Dijeten
Dijeten molekulên glikoproteînî ye, şiklê dijetenan dişibe herfa Y yê. Ji aliyê plazmaxaneyan ve tên derdan. Li dij hokarên nexweşiyê bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Dijeten,[1][2] dijbeden[3] an antîkor (bi fransî: anticorps; bi inglîzî: antibody[4]), molekulên glîkoproteînî ne.
Lîmfexaneyên B yên gihîştî, dijeten berhem dikin û der didin. Lîmfexaneya dijeten der dide, wekî xaneya plazma (plazmaxane) bi nav dibe.[5] Dijeten di nav xwînê an jî di nav şileya navbera şaneyan de li dij hokarên nexweşiyê (dijepeydakar) bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin. Herwiha hin dijeten jî li ser rûyê xaneyên B de cih digirin û wekî wergirên xaneya B (bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs))[6] tên navkirin. Dijeten molekulên glikoproteînî ye.[7] Dijeten ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê.[7] Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hev re girêdayî ne[7]. Şêweyê (şikilê) dijetenan dişibe pîta Y yê.[8] Zincîra giran cora dijetenan diyar dike.[7][8] Zincîra sivik ji bo çêkirina beşa girêdana dijepeydakeran kar dike. Navê din a dijeten îmunoglobun e, îmunoglobun bi kurtasî wekî Ig tê nîşankirin.[9]