navê malikên hundirê laş e ko mêvandariya endamên laş dike From Wikipedia, the free encyclopedia
Kelên, valahî, kilor, boşayî an jî kortik (bi îngilîzî: cavity) navê malikên hundirê laş e ko mêvandariya endamên laş dike.
Peyva valahî an jî boşayî ji bo tişt an jî cihên vala tê bikaranîn, lê bi eslê xwe kelênên laşê mirov ne cihên vala ne, bi endam û şaneyan tijî ne. Kelên endamên laş diparêze û cihê wan di nav laş de sabît dike. Kelên li gor hestiyên derdora wan an jî endamên nava wan tên navkirin.[1] Di nav laşê mirov de du kelênên gelemperî hene. Kelêna piştê û kelêna pêşî du kelênên herî gir û herî fireh in di laşê mirov de.[2] Ev herdu kelên jî kelênên hîn piçûktir lixwe digirin[3], loma em dikarin bibêjin ko di laşê mirov de pênc kelênên serekî heye[4].
Kelên û perdeyên laşê mirov | ||||
---|---|---|---|---|
Navê kelênê | Endamên tê de | Perde an jî betanên pê dapoşî | ||
Kelêna piştê | Kiloxekelên | Demax | Perdeyên mejî | |
Dirkekelên | Dirkepetik | Perdeyên mejî | ||
Kelêna peşî | Sîngekelên | Dil, Pişik | Perdeya dil (perîkardiyum), Perdeya pilûr | |
Zikekelên | Endamên herisê, Spil, Gurçik | Perîton | ||
Hawzekelên | Mîzdank, Endamên zaûzê | Perîton |
Kelêna piştê (bi îngilîzî: dorsal cavity) beşa kiloxekelênê lixwe digire.[3] Kiloxekelên bi hestiyên kilox dorpêçî ye demax di nav kiloxekelên de cih digire. Beşa duyem a kelêna piştê, dirkekelên e. Dirkekelên di nav hestiyên birrbirre de cih digire. Dirkepetik di nav dirkekelênê de ye. Kiloxekelên û dirkekelên bi perdeyên mejî dapoşî ne.
Kelêna pêşî (bi îngilîzî: ventral cavity), sîngekelên, zikekelên û hewzekelênê lixwe digire. Kelêna pêşî firehbûn û tengbûna endaman hêsan dike. Wekî mînak; pişik, gede, mîzdank bi awayek serbest dikarin fireh bibin an jî teng bibin bê ko tu ziyan bigihîje endam û şaneyên der dora wan.[5]Sîngeklên bi hestiyên parsû dorgirtiye. Pişik, dil û soriçik di nav sîngekelênê de cih digirin.[6] Herwiha sîngekelên, lûleyên xwînê û beşek ji koendama lîmfê jî lixwe digire.[7]Navpençik sîngekelênê ji zikekelênê cihê dike.[8] Pirraniya zikekelênê jî wekî mîna sîngekelenê, bi hestiyên parsû dorpêçî ye. Gede, rûvî, kezeb, kîsikê zeravê, gurçik, borrimîz û pankreas endamên nav zikekelênê ne. Rûyê zikekelênê bi perdeya perîtonê (bi îngilîzî: peritoneum) dapoşî ye. Hewzekelên endamên zaûzê, mîzdank, û tortorikê li nav xwe digire.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.