Nivîsbarî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Nivîsbarî[1] ya jî nermalav ji bo amûrên elektronîk ên ku ji bo cur bi cur peywiran hatine afirandin bikaribin bi hev re têkevin têkiliyê û li hev bikin û bi hev re bixebitin hatiye amadekirin. Ferman e ji bo ku ew amûr bêhtir bikaribin peywira xwe bi cih bînin.
Li vir ji yekî zêdetir gotar hene. Ji kerema xwe wan bike yek. Binêre: nermalav |
Nivîsbarî ji bo hemû bernameyên ku nîşan dide dê amûrên elektronîk çawa xebata xwe pêk bîne, tê gotin.
Bernameyên kompûterê jî mînakek e. Nivîsbarî bi zimanekî bernamekirinê tê nivîsandin.
Du kategoriyên mezin ên nivîsbariyê hene: nivîsbariya pergalê (bi îngilîzî: system software) û nivîsbariya sepanê (application software).
Mînakên ji bo nivîsbariya pergalê Linux û Microsoft Windows in; mînakên ji bo nivîsbariya sepanê Microsoft Word an jî bi kurdî Abiword in.
Wikipedia li ser nivîsbariyeke bi navê MediaWiki dimeşe.
Ji nivîsbariya ku bêmize ye re nivîsbariya bêmize (freeware) tê gotin. Ji nivîsbariya azad re nivîsbariya azad (free software) tê gotin. Linux û MediaWiki mînakên ji bo nivîsbariya azad in, Winamp û Microsoft Explorer jî mînakên ji bo nivîsvariya bêmize ne.
Gelek bernameyên nivîsbariya azad li kurdî jî hatine wergerandin. Ji bo vê yekê li nivîsbariya azad û nivîsbariya kurdî binihêre.