Mem û Zîn
Pirtûka Ehmedê Xanî From Wikipedia, the free encyclopedia
Pirtûka Ehmedê Xanî From Wikipedia, the free encyclopedia
Mem û Zîn[1] an jî Memozîn[2] pirtûka herî girîng ya Ehmedê Xanî ye. Tê de evîna mezin nav Mem û Zîn tê îfadekirin.
Mem û Zîn | |
Rûpelên yekem ên destnivîsek Mem û Zîn li British Library, Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807 PZ) | |
Nivîskar | Ehmedê Xanî |
Şêwe | Destana Evînê |
Ziman | Kurdî (Kurmancî) |
Dîrok | 1692 |
biguhêre |
Destana kurd ya neteweyî "Mem û Zîn", bi sedsalan di nav gelê kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Paşê gelek caran hatiye çapkirin. Cara pêşîn di sala 1919an de li Stembolê; paşê di sala 1947an de li Helebê, 1954 li Hewlêrê, 1957 li Şamê, 1960 li Bexdayê, 1962 li Moskoyê, 1968 li Stembolê, 1988 li Ûrmiyeyê û di 1995an de li Swêdê li bajarê Uppsalayê û Şamê, û di sala 2006an de jî li Dihokê hatiye çapkirin.
"Mem û Zîn", bi tîpên latînî cara pêşîn di sala 1968an de, ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve li Stembolê hat çapkirin. Mamoste Bozarslan, bi munasebeta 300 saliya Mem û Zînê, ew bi tîpên latînî û bi şîrovekirineke hêja di sala 1995an de ji nû ve çap kir. Ev çap ji metnê orijînal û ji wergera kurdiya xwerû pêk hatiye.
Wezareta Çandî û Turîzmê ya Komara Tirkiyeyê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê "Mem û Zîn" di sala 2010an de da weşandin. Di pirtûkê de, rûpelekî de nivîsa orjînal ya ku bi tîpên erebî ne heye û di rûpela din de beramberê wê bi tîpên latînî bi tirkî û kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxana bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara yekem e ku wezareteke Komara Tirkiyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.
Her wiha nivîskarê kurd Jan Dost jî bi eynî munasebetê ev berhema hêja wergerande ser zimanê erebî û bi şîroveyeke berfireh, ku ew sê caran li paytexta Sûriyê Şam û li Beyrûtê û li Dihokê jî hate çapkirin. Dîsa Jan Dost sala 2007an Mem û Zîn bi kurdiya îro û bi kêş û qafiye nivîsî û tefsîreke berfireh bi kurmancî jê re danî.
“ | 'Ey şah û wezîrê ʼiz-û temkîn
Ez hêvî dikim nekin ʼînadê Derheqê vî menbeʼê fesadê Lewra ku xwedanê ins û canan Wî xaliqê erd û asimanan, Roja ewî hubê da hebîban Hingê ewî buxzê da reqîban Em sorgul in, ew ji bo me xar e Em gencîne ne ew ji bo me mar e Gul hifzî di bin bi nûkê xaran Gencîne xwedan dibin bi maran Ger ew nebûya di nêv me hail ʼIşqa me di bû betal û zail'. |
” |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.