sê perdeyên ko demax û dirkepetikê dorpêç dikin From Wikipedia, the free encyclopedia
Perdeyên mejî, parêzgerê demarekoendama navendî.
Demax di nav hestiyê kiloxê de, dirkepetik di nav hestiyên birrbirre de tên parastin. Herwiha demax û dirkepetik ji aliyê perdeyên mejî ve dorpêçkirî ne[1].Di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê de şileya mejî- dirkepetik heye. Perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik, valahiya navbera demax û kiloxê tijî dikin[2]. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demaxê, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê[3].
Demax û dirkepetik bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ne. Perdeyên mejî ( bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges[4]) navê gelemperî ye ji boy van hersê perdeyan[5].
Perdeya req (bi latînî: dura mater[6]) di navbera hestiyên kiloxê û perdeya tevnepîrikî de cih digire. Perdeya req, perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestereşaneyê pêk tê. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Çîna aliyê derve, rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demaxê ji aliyê derve ve dorpêç dike, ji boy demaxê parêzgerî dike[7]. Di perdeya req te, hin pêkhateyên mîna xwînhêneran hene, xwînê ji mejî ber bi dil ve diguhazîne[5].
Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî ( bi latînî: arachnoid mater“[8]) cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Navbera perdeya tevenepîrikî û perdeya tenik bi şileya mejî-dirkepetik tijî ye[7].
Perdeya tenik (bi latînî: pia mater[9]) ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike. Lûleyên xwînê yên ko demarekoendama navendî xwedî dikin, di navbera perdeya tenik û şaneyên demar de cih digirin[10].
Ji ber hokarên nexweşiyê, kulbûna perdeyên mejiyê wekî nexweşiya menenjîtê tê navkirin[3].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.