Por (anatomî)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mû, qij, pirç an jî pûrt beşekî ji poşerekoendama (bi îngilîzî: integumentary system) laşê mirov e.
Mû bi eslê xwe taya proteîna keratînê ye ko ji epîdermîsê dirêjê derva dibe. Heke ev tayên keratînî li ser çîp, zend, dest, mil an jî li ser zik û pişta mirov be, navê wî mû ye. Lê li hin deverên Kurdîstanê, ji bo koma van mûyên laş, peyva pirç jî tê bikaranîn. Herwisa mûyên laşê ajalan jî wekî pirç an jî pûrt tê navkirin. Komên mûyên laş, li gor cih û erkê xwe tên navkirin. Koma mûyên serê mirov wekî por, mûyê li ser lêva jorîn wekî simbêl, mûyê li rûyê mirov wekî rî, mûyên palikên çav wekî bijang, mûyên jorê çav jî wekî birû tên navkirin. Herwisa koma mûyên li derdora endamê zaûzê (zayend) jî wekî rêv tê navkirin. Gava mirov digihîje temenê pêgihîştinê (bi îngilîzî: puberty), ango devrûberê salên 12-14 yê, di laşê mirov de rêv dirêj dibe. Berê temenê pêgihîştinê, mûyên laşê kur û keçan bê reng e, mîna hirî nerm e, zirav û kin e. Piştê temenê pêgihîştinê ji ber hormonên nêrînî (androjen), bi taybetî ji ber hormona testosteronê, mûyê laşê xortan diguhere, dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe, dibin mûyên mayînde (bi îngilîzî: terminal hair)[1]. Bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Di laşê keçan de mêjera testosteronê pir hindik e[2], loma ji xeynî mûyên binçeng û rêv bi gelemperî, mûyê laşê wan lawaz dimîne.