Mehrdad Izady
Dîroknasê kurd / From Wikipedia, the free encyclopedia
Mehrdad R. Izady yan jî Michael Izady (bi kurdî: Mêhrdad Îzedî, jdb. 1962) dîroknas û nivîskarekî amerîkayî ye.
Mehrdad Izady | |
---|---|
Jidayikbûn | 1963 |
Hevwelatî | Belçîka |
Perwerde | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bavê wî kurd e û diya wî ji Belçikayê ye. Ji ber ku bav û diya wî dîplomat bûn, ew piraniya ciwantiya xwe li Îran, Iraq, Efxanistan û Korê derbas kir. Sala 1976an de, lîsansa xwe di warê dîrok, zanista ramyarî û erdnîgariyê de li Zanîngeha Kansasê wergirt. Dû re bawernameya doktoriya xwe ji pişka ziman û şaristaniyên Rojhilata Navîn ya Zanîngeha Columbiayê di sala 1992an de bi dest xist. Ew di Zanîngeha Harvardê de mamostetiya zimanên Rojhilata Navîn kiriye û ji sala 2001ê û vir de, li pişka dîroka Zanîngeha Pace ders dide.[çavkanî hewce ye] Ew her wisa li ser babetên girêdayî gelê kurd li du komîteya Kongreya Amerîkayê de xebitiye.[1]