Modernîzm
From Wikipedia, the free encyclopedia
Modernîzm, peyva “modern” cara ewil bi şeklê “modernus” di dema sedsala 5an de derdikeve pêşiya me. Ev peyv jî ji bo veqetana heyama Mesîhî û heyama Pagan an jî Romayî hatiye bikaranîn. Peyva modern piranî hatiye bi wateya nû. An jî tiştê ku nû yan niha dest pê kiriye. Wek mînak di wêjeya tirk de peyva “cedîde” ango nû ji bo wêjeya nûjen hatiye bikaranîn: Edebîyat-ı Cedîde.[çavkanî hewce ye] Modernîzm, wek mêjûyî di sedsala 18an de digel geşedanên zanîstîû ramanî derketiye holê. Modernîzm ji bo wêjeyê têgeheke estetîst e. Armanc bi tenê “huner” e. Modernîte, serdestiya “mêjî” ye, “hiş” e. Mejiyê, digêjîne têgiha “geşedan” û “azadiyê".[çavkanî hewce ye]
![]() | Di vê gotarê de ji yekî zêdetir problem hene. Ji kerema xwe re vê gotarê sererast bikin an jî li ser van probleman gotûbêjekê bidin destpêkirin.
|
Modernîte peyva “liberation”ê ango rizgariyê pir tîne ziman. Em dibinîn ku sê bîrdozî(îdeolojî) derdikeve holê: kapîtalîzm, komûnîzm û faşîzm.
Desthilatî, ji berê zêdetir dikeve jiyana mirov. Michel Foucault ji bo vê, têgiha bîyo-desthilat bi kar tîne. Ji desthilatê tu kes nikare xelas be.
Gava ku em dibêjin modernîzm, bêjeya “rojava” tê bîra me, ji ber ku li wir dest pê kirîye. Modernîte ne bitenê balafir, avahî, navenda dan û standinê ye, modernîte berî her tiştê, guhertineke paradîgmayê ye, jiyaneke sekuler e.