![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/7b/Map_of_fertile_crescent.svg/langku-640px-Map_of_fertile_crescent.svg.png&w=640&q=50)
Hîlala Berhemdar
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hîlala Berhemdar,[1] Hîvika Biadan[2] yan Hîvika bi Adanî[3] (bi inglîzî: Fertile Crescent) li Rojhilata Navîn herêmeke bi şiklê hîlalê ye ku tê de hin beşên Iraq, Îran, Sûriye, Kurdistan, Libnan, Filistîn, Îsraêl, Urdun, Misir û Tirkiyeyê hene.[4][5] Li gorî hin nivîskaran Kîpros jî tê de ye.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/7b/Map_of_fertile_crescent.svg/640px-Map_of_fertile_crescent.svg.png)
Herêm yek ji dergûşên medeniyetê ye ji ber ku ew li devera ku çandiniya niştecih yekem car derketiye holê ye dema ku mirovan dest bi prosesa paqijkirin û guhartina nebatên tebîî kirin da ku nebatên nû werin kedîkirin. Medeniyetên ewil ên wekî sumeriyan li Mezopotamyayê di netîceya wê de çêbûne. Pêşkeftinên teknolojîk li herêmê pêşveçûna çandinî û bikaranîna avdaniyê, nivîsîn, teker û camê ne.