![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f4/Hasanqzalje.jpg/640px-Hasanqzalje.jpg&w=640&q=50)
Hesenê Qizilcî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hesenê Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (jdb. 15ê îlona 1914an - m. 1985[1]), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di 15ê îlona 1914an de[2] li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê.
Hesenê Qizilcî | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 15ê tebaxa 1914an nêzî Mehabadê |
Mirin | ?ê ?a 1985an nediyar |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Çîrok |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre![]() |
Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Piştî hilweşandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, li wir bi nihênî jiya.
Kurteçîrokên Hesen Qizilcî di kovarên Bexdayê de, û nemaze di kovara Hîwa (1957-1963)a ku Hafez el-Qadî derdixist, de belav dibin. Piraniya wan bo zimanê erebî tên wergerandin. Di sala 1963an de ji Iraqê derdikeve û diçe Sofyayê, cem malbata xwe. malbata xwe. Li wê derê, bi saya zanîna zimanên bulgarî û rûsî, di Radyo Bulgarîstan de dixebite. Di ber de jî ji kovarên kurdî yên Iraqê re nivîsaran dişîne.[3]
Bi ketina rejîma Şah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Li gorî nivîskar Firat Cewerî, ji roja girtina wî û vir de kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat[4].