Kurdên Xorasanê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurdên Xorasanê, navê kurdên ku li Xorasan li parêzgehên Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî li bakurê rojhilatê Îranê, li ser snorê Îran û Tirkmenistanê jiyan dikin. Li her du parêzgehên Xorasanê nêzîkî 696 gundên kurdên Xorasanê li herêmê hene.[3]
Agahiyên Praktîk Gelhe tevahî, Herêmên ku lê şêniyên sereke ne ...
Gelhe tevahî | |
---|---|
2 milyon | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Xorasana Bakur | 595.000 (70% parêzgehê)Xorasana Rezewî |
600.000 li rojava û bakur-rojavayê parêzgehê 400.000 li Meşhedê (13-15% bajarê) | |
Ziman | |
Kurdî (Kurmancî, Goranî, Lekî) Tirkomanî[1] û farsî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Şiîtî, Sûnîtî, Elewîtî) Yarsantî[2] |
Bigre
Bi giranî li parêzgeha Xorasanê, Xorasana Rezewî û Gulistanê dijîn. Ew bi zaravaya kurmancî diaxivin û bi pirranî misilmanên şiî ne. Hejmara wan bi texmîneke nefermî digihêje 2 milyonan.