Danezana Neteweyên Yekbûyî îmze kiribûn.[5] Piştî çend mehan Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Rêxistina Navneteweyî li San Francisco, di 25ê nîsana sala 1945an de, bi beşdariya 50 endam û hejmarek ji rêxistinên nehikûmî vebûn.[6] Çar welatên mezin ên sponsor welatên din vexwendibûn ku beşdar bibin û serokên şandên her çaran serokatiya civînên giştî kirin. Winston Churchill ji Roosevelt xwest ku piştî rizgarkirina Parîsê di tebaxa sala 1944an de, Fransayê vegerîne statuya hêzeke mezin. Amadekirina Peymana Neteweyên Yekgirtî di nav du mehên pêş de bi dawî bû û di 26ê hezîrana sala 1945an de ji aliyê nûnerên 50 welatan ve hat îmzekirin. Jan Smuts nivîskarê sereke yê pêşnûmeyê bû. Neteweyên Yekbûyî di 24ê cotmeha sala 1945an de bi erêkirina peymannameyê ji aliyê pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê-Amerîka, Brîtanya, Fransa, Yekîtiya Sovyetan û Komara Çîn û ji aliyê piraniya welatên din ve û bi piraniya 46 îmzekaran ve, bi awayekî fermî hate damezrandin.[7]
Civînên yekem ên Civata Giştî, bi nûnertiya 51 welatan û Encûmena Ewlekariyê di destpêka çileya sala 1946an de li bajarê Londonê pêk hat.[7] Gotûbêjan bi yekcarî dest pê kir, mijarên aktîv ên wekî hebûna leşkerên Rûsî li Azerbaycana Îranê, hêzên Brîtanya li Yewnanistanê û di nav çend rojan de vetoya yekem hate pêkhatin.[8] Di vî demê de dîplomatê Brîtanî Gladwyn Jebb bi wekalet sekreterê giştî bû.
Civata Giştî bajarê New Yorkê ji bo navenda Neteweyên Yekbûyî hilbijart, avakirin di 14ê îlona sala 1948an de dest pê kir û tesîsa rêxistinê di 9ê cotmeha sala 1952an de qediya. Cihê mîna avahiyên baregehên Neteweyên Yekbûyî yên li bajarên Jenev, Viyana û li bajarê Naiobiyê, wekî erdê navneteweyî hatiye destnîşankirin.[5] Wezîrê Derve yê Norwêcê Trygve Lie wek yekem sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî hatiye hilbijartin.[7]
Ji xeynî Vatîkanê, hemî dewletên serbixwe yên cîhanê yên bê nîqaş endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Sûdana Başûr ku di 14ê tîrmeha sala 2011an de tevlî rêxistinê bû, bi tevayî 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, ya herî dawî ye.[9] Peymana Neteweyên Yekbûyî ku qaîdeyên endamtiyê destnîşan dikin ev in:[10]
1. Endametiya Neteweyên Yekbûyî ji hemî dewletên din ên aştîxwaz re vekirî ye ku erkên ku di vê şertnameyê de cih digirin qebûl dikin û li gorî biryara rêxistinê, dikarin û dixwazin van erkan bi cih bînin.
2. Qebûlkirina her dewletekê ji bo endamtiya Neteweyên Yekbûyî dê bi biryara Lijneya Giştî ya li ser pêşniyara Konseya Ewlekariyê pêk were. Beş II, Bend 4.
Her wiha du dewletên çavdêr ên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên ne endam hene. Yek ji van serweriya Vatîkanê ye û yeka din jî Dewleta Filistînê.[11] Giravên Cook û Niue, her du dewletên ku bi Nû Zelenda re di nav hevkariyek azad de ne, endamên tam ên gelek ajansên pispor ên Neteweyên Yekbûyî ne û "kapasîteya wan a bi tevahî peyman kirina" ji aliyê Sekreteriyayê ve hatiye pejirandin.[12]
Îndonezya yekem û tekane welat e ku endametiya xwe ji Neteweyên Yekbûyî vekişand, ji bo protestokirina hilbijartina Malezyayê wekî endamek ne-daîmî ya Encumena Ewlekariyê di sala 1965an de di dema nakokiyên di navbera her du welatan de pêk hatibû.[13] Piştî ku CONEFO wekî hevrikek demkurt a Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin, Îndonezya di sala 1966an de endamtiya xwe ya tam ji nû ve da destpêkirin.
Civata Giştî ji welatên endam ên rêxistinê pêk tên. Nûnerên her endamekî di Lijneya Giştî de nikarin ji 5 kesan zêdetir bin. Karên Lijneya Giştî ev in:
Konseya ewlekariyê di qada siyasî de desteyek rêveber e. 5 endamên daîmî yên Konseya ewlekariyê DYA, Çîn, Înglistan, Fransa û Rûsya xwedî mafê vetoyê ne. 10 endamên demkî ji bo heyama du salan têne hilbijartin û her sal 5 endamên demkî têne nûkirin. Endamtiya demkî di 1ê çileyê de dest pê dike û di 31ê kanûna pêşîn a sala din de bi dawî dibe. Hilbijartina wan li ser hevsengiya erdnîgarî ye. Karên konseya ku ji 15e endaman pêk tê ev in:
Ji bo ku Encumena Ewlekariyê biryarê bide, rêjeya 9/15 pêwîst e û divê yek ji endamên daîmî dengê xwe nede. Li gorî hiqûqa Neteweyên Yekbûyî, dema ku Encumena Ewlekariyê biryarek distîne, yek an jî çend endamên xwedî mafê veto beşdarî dengdanê nebin, nayê wê wateyê ku ev endam biryarê veto dikin. Her wiha bêlayetiya endamên daîmî tê wateya heman encamê.
Baregeha NY li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Dewletên endam nûnerên xwe dişînin wê baregehê daku li ser mijarên cîhanî gotûbêjan bikin û birryaran bidin.
Neteweyên Yekbûyî şeş dezgehên bingehîn û jimareyek mezin jî dezgehên taybet hene.
Dezgehên taybet yên Neteweyên Yekbûyî:
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.