peyva çewrî (lîpîd) ji bo hemû corê rûnên xane û şaneyan tê bikaranîn. Şima, fosfolîpîd, glîkolîpîd, asîdên rûnê, hin corên vîtamînan (A,D,E,K), karetenoîd, steroîd, kolesterol, bez û rûn hemû di koma çewrî de tên binavkirin. From Wikipedia, the free encyclopedia
Çewrî an jî lîpîd ji bo hemû cor rûnên xane û şaneyan tê bikaranîn. Şima, fosfolîpîd[1], glîkolîpîd, asîdên rûnê, hin corên vîtamîn (A, D, E û K)[1] , karetenoîd, steroîd[1], kolesterol[1], bez û rûn hemû di koma lîpîdan de tên bi navkirin. Lîpîd molekula dijav e (hîdrofobî).
Terma lîpîd ji zimanê yewnanî ji peyva lipos, bi wateya "rûn", çêbûye.
Rûn makromolekul in lê ne polîmer in. Pêkhateya molekula rûnê ji du cor molekûlan, ji glîserol (glîserîn) û asîdên rûne pêk te. Glîserol alkola sêkarbonî ye, li ser her karbonê koma hîdroksîlê heye.
Hejmara karbonên di nav asîdên rûnê dibe ko ji 4 heta 38 an be. Lê asîdên rûnê bi gelemperî ji zincîra 12- karbonan pêk tê[2].
Molekula rûnê ji çar beşan pêk tê. Yek glîserol û sê heb asîdên rûnê molekulek rûnê pêk tîne[2]. Rûn bi dehîdrasyonê çêdibin. Navbera glîserol û asîden rûnê de bendên esterê ava dibe.
Nîvişk, bezê goşt donê gulberojê, donê zeytê hwd, hemû rûn in, lê molekulên wan ne wekhev in. Pêkhateya hemû rûnan da glîserol yek cor e. Lê gelek texlîdên asîdên rûne hene, loma sedema corebûna rûn ne ji ber glîserolê, lê ji ber cora asîda rûnê ye. Ne tenê hejmara karbonan, lê hejmara bendên di navbera karbonên asîdê jî cora asîda rûnê diyar dike.
Eger di navbera hemû karbonên asîda rûnê de yek bendên kîmyayî hebe, ev asîda rûnê ya yekbendî wekî asîda rûnê têrbûyî tên binavkirin[2].
Hin asîdên rûnê di navbera hin karbonên xwe de cotbendên kîmyayî lixwe digirin, ev asîdan wekî asîdên rûnê yên netêrbûyî bi nav dibin[2].
Hejmara cotbendên asîdên rûnê di pêkhateya hemû asîdê rûnan da ne yeksan e. Dibe ko di asîda rûnê de yek cotbend, di yeka din da pirtir(herî zêde heşt) cotbend hebe. Asîdîn rûnê yên ko yek cot bend dihundirîne wekî asîdên rûnê yên yekîtêrnebûyî ,ên pirtir cotbend dihundirînin jî wekî asîdên rûnê yên çendeyîternebûyî tên navkirin.
Xaneyên mirov ji xeynî du asîd, dikare heman asîdên rûnê ji molekulên xurekê çêbike, lê du ji wan asîdên rûnê di laşê mirov de çênabe, divê van asîdan raste rast wekîxurek bên girtin. Asîdên rûnê yên ko tenê bi xurek tên girtin û di xaneyan da çênabin, loma wekî asîdên rûnê yên bingehîn bi nav dibin.
Asîdên rûnê yên bi navê asîda linoleî (asîda rûnê ya omega-6) û asîda alfa-linoleî (asîda rûnê ya omega-3) asîdên rûnê yên bingehîn in. Van herdu asîd jî asîdên rûnê yên çendeyîternebûyî ne.
Ji boy berdewamiya kar û barên asayî yên xane û şaneyan, pêdivî bi asîdên rûnê yên bingehîn heye. Rûnên bingehîn wekî beşekî fosfolîpîdan, di pêkhateya parzûna xaneyê de cih digrin. Her wisa bi taybetî parzûna xaneyên çav û mêjî bi asîdên bingehîn dewlemend in.
Goştê masî û rûnên riwekan ji boy asîdên bingehîn çavkaniyên herî baş in. Dendikê kûndir, dendikê gûlberojê, û gûz bi asîdên rûnê yên bingehîn dewlemend in.
Li gor asîdên rûnê du corên rûn (trîglîserîd) heye. Ko di pêkhateya rûn de asîdên rûn, ên asîdên têrbûyî be ev rûn wekî rûnê têrbûyî bi nav dibe, na eger ko pêkhateya rûn da asîdên netêrbûyî hebe, vê gavê ev rûn wekî rûnê netêrbûyî tê binavkirin.
Bez, rûnê nivişk û margarîn rûnê têrbûyî ne. Hemû karbonên asîdên rûnê bi têra xwe bi hîdojenan ve girêdayî ne. Êdî tu derfet tuneye ko hîdrojenên nû bi karbonên asîdên rûnê ve bi bendên kîmyayî bên girêdanê. Ango asîdên rûnê ji hîdrojenê têr bûne.
Bi gelemperî rûnên têrbûyî di xane û şaneyên ajalan de tê çêkirin. Van rûnan di germahiya odeyê de( 20-25 °C) req in[3]. Ango asta xala helîna rûnên têrbûyî li gor rûnên netêrbûyî zêde ye.
Bi gelemperî rûnê riwekan û ên masiyan rûnên netêrbûyî ne. Hemû karbonên asîdên rûnê hîn bi têra xwe bi hîdojenan ve negirêdayî ne. Rûnên netêrbûyî di germahiya odeyê de( 20-25 °C) avî (şilemenî) ne[3]. Asta xala helîna rûnên netêrbûyî li gor rûnên têrbûyî kêm e. Rûnên netêrbûyî wekî don tê binavkirin. Wekî mînak; donê zeytûn, donê guleberojê.
Margarîn ne rûnekî xwezayî ye. Rûne neterbûyî yên riwekan bi hîdrojenê tên têrkirin û bi vî awayê margarîn çêdibe.
Beşa sereke ya parzûna xane û endamokan e[3]. Bi gelemperî molekula fosfolîpîdê ligel glîserolê ji du asîda rûne û ji koma fosfatê pêk tê[4]. Di be ko koma fosfatê bi alkolek nîtrojenî girêdayî be.(alkola ethanolamîn, alkola kolin, hwd).
Steroîd di xane û şaneyên karok, riwek û ajalan da tê çêkirin. Steroîd ji celeba çewrî ye. Steroîd dijav in û di nav avê de nabihujin. Bi binyatî streroîd naşibê çewriyan. Ji ber ko steroîd ne ji asîdên rûne û glîserolê, lê ji çar xelekê bi hev ve zeliqî pêk tê[4]. Vîtamîna D, hormona aldesteronê, testosteron, hormona êstrocen ,hormona kortîzolê, hormona procesteronê û zerav hemû steroîd in[4].
Piraniya kolesterolê di kezeba mirovan da çêdibe, lê hemû xaneyên ajalan dikare kolesrerolê çêbike[4]. Di pekhateya parzûna xaneyên ajalan de, li gel fosfolîpîdan, kolesterol jî cih digire[3]. Her wisa kolesterol pêşengiya hemû steroîdan dike. Herikbariya parzûna xaneyê ji ber kolesterolê ye. Kolesterol parzûnê bi hevre digre û zexm dike.%20 ê lîpîdên parzûne ji kolesterolê pêk tê
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.