Nûh
Pêxember / From Wikipedia, the free encyclopedia
Nûh ankû Nebî Nûh (îbranî: נֹחַ, נוֹחַ, Noaẖ; tîberî: Nōăḥ; erebî: نُوح, Nūḥ; yewnanî: Νῶε, Noe), di her çar olên mazin ên yek-xwedayî (dînên îbrahîmî) de kesê sereke yê efsaneya tofanê ye.
Li cîhanê rojava, xiristiyanî ola ku herî zêde pê tê bawerkirin. Xiristiyanî, bi sereke, ku çend mezhebên wê hebin jî, mezhebên sereke ên katolîk, protestan, û her wusa, li welatên weke Rûsya û hwd jî ortodoksî pêşketiye û heye. Hemû mezhebên wê de jî navê Nûh pîroz e. Li gorî îslamê jî Nûh pêxember e.
Dibêjin Nûh ji dûndana kurê Adem Sêt bû, navê bavê wî Lamex e. Li gorî efsaneyê, Nûh bû bavê çar kuran: Sam, Ham, Yafet û Kenan (Yam). Li gorî Tewratê sê kurên Nûh hebûn û Kenan kurê Ham e (Destpêkirin 9:19). Li gor efsaneyê diya kurên Nûh Waliye bû. Li gor Tewratê di dema tofanê de Nûh 600 salî bû û di 950 saliya temenê xwe de miriye (Destpêkirin 7:11; 9:29). Li gor Muhemmed pêxember (Al-Ankabut, 14) Nûh pêxember di destpêka tûfanê de 950 salî bû û li gor Kitab al-muamarîn a ji Abû Hatîm al-Sicistanî, Muhemmed pêxember bi tevahî 1450 sal kir û mir[1]