From Wikipedia, the free encyclopedia
Erdheja Marakeş-Safî, erdhejekî ye ku di 8ê îlona 2023an de li herêma Marakeş-Safî ya Marokoyê bi hêza 6.9 Mw pêk hatiye. Navenda erdhejê 71,8 km li başûrê rojavayê Marakeş, li nêzîkî bajaroka Ighilê li, Çiyayê Atlasê ye.[1] Erdhej di encama şikestekên guhêzbar ên hûrik ên di bin rêzên çiyayan de pêk hatiye. Jiber erdhejê herî kêmî 2.862 mirin hatine ragihandin ku piraniya wan li derveyî Marakeşê ne.[2] Li herêma erdhejê zirarek berbelav pêk hatiye û şûnwarên dîrokî yên li Marakeşê hatine hilweşandin.[3] Erdhej li welatên derdor li Spanya, Portekîz û Cezayirê hate hîskirin.[4][5][6]
Wextê UTCê | 2023-09-08 01:11:00 |
---|---|
Bûyera ISCyê | 626740945 |
USGS-ANSS | ComCat |
Dîrok | 8ê îlona 2023an |
Saet | 01:11 (UTC+01.00) |
Mezinahî | Mw 6,9 |
Kûrahî | 26 km (16 mi) |
Cihê erdhejê | 31.073°Bk 8.407°Ra 31.110°Bk 8.440°Ra |
Cure | Lêdana Berwarî |
Welatên bandorkirî | |
Tundî | IX (Tund) |
Lezdana erdê ya herî bilind | 1,62 g |
Hejmara miriyan | 2946 (zêdetir an wekhev) |
Hejmara birîndaran | 5674 (zêdetir an wekhev) |
biguhêre |
Erdheja Marakeş-Safî ji erdheja Agadirê ya sala 1960an vir ve erdheja herî bihêz a ku li Marokoyê hatiye tomarkirin û erdheja herî kujerê li welat e. Di heman demê de piştî Erdheja Gurgum û Dîlokê ku di 6ê sibata sala 2023an de li bakur û rojavaya Kurdistanê û li hinek deverên Suriyê û Tirkiyê pêk hatiye, erdheja duyem a herî kujer a sala 2023an e.[7] Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku nêzî 300 hezar mirovên ji Marakeş û deverên derdorê ji ber erdhejê bi bandor bûne.[8][9] Piştî erdhejê gelek welatan alîkariyên mirovî pêşkêş kirin û rêvebiriya Fasê ji bo qurbaniyên erdhejê li welat bi sê rojan şîna neteweyî ragihandiye.[10][11]
Maroko welatekî li nêzîkî sinorê di navbera Deşta Afrîkayê û Deşta Ewrasyayê de ye.[12] Ev devera lêdana-lêtê ya rast-alî li dawiya xwe yê rojhilatî de, bi pêşveçûna şikestekên biservehatî dibe veguhêzbar. Piraniya erdhejên li Marokoyê bi tevgera li ser vê sinorê plaqeyê ve girêdayî ye ku xetera erdhejî ya herî mezin li bakurê welêt, li nêzîkî vê sinor ye.[13] Di sala 2004an de li El Hoceima erdhejeke bi lerza 6,3 pêk hat û 628 kes mirin û 926 kes jî birîndar bûn. Di sala 1980î de erdhejeke bi mezinahiya 7,3an ku li Cezayirê, li welatê cîran pêk hatibû, 2 hezar û 500 kes mirine.[6]
Çiyayên Atlasê kembereke çiyayî ya navparzemînî ye ku ji Marokoyê heta Tûnisê 2000 kîlomêtre dirêj dibe. Ev çiya di dema Senozoyîk (nêz. 66 milyon sal berê) de di encama lihevketinek parzemînî de derketine holê.[14] Rêzeçiya li aliyê rojava, li Farsê dighêje bilindahiya xwe ya herî bilind. Erdheja li Marokoyê, li herêma bakurê welêt û Deryaya Alboranê pêk hatiye. Li başûrê Rifê, çalakiya erdhejê kêm e lê li Atlasa Navîn, Atlasa Bilind û Antî-Atlasê berbelav dibe. Erdhejî li Atlasa Sahrayê kêm e û li herêma Seharayê ya li başûrê kemberê tune ye. Erdhej li Cezayîr û Tûnisê jî ber bi rojhilat ve kêmtir çalak e. Berê erdheja herî mezin a ku li Çiyayên Atlasê hatiye tomarkirin, erdhejek bi pêveka 5.9 Mw di sala 1960an de li Agadirê pêk hatiye. Erdhejên li Çiyayên Atlasê mekanîzmayên sereke yên lêdan yan jî hevgirtina herduyan (berwar-şimitok) nîşan didin.[15]
Erdheja Marakeş-Safî di dîroka nûjen a Marokoyê de erdheja herî mezin e ku bi amûran hatiye tomar kirin.[16][17] Tê texmînkirin ku tenê Erdheja Meknesê ku di sala 1755an de pêk hatiye bi lerza 6,5-7,0 Mw pêk hatiye. Dema ku Ajansa Erdhejê ya Marokoyê kûrahiya navendî 8 km ragihand û mezinahiya erdhejê Mwp 7.2 ragihand, Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhejê li kurahiya 19.0 km û mezinahiya erdhejê 6.8 pîvekê ragihandiye.[18][19] Tensora Momentê ya Navendî ya Global (GCMT) mezinahiya erdhejê Mw 6,9 radigihîne. Li gorî Navenda Sîsmolojî ya Ewropa-Spî, erdhej li Portûgal, Spanya, Morîtanya, Cezayîr, Sehraya Rojava û li peravên Tengava Cîbraltarê jî hatiye hîskirin.[20] Lerza erdhejê ji aliyê stasyonên çavdêriyê ku heta Misirê berfireh bûne, hate tesbîtkirin. Li gorî daxuyaniyên şahidan hejandina erdê bi qasî 20 çirkeyan dewam kiriye.[21] 19 deqîqe piştî erdheja sereke erdhejek bi mezinahiya 4,9 pîvekê pêk hatiye û di 10ê îlonê de jî erdhejeke bi mezinahiya 4,5 pîvekê pêk tê.[22]
Di erdhejê de mekanîzmayeke nîvend heye ku di bin Atlasa Bilind de şikestinek guhêzbar nîşan dide. Şikandin li ser şikestineke berwar-berepaş a asê ya ku li bakurê rojava diqelişe yan jî şikestinek berwar-berepaş a hûrik ku dikeve aliyê rojhilatê ve pêk hatiye. USGS texmîn kiriye ku qada şikestina şikestekê di navbera 20 û 30 kîlomêtreyan de ye. Di Atlasa Bilind de gelek şikestekên rojhilat-rojava û bakurêrojhilat-başûrêrojava çêdibin. Ji sala 1900an vir ve, di nav 500 km ji navenda erdheja dawî de erdhejek 6.0 Mw yan jî mezintirîn çênebûye lê neh lerzên bi mezinahiyên 5.0 û mezintirîn li rojhilatê erdhejê pêk hatiye. Modela şikesteka dawî ya ku ji aliyê USGS ve hatiye destnîşan kirin ku şikestin li ser şikestekek lêdanê ya rojhilat-bakur-rojava-rojava-başûr rojava, bakur-bakur-bakurrojavayê qutbûna lêdanê çêbûye. Şimitîn bi piranî li başûrêrojava kom bûye û ji hîponavendê di hindurê qadeke elîptîkî ya bi pîvana 20 km × 30 km de ber bi jor ve çûye. Erdhej di kûrahiya 20–25 km de û herî zêde 2.0 m veguhastina erdê hatiye dîtin ku piraniya şimitînê di kûrahiyên 20-35 kîlomêtran de pêk hatiye. Li jor bi kûrahiya 10 km li nêzî rûyê erdê şimitîn hindik e yan jî qet şimitîn çênebûye.[23]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.