Wîkîpediyaya kurdî
Şaxekî projeya Wîkîpediyayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Wîkîpedyaya Kurdî, anku Wîkîpediya Kurdî, beşa zimanê kurdî ya projeya Weqfa Wikimedia ye ku bi tîpên latînî di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de hatiye destpêkirin. Wîkîpediyaya kurdî ji aliyê bikarhênerên dilxwazê Wîkîpediyaya kurdî ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediyaya kurdî di sala 2024an de di hilbijartina berhemên sed salan de ku ji aliyê Komaleya Mala Kurdan a li Lozanê hatiye lidarxistin yek ji berhemên herî baş ê sedsalê hatiye hilbijartin. Dahênerê yekem ê Wîkîpediya kurdî Erdal Ronahî ye.
Wîkîpediya kurdî | |
---|---|
Malper | ku.wikipedia.org |
Ziman | Kurdî (Kurmancî) |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn, 2001 bi kurdî: 7ê kanûna paşîn, 2004 |
Xwedî | Weqfa Wikimedia |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguhêre |
Niha çar versiyonên Wîkîpediyayên kurdî hene ku bi kurdiya kurmancî (kurdiya bi giştî bi tîpên latînî tê nivîsandin), soranî, zazakî û kelhûrî di weşanê de ne.
Li Wîkîpediyaya kurdî heta niha 1.741.200 guhertin pêk hatine û 75.677 gotar hatine nivîsandin. Li Wîkîpediya soranî 55.667 gotar û li Wîkîpediya zazakî 41.833 gotar hatine nivîsandin.[1]