Adi Holzer: Serpêhatî (Lebenslauf) (1997). Adi Holzer jiyanê dişibîne bendê canbazan
Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Abdullah Demirtaş di sala 1966an de li bajarê Diyarbekirê, li navçeya Licê, li gundê Sîsê ji dayika xwe bû ye. Wî dibistana sereaytê li Amedê li dibistana Silêman Nazîf, paşê li Elî Emiriyê, li dibistana amadehiye karbendê û li Elezîzê jî di Zanîngehê de beşa Fen û Edebiyatê xwendîye. Ji sala 1990î û heta sala 2004an di nava xebata sendîqeya mamostan de ye. Di nava Egit-Sen û Egit-Birsenê de çalak e. Hem li Mêrdînê û hem jî li Amedê serokatiya wan kirîye. Wî ji sala 1987an heta sala 2000î mamostetiya felsefê kirîye. Di dema mamostetiya xwe de du caran nefî bûn dibe û ji sedemê doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo zarokên kurdan dike, ji mamostetiyê tê avêtin.
Di hilbijartina 2004an de wek serokê Şaredariya Sûrê tê hilbijartin. Demirbaş, di dema serokatiya şaredariyê de jî bi xebatên xwe yên ji bo parastina çanda kurdî û di xebatên şaredariyê de bikar anîna zimanê kurdî bala dewletê dikşîne û niha jî di derbarê wî de 12 lêpirsîn hatine vekirin, hin ji wan hê jî tên meşandin. Demirbaş ji bo kar û barên xwe yên şaredariyê û xebatên ziman û çandî gelek xelat jî wergitine. (Gotarê bixwîne...)
Image 2
John Stuart Mill (jdb. 20'ê gulana1806 li Pentonville, London − m. 8'ê gulana1873 li Avignon, Fransa), fîlozofeki ku bi eslê xwe îngilîzî bû. Lêkolînên wî li ser bandora aboriyê li hizirkirinê bûn. Bi taybetî, li ser civaknasa lîberal lêkola. Hizrên wê, ji aliyê ramyarî û rewistê (exlaqê) ve kartêkirina wan bû. Navê bavê wî James Mill bû.
Felsefeya wî, wek beşa di xate empîrîzmê de bûya. Bi taybetî, di xate David Hume de bûye. Bandora hizrên "ûtîlîtarîzmê" ku ji Jeremy Bentham jî li ser wî bûye. Ku bi nêzîkatiya olî, li civakê û aboriya taybet lêkola. Pirtûka wî ya bi navê "The Principles of Political Economy" (1848) de, weke pirtûka wî ya ku xwediyê nêzîkatiya wî ya bingihîn bû di wan waran de. Ev hizrên wî û bi taybetî ev pirtûka wî bixwe jî, weke pirtûka dibistanê ya ji fahmkirinê jî hatiye nasîn.
Li ser azadî û rewşa jinan jî sekiniye. Bi taybetî, hizrên wî yên ku hatina ser ziman, temenê lîberalîzmê afirandina. Hin hizrên wî yên ku bi navê "tevgerên mirovan" re jî hatina nasîn. (Gotarê bixwîne...)
Sara Teasdale ( 1907 ) Sara Teasdale (jdb. 8ê tebaxê1884 − m. 29ê kanûna paşîn a 1933) helbestvanalîrîk a amerîkî ye.Ew bi navê Sarah Trevor Teasdale li Sankt Louis, Missouri ji dayik bû, û navê Sara Teasdale Filsinger piştî zewaca xwe di sala 1914an de bikar anî.Di sala 1918an de wê Xelata Pulitzer ji bo berhevoka helbestên xwe yên sala 1917ê Stanên Evînî wergirt. (Gotarê bixwîne...)
Ew li dijî hilberîna bombeya atomê derketiye û ji aliyê sazûmaniya YKSSê ve bi cezayê sirgunê ve hatiye cezakirin. Ji bo parastina mafê mirovan jî gelek berxwedaye. Rêxistinekî bo piştgiriye girtiyên polîtîk damezirandiye. Ji ber ku li dijî şerê Efxanistanê derdiket, sala 1980î de bo demekê hatiye girtin. (Gotarê bixwîne...)
Image 6
Marion Cotillard,30'ê rezberê1975'an li Parîsê ji dayik bûye. Ji ber ku dê û bawê wê şanoger bûn di biçûktiya xwe de derket ser dîkan. Bi piştgiriya malbata xwedi 16 saliya xwe de yekem filma xwe bi navê Story of a Boy Who Wanted to Be Kissed/Çîroka Zarokekî ku Dixwaze Were Maç kirin (1994) ku derhênerê wî Philippe Harel bû kişand. Piştre frêza filmên "Taksî" (1998) , "Les Jolies Choses/Tiştên Şêrîn" (2002) û bi "Dergistiya Winda" (2005) listivaniya xwe îspat kir û çend xelatan jî vergirt. (Gotarê bixwîne...)
Sosika Simo, yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946î de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sosika Simo re zewicî bû. Stran û klam Ermenistanê di Radyoya Êrîvanê de digot. Sosika Simo kilama xwe ya bi navê Lo lo Miho, nava kurdên qefqazê de navdeng bû. Sala 1945 de ev kilam got û bi dengê xwe yê zîz û zêrîn Sosika Simo bû dengbêjeke nemir nava gelê kurd de.
ji bo evîna hunerê dev ji karê duxtoriyê berdide.
Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta berê bû.
Ji bo evîna xwe, berevajî meyla civaka xwe radibe û bi yekî Ermenî re dizewice.
Bi cilûberg û reqsa Kurdî navdar bû lewma jê re digotin " Gula govendê"
Tev mîrê bilûrê "Egîdê Cimo" xebitiye,
Bi rêya Radyoya Yerîvanê dengê xwe digihîne Kurdan
Sosika Simo sosyalîst bû, strana " Lenînê Mezin" û "Lenîn rabû em rizgar bûn" wisa raber dike.
Li dika navdar a hindikayiyan Dika Flarmonya pir caran derdikete pêşberî hezkiriyên xwe. Sosika Simo her wisa riya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurdên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Sosika Simo li sala 1977an de çavên xwe li dinyaya ron girtin çû ber rehma Xwedê. Dema ku mir 52 salî bû. (Gotarê bixwîne...)
Profesor Şakirê Miho li sala 1948 li zanîngeha Êrîvan li beşa dîrokê dest bi xwendina bilind kir û sala 1952 zanîngeh qedand û bû bi mamosteyê dîrokê.
Profesor li gel gelek xebatên akademîk û rojnamenivîsiyê, li sala 1994 li gel Prf. Lazerîv. Prf. Hesretyan, Dr. Beşîr Sebir, Dr. Jîngalîne, Dr. ZarêTusupovne, Dr. Vasîlîvne, Dr. Museylan û Dr. Simîrnove Navenda Lêgerîna Kurdî li Moskowayê ava kir û bû berpirsiyarê vê navendê. (Gotarê bixwîne...)
Sirri Sakik wek zarokê Sabrî û Fatma Sakik hate dunê. Di Rêvebirîna Turîzmê de xebitî. Piştrev di rojnameyên Cumhuriyet û Vatan de wek rojnamenivîs xebitî.
Sirri Sakik yek ji damezrênerê partiyên DEP û DTPê bû û niha parlamenterê DTPê yê Mûşê ye. Di vegera 19'an parlamenterê Mûşe û di vegera 23'an amîrê îdare ya dîvana serokatiya Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê (TBMM). Sakik bave 3 zarokan e. (Gotarê bixwîne...)
Canan Korkmaz di sala 1970an de li MansaEzirganê ji dayîk bûye. Wê dibistana seretaye li Ezirganê, ya navîtayî û lîseyê li Stenbolê xwendiye. Paşê li Zanîngeha Trakyayê di sala 1997an de beşa hekîmtiyê bi serfirazî qedandiye. Ji sala 2004an heta 2009an li Bazîdê bijîşkiyê kiriye. Dr. Canan Korkmaz endamê yekitiya bijîşkên li Agiriyê ye. Di sala 2009an de wek seroka şaredariya Bazîdê ji BDPeyê hatiye helbijartin.
2007 – Li başûrê Kurdistanê , lî bajarokê Qahtaniya ku girêdayî navçeya MûsilêŞengalê ye, êrîşa reşekujî (terorîstî) pêk hat. Di encamê de nêzîkî 500 kurdên êzîdî jiyana xwê ji dest dan. Hate tesbîtkirin ku di êrîşê dê du ton bombe hatiye teqandin.