Kerîm Xanê Zend
Damezrînerê xanedana Zend / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kerîm Xanê Zend, anku Mihemed Kerîm Xanê kurê Inaq Xan, Mihemed Kerîm (jdb. 1705 - m. 1ê adarê, 1779[1]) damezrînerê xanedana Zendî bû ku bi esle xwe kurdê lekî[2] yê ji eşîra Zendî ye. Kerîm Xanê Zendî di sedsala 18em de serweriya Îranê kiriye.
Dema ku Kerîm desthilatdar bû, Îran ji wêraniya şer a 40 salan xilas bû, û wê welatê wêrankirî ji nû ve aramî, ewlehî, aştî û bextewariyê peyda kir.[3] Di dema desthilatdariya wî de, têkiliyên bi Brîtanyayê re hat nûyandin û wî destûr da, Şîrketa Hindistana Rojhilat ku li başûrê Îranê, xwedî cihekî bazirganiyê be. Wî Şîraz kir paytexta xwe û ferman da ku li wir gelek projeyên mîmarî bên avakirin. Ji hêla The Oxford Dictionary of Islam ve hatî destnîşan kirin; "Kerîm Xan Zand, wekî mîrê herî însanî yê Îranî yê serdema îslamî xwedî navûdengek mayînde ye".[4] Piştî Înqilaba Îslamî (Îran) ya sala 1979an, navên desthilatdarên berê yên Îranê bû tabû lê welatiyên Şîrazê red kirin ku navê du cadeyên sereke yên Şîrazê biguherînin (ku yek ji wan "Cadeya Kerîm Xan Zend" e). [5]
Piştî mirina Kerîm Xan dîsa şerê navxweyî dest pê kir û yek ji neviyên wî, nekarî bi qasî wî, welat birêve bike. Ji van neviyên dawîn, Lotf Elî Xan, ji aliyê Mîrê Qacarî Axa Mihemed Xanê Qacar, ku bi tenê desthilatdarê Îranê bû, hat îdamkirin.
Dewleta Zendî ya ku ji aliyê Kerîm Xan ve hatibû avakirin, piştî kuştina neviyê Kerîm Xanî yê bi navê Litfê Elî Xan (Lutf Elî Xan), kete destê Qacaran de. Li gorî çavkaniyan Kerîm Xan zilamekî rewşenbîr, aştîxwaz bû lewra di serdema desthilatdariya wî de ku sih salî dewam kir (1750-1779) aramî û hevjîn belav bûbû.[6]