cureyek ji xirokên spî From Wikipedia, the free encyclopedia
Xaneya B an jî lîmfexaneya B corek xirokên spî ye. Bergiriya taybet a derdanî bi navbeynkariya lîmfexaneyên B tê dabînkirin[1]. Xaneyên B jî wekî mîna hemû xaneyên xwînê, di moxê hestî de tê berhemkirin. Lîmfexaneyên B bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibe, lê di nav endamên lîmfê yên wekî sipil, lîmfegirê û şileya lîmfê de hê pirtir in[2]. Di laşê balîndeyan de kîsikek heye navê wî bi îngilîzî: bursa of Fabricius e. Wateya “bursa” kîsik e, “Fabricius” jî ji paşnavê zanyarê Hieronymus Fabricius ê hatiye girtin[3]. Di laşê balîndeyan de hemû xaneyên xwînê di nav moxê hestî de tê berhemkirin û di nav plazmaya xwînê de belavî laş dibin. Lîmfexaneyên B jî di moxê hestî de tê dirûstkirin[4], lê geşebûn û peresîna lîmfexaneyên B di nav kîsikê bursa Fabriciusê de rû dide[1]. Zanyar cara ewil geşebûna lîmfexaneyên B yê li vî endamê de kifş kirine loma navê lîmfexaneyê kirine lîmfexaneya B, ango pîta B ji navê kîsike bursa Fabricius a balîndeyan tê. Ji xeynî balîndeyan tu ajal kîsika bursa Fabriciusê lixwe nagire[2].
Berevajiyê Xaneyên T, xaneyên B dikarin raste rast jî hokara nexweşiyê binasin[4]. Ev naskirin bi navbeynkariya dijeten ên serbest an ji bi wergirên li ser rûyê xaneyê pêk tê. Li ser rûyê xaneyên B yê de ji bo naskirina hokarên nexweşiyê, wergir hene. Ev wergiran wekî wergirên xaneya B (bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs) ) tê binavkirin[4]. Pêkhateya wergirên xaneya B û dijetenên serbest heman yek e. Anko wergirên xaneya B jî dijeten e[1]. Wergirên xaneya B ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik pêk tê. Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hevre girêdayî ne. Şikilê wergiran dişibe pîta Y yê. Serekî herdu zincîrên giran di nav parzûna xaneyê de dirêj dibin. Serê din ên zincîrên giran ber bi derveyî xaneyê dirêj dibin û bi zincîrên sivik ve giridayî ne. Ev beş cihê girêdana dijepeydaker e.
Heke hokara nexweşiyê bikeve nav xwînê an jî navbera şileya şaneyan, bergiriya derdanî bi du awayê rû dide. Rêbaza yekem, lîmfexaneya B rastê rast bi navbeynkariya wergirên ser rûyê xwe, xwe bi dijepeydaker ve girê dide. Rêbaza duyem jî bi navbeynkariya lîmfexaneya T alîkar a çalak, Lîmexaneya B çalak dibe[1].
Xaneya B bi alîkariya wergirên ser rûyê xwe ji dijepeydakerê agahdar dibe. Xaneya B xwe bi dijepeydaker (hokara nexweşiyê) ve girê dide û hokara nexweşiyê dadiqurtîne. Hin pirtikên dijepeydakerê li ser parzûna xaneya xwe de bi molekula MHC II ve girê dide. Bi vî awayê xaneya B, ji bo xaneya T alîkar, dibe xaneya diyarkirina dijepeydaker. Xaneya T alîkar bi navbeynakiya wergirên xwe ji xaneya diyarkirina dijepeydaker (Xaneya B) ve agahdar dibe û xwe bi vî xaneyê ve girê dide. Xaneya T alîkar sîtokîn (înterlukîn) der dide. Xaneya B ji ber bandora sîtokînan dest bi dabeşbûnê dike[4].
Hejmara lîmfexaneyên B bi dabeşbûna mîtozî zêde dibe. Bi dabeşbûnê, du corên lîmfexaneyên B çêdibe.
Piraniya xaneyên nû dibin xaneya plazma (plazmaxane) û dijeten der didin. Dijeten molekulên proteînî ne, loma plazma xane gelek zêde ji retîkûlûma endoplazmî ya zivir di nav sîtoplazmaya xwe de digirin[1]. Dijeten xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê (dijepeydaker) de girê didin û bi hin rêbazan bergiriya derdanî dabîn dikin. Temenê plazmaxaneyan kin e, bi qasê rojek e[5] .
Hinek ji xaneyên nû jî dibin xaneya bîrker (xaneya B bîrker). Piştî tunekirina dijepeydakeran û saxbûnê, xaneyên bîrker ji bo demek dûr û dirêj di nav laş de dijîn û hêdî bi hêdî dijeten der didin[5]. Heke heman cor dijepeydaker cara duyem tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker bersîvdana bergiriya duyemî dabîn dikin. Ji ber hebûna lîmfexaneyên B yên bîrker, bersîvdana bergiriya duyemî leztir û hêztir dibe[2].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.