pêxember From Wikipedia, the free encyclopedia
Mûsa (bi erebî: مُوسَى, lat. Mūsā; bi yewnaniya kevn: Μωυσῆς, lat. Moysés; bi îbranî: מֹשֶׁה, lat. Moşeh), li gorî kevneşopa ayînên cihû, mesihî û misilmanan, rêber, pêxember, dîroknas, qanûndanêr û navberkar bû. Wateya peyva "Mûsa" bi îbranî "ji avê derxistî" ye. Tê bawerkirin ku pênc kitêbên pêşîn ên Peymana Kevin (Destpêkirin, Derketin, Lêwiyan Case, Hijmartin û Vegerandin li Qanûnê) ji hêla Mûse ve hatine nivîsandin.
Biblical judge (en) | |
---|---|
Pêxember |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê rastî |
מֹשֶׁה |
Hevwelatî |
- |
Cîwar |
Misir, Nîvgirava Sîna, Medyen (en) |
Perwerde |
Inconnu |
Pîşe |
Seroka/ê leşkerî, seroka/ê dînî, qanûndaner, mucîzekar, şivan |
Salên çalak |
Sedsala XIII b.z. |
Bav |
Îmran (en) |
Dê |
Yokebed (en) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Qada xebatê |
Moral philosophy (d) |
Vénéré par | |
Étape de canonisation |
Righteous (d) |
Festîval |
Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Mûsa, kitêbên Tewratê ne. Ew di Peymana Kevin de mirovê sereke û herî bi nav û deng e. Dibêjin, ku ew di nav mirovan de yê herî nefsbiçûk bû[1].
Divê ev beş were berfirehkirin. Tu dikarî lê zêde bikî. (adar 2024) |
Di Quranê de jî çend caran behsa Mûsa û serhatiyên wî tê kirin.[2]
Di Tewratê de tê gotin ku di dema Ûsifê kurê Yaqûb de, bavkalên gelê Îsraêl hatî bûn Misirê û gelê Îsraêl ji bo çar sed salan li wir ma. Mûsa di dawiya wê demê de li Misirê çê bû[3]. Di wê demê de Fîrewn gelek zordarî li gelê Îsraêlê kir: Wî emir dabû ku hemû kurên gelê Îsraêl piştî çêbûnê bên kuştin. Dê û bavê Mûsa yê biçûk, ew di selikekê de di nav çîtikên tenişta çemê Nîlê de veşartin. Li wir keça Fîrewn ew dît, xwedî kir û wek kurê xwe qebûl kir, ew bir qesra Firewn.
Çaxê Mûsa çil salî bû, wî bi çavê xwe dît ku yekî misirî li îsraêliyekî dixe. Mûsa hêrs ket, yê misirî kuşt û revî çola Midyanê, li wir bû şivan. Wî ji xwe re jinek anî (Zipora) û du kurên wî çêbûn (Gerşom û Eliyezer). Piştî çil salan Xwedê li çolê jê re xuya bû[4] û ew şand Misirê, da ku gelê xwe rizgar bike. Pêşî Mûsa qet nexwest û bi Xwedê re ket peyvînê, lê piştre qebûl kir û bi birayê xwe Harûn re çû ber Fîrewn. Wek ku Xwedê ji wan re gotî bû, Fîrewn nexwest gelê Îsraêlê berde. Hingê Xwedê deh belayên giran şandin ser diyarê misriyan[5], heta ku Fîrewn û hemû Misriyan hêvî ji gelê Îsraêl kir, ku ew ji Misir ê derkevin. Mûsa bû rêberê gelê xwe û ew di Deryaya Sor re birin çola Sînayê. Li wir Xwedê daket ser çiyayê Horebê / Sînayê û di nav ewr, agir û mijê de ji wan re xuya bû. Wî bi destê Mûsa li ser nivîsdekên kevirîn her deh Emrên Mezin da wan [6]. Xwedê gelek qanûnên din jî bi destê Mûsa dan gelê xwe (Şerîeta Mûsa) û li wir peymana xwe bi wan re girêda. Lê gelê Îsraêlê guhdarî nekir, golikekî zêrîn çêkir û wek ku biperizin Xwedê perizîn wî[7]. Mûsa ji Xwedê hêvî kir ku ew gelê xwe helak neke û Xwedê ev daxwaza Mûsa qebûl kir. Li çola Sînayê perestgeha wan a yekem hat çêkirin [8]; heta dema Silêman padîşah ew cadir bû. Kurên Harûn bûn kahîn û Harûn bi xwe bû serokê kahînan. Çaxê nêrevan (casûs) bi tirseke mezin ji welatê Kenanê vedigeriyan, xelkê dîsa bawariya xwe bi Xwedê neanî û Xwedê nehişt ku ew bikevin welatê sozdayî Kenan[9]; ew çil salan di çolê de digeriyan. Di wan hemû salan de Mûsa rêberê wan bû. Çend caran jî mirov li hember Mûsa rabûn û nexwestin rêberiya wî qebûl bikin (birayê wî Harûn û xwişka wî Meryem [10], Korax, Datan û Abîram [11]). Wî bi xwe jî carekê guhdarî nekir [12] û ji ber vê yekê Xwedê destûr neda wî ku ew bi xwe bigihîje welatê Kenanê.
Li gorî çîroka Tewratê ji çiyayê Neboyê (li Urdunê), Xwedê ji Mûsa re welatê sozdayî nîşan da. Hingê Mûsa – dibêjin, emrê wî 120 salî bû – mir û Xwedê bi xwe ew veşart [13]. Mûsa nivîskarê Zebûra 90 e û wî Şerîeta Xwedê nivîsand, an da nivîsandin. Di Peymana Kevin de di van kitêban de li ser Mûsa tê gotin: Yêşû, Samûêl I, Padîşah I+II, Nehemya, Zebûr, Îşaya pêxember, Yêremya pêxember, Daniyêl pêxember, Mîxa pêxember, Melaxî pêxember. Mûsa pêxemberekî mezin tê hesabkirin û wî li ser Mesîh jî weha pêxamberîtî kir: «Xudan Xwedayê we wê ji nav birayên we, ji we re pêxemberekî wek min rake. Ew her çi ji we re bêje, divê hûn guhdariya wî bikin. Îcar her kesê ku guhdariya wî pêxamberî neke, wê ji nav gel bê derxistin û helak bibe.» [14]. Îcar çaxê Îsa Mesîh li ser vê dinyayê bû, Mûsa li ser çiyayekî jê re xuya bû û bi wî re peyivî[15].
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. (nîsan 2024) |
Zebûr 90 - Duaya Mûsa
Ya Xudan, di hemû dewran de, Tu ji me re mesken bûyî; Hê çiya çênebûn, Hê te erd û dinya neafirandin, Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî Tu mirovan li axê vedigerînî, Û tu dibêjî: "Ya kurên Adem", vegerin." Ji ber ku li ba te hezar sal wek roja duh ya bihûrî, Û wek nobetek ya şêvê ye. Tu wan dimalî, dibî, ew dibin wek xewnê; Ew wek wî giyayê ne ku sibehî şîn dibe. Sibehî kulîlk dide û mezin dibe; Êvarê tê dirûn û hişk dibe. Bi hêrsa te em wêran dibin, Û bi xezeba te em dibizdîn. Te neqenciyên me danîn ber xwe Û te gunehên me yên veşartî danîn ber ronahiya rûyê xwe. Ji ber ku hemû rojên me bi xezeba te diçin Û salên me wek bîhnkişandinekê derbas dibin. Rojên emrê me heftê sal in Û bi qewetê ew bibin heştê sal jî, Dîsa bengîtiya wan ked û keder e; Çimkî zûka dibihûre û em jî difirin, diçin. Qeweta xezeba te kî dizane?Û li gor ku divê mirov ji te bitirse, hêrsa te kî dizane? Hijmartina rojên me wisa hînî me bike Ku em bibin xwediyê dilê şehreza. Vegere ya Xudan, ma heta kengê ...? Rehmê li xulamên xwe bike. Sibehî me bi kerema xwe têr bike, Da em di hemû rojên xwe de dilgeş û şa bibin. Li gor wan rojên ku te em xistin nav kederan, Li gor wan salên ku bela hatin serê me, me dilgêş bike. Bila karên te ji xulamên te re bên dîtin Û mezinahiya te li ser zarokên wan bixuye. Bila qenciya Xudan Xwedayê me li ser me be,Û karên destên me ji me re qayîm bike. Erê, karên destên me qayîm bike.
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. (nîsan 2024) |
Di Peymana Nû / Încîlê de 80 caran behsa Mûsa tê kirin.
a) Mûsa wek pêxemberê Xwedê tê qebûlkirin :
Şerîeta Mûsa jî ji aliyê Mesîh hat qebûlkirin: "Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih." (Metta 5:17-18)
b) Îsa dibêje ku Mûsa li ser Mesîh pêxemberîtî kiriye:
c) Mirovên din jî ev yek qebûl kirin:
Bi vê yekê wan gotina Mûsa a li ser Mesîh qebûl kir: "Ev, ew Mûsa ye ku ji zarokên Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake› (ji: Dubarekirina Şerîetê 18:15)." (Karên Şandiyan 7:37)
d) Mesîh ji Mûsa meztir e:
"Her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve." (Karên Şandiyan 13:39)
Tu kes nikare Şerîeta Mûsa ji sedî sed pêk bîne, loma xizmeta Mûsa "mirin aniye" (Korîntî II, 3:7); lê Mesîh hat ku jiyana herheyî bide mirovan: "Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî." (Yûhenna 11:25)
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.