![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/80/Wikipedia-logo-v2.svg/langku-640px-Wikipedia-logo-v2.svg.png&w=640&q=50)
Wîkîpediya
Ensîklopediya Serhêl / From Wikipedia, the free encyclopedia
Wîkîpediya (bi inglîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke serhêl a azad ê pirzimanî ye ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî zêde ye ku tê xwendin.[1] Wîkîpediya bi domdarî yek ji 10 malperên herî populer e ku ji hêla Similarweb û berê Alexa ve hatiye rêzekirin ku di sala 2022an de Wîkîpediya di rêza 5em a malpera herî populer a cîhanê de bû.[2] Wîkîpediya ji hêla Weqfa Wîkîmedyayê ku rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ye tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.
Wîkîpediya | |
---|---|
![]() | |
![]() | |
Malper | wikipedia |
Ziman | Bi 304 zimanan |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn a 2001ê Bi kurdî: 7ê kanûna paşîn a 2004an |
Xwedî | Weqfa Wikimedia |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguhêre![]() |
Wîkîpediya projeyeke navneteweyî ku niha bi 304 zimanan cihanê têne nivîsandin. Li gorî daneyên sala 2024an Wîkîpediyaya kurdî li gorî zêdebûna gotaran di nav lîsteya sed wîkîpediyayên cîhanê de ye û di rêza 84an de cih digire. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Her çiqas ji bo bikarhênerekê çalak nav û profîla wî/wê ya ji bo xebatan mihûm be jî lê ji bo guhertina xweqeydkirin li wîkîpediyayê ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.
Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 6.849.166î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.
Logoya Wîkîpediyayê dinyayeke ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.