Faşîzm
Awayê rasta tundrew, neteweperestiya tund a otorîter / From Wikipedia, the free encyclopedia
Faşîzm (bi Inglîzî: Fascism) nêrînek rastgiriya tundê nîjadperestiya otorîter e ku bi hêza dîktatorî, bi darê zorê tepeserkirina opozîsyonê û karakterîzekirina bihêzê civak û aboriyê ye ku di destpêka sedsala 20an de li Ewropayê derketiye holê.[1] Tevgerên yekem ên faşîst di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de beriya ku li welatên din ên Ewropayê belav bibin, li Îtalyayê derketine holê. Li dijî anarşîzm, demokrasî, lîberalîzm û marksîzmê, faşîzm li ser baskê rastgira tund de di çarçoveya kevneşopî ya çep-rast de cih digire.[2]