Tewrat
Pirtûka pîroz a Cihûtiyê From Wikipedia, the free encyclopedia
Tewrat (bi îbranî: תּוֹרָה, torah) pirtûkeke pîroz ya cihûyan e.

Bi zimanê îbranî navê her pênc pirtûkên pêşî yên Peymana Kevin bi hev re Tewrat (yanî "hîndarî") e. Navê wan pênc pirtûkan jî ev in:
- Destpêkirin (bi îbranî: ; bi yewnaniya kevn: , lat. Génesis; bi latînî: )
- Derketin an pirtûka Derketina Îsraêlê ji Misrê (bi îbranî: ; bi yewnaniya kevn: , lat. Éksodos; bi latînî: )
- Qanûna Kahîntiyê an pirtûka Lêwiyan (bi îbranî: ; bi yewnaniya kevn: , lat. Leuitikón; bi latînî: )
- Hijmartin an pirtûka Hijmartinê (bi îbranî: ; bi yewnaniya kevn: , lat. Arithmoí; bi latînî: )
- Dubarekirina Şerîetê an pirtûka Vegerandin li Qanûnê (bi îbranî: ; bi yewnaniya kevn: , lat. Deuteronómion; bi latînî: )
Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serhatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Yaqûb, Esaw, Yûsif, Mûsa, û Harûn tê gotin.
Ji bo Tewrat, Zebûr û Pirtûkên Pêxemberan, bi hevre "Peymana Kevin" tê gotin. Berî Zayînê di sedsaliya 14'an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan dewam kiriye.
Girêdanên derve
![]() | Ev gotara têkildarî dîn şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.