From Wikipedia, the free encyclopedia
Jîna Emînî (jdb. 20 tîrmeh 2000, Seqiz, Rojhilatê Kurdistanê – m. 16 îlon 2022, Tehran, Îran), bi zimanê farisî wekê Mehsa Emînî dihate naskirin, keçeke 22 salî ya kurd bû ku di 13ê îlona sala 2022an de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku xwepêçana wê sererast û serûber nîne hatiye desteserkirin û ji aliyê heman hêzan ve di dema desteserkirin wê de hatiye îşkence kirin. Ji ber derbên dardestên heman polîsan ku li serê Jîna Emînî dikeve, di 19ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê (Kasra) ku li ser kolana Alvend (Alvand) a li qada Arjentîn a Tehranê ye jiyana xwe ji dest daye.
Jîna Emînî keçeke kurd e ku ji bajarê Seqiza Rojhilata Kurdistanê bû. Jîna di nav malbateke rewşenbîr de mezin bibû.
Jîna Emînî ji bo serlêdana xizmên xwe yên ku li Tehranê ne bi malbata xwe re diçe Tehranê.[1][2]
Piştî çûyîna Tehranê, saet di 6ê piştî nîvroya roja sêşem a 13ê îlona 2022an de li nêzî rawestgeha metroya Şehîd Heqanî ya li ser rêya Şehîd Heqanî ya Tehranê dema ku Jîna li gel birayê xwe bû, ji aliyê hêzên bi navê "polêsên exlaqê" ji bo xwepêçana wê hate desteserkirin û ji bo şîretdayîn û fêrkariya xwepêçandanê, wê dibin navenda polêsan a li kolana Wuzera ya Tehranê.[1][2]
Piştî birina wê ji bo navenda polêsan a ku li kolana Wuzera ya Tehranê ye, li gorî daxuyaniyên jinên ku di heman demê de bi Jîna Emînîyê re li navenda polêsên exlaqê bûne, Jîna Emînî ji aliyê heman hêzên ku ew desteser kirine bi awayekî giran hatiye derb kirin û serê wê dane ber batoman (dardestên polîsan).[1][3][2] Ji ber derbên ku li serê Jîna Emînîyê dikeve, di êvara 13ê îlona 2022an piştî ku ji ber êşa serî bêhiş dibe, dikeve erdê, wê sewqê Nexweşxaneya Kesrayê dikin.
Malbata Emîniyê daye zanîn ku di dema girtina keça wan de alozî derketiye û rayedarên ewlehiyê li birayê wê xistine. Xalê Emîniyê anî ziman:
“Birayê Jîna Emînî li wir bû û dema xwest desteserkirin xwîşka xwe asteng bike, gaza rondikrêj li wî direşînin û li wî jî xistine.[4]
Jinên ku bi Jîna Emînî re hatine binçavkirin diyar kirine ku li hemberî sivikatî û heqareta ji aliyê polêsên ku ew girtinî, Jînayê li ber xwe daye û rastî derbên giran yên lêdanê hatiye.[5]
Piştê du saetan agahî ji birayê wê re tê ku Jîna bi ambûlansê ji polîsxaneyê derxistine. Hatiye ragihandin ku Jîna ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye derb kirin û ji ber derbên ku li serê wê ketiye û xwînrijîna mejî ya Jîna Emînî pêk hatiye.[1] Birayê wê Kiyareş li ser û lingên Jîna Emînî birîn û şopên lêdanan dibîne.[5]
Hejmarek bijîjkan li ser bingehê nîşaneyên klînîkî ku di nav de xwînrijîna ji guh û birînên ku di bin çavan de heye ragihandin ku birînek mêjî ya Jîna Emînîyê heye.[6][7] Tomografiya serê Jîna Emînîyê ku aliyê hacktivîstan ve ji komputerên nexweşxaneyê hatine derxistin, şikestinek hestî ya ser, hemorrajî û edema (perç) mejî nîşan dide.[6][8]
Bavê wê Emcet Emînî diyar kiriye ku di dema teşxîsa keça wî de tenê rû û lingên keça wî nîşanê wî dane.[9] Destûra ku li laşê Jînayê binêrin ka şopên birînan heye yan na, nedane malbata wê. Bavê wê di axaftina xwe de tîne ziman ku li ling û rûyê Jîna Emînîyê birîn hebûn.[9] Dema bavê wê ji nojdaran pirsa birînên ling û rûyê wê dike, bersiva "em ê lê binêrin we agahdar bikin" hildide.[9] Heta niha rapora sedemên birînên li laşê Jîna Emînîyê ji aliyê rayedarên Îranê ve bi malbata wê re nehatiye parvekirin.[9]
Jîna Emînî, piştî sê rojan di 16ê îlona sala 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê ku li ser kolana Alvend a li qada Arjentîn a Tehranê ye, jiyana xwe ji dest daye.[2]
Piştî mirina Jîna Emînî li bajarê wê, bajarê Seqizê jî ku di nav de ye li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Di demên destpêkê de komek ji niştecihên Tehranê li nêzîkê Nexweşxaneya Kesrayê kombûn siloganên wekê "Bimre dîktator" "Polîsên exlaqê kujer in" "Kesên ku xwîşka min kuştiye ezê wê/wî bikujim" "Em bi xwîna te sond dixwin Mehsa, dê Îran azad bibe" "Xamineyî kujer e, desthilatdariya wî betal e" û "Zexta li ser jinan ji Kurdistanê heta Tehranê" anîn ziman.[10][11][12] Piştî mirina Jîna Emînî roj bi roj xwepêşandan û meş li bajarên cuda zêdetir bûn û li seranserê Îranê belav bû.
Girtin, îşkencekirin û kuştina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqê ve li ser torên civakî bû sedema nerazîbûnan. Di vê demê de, hashtag #MahsaAmini bûye yek ji hashtagên herî tweetkirî yên tweetên farisî. Hejmara tweet û retweetên van hashtagan heta 9ê çirîya pêşîn a 2022an ji 200 milyonan derbastir bûn.[13][14][15] Hinek hunermendên jin ên fars, kurd û hunermendên jin ji neteweyên cûda ji ber kuştina Jîna Emînî bi birîna porên xwe nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan.[16]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.