Bextiyarî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bextiyarî an jî loriya bextiyarî zaravayê xelkê bextiyaran e. Xelkê bextiyar li ser hisaba xelkê lor e ku jê re lorên mezin tê gotin û li başûrê rojavayê Îranê dijîn. Her wisa gelek peyvên bextiyarî dişibin peyvên kurdî.
Li gor Şerefxanê Bidlîsî ku di pirtûka xwe ya Şerefname de nivisîye Bextiyariyan yek ji hozên/êlên rûniştiyên Çiyayê Simaqê, Kurdistan bûn ku koçê Luristan (erdnîgarî)ê bûne ye. [1]
Dîroknasê Osmanî Ahmed Cevdet Paşa Pirtûka xwe ya bi nav “Tarih-i Cevdet = Dîroka Cevdet Paşa” wiha dibêje:
“Lur, Bextiyarî, Guran/Goranî û Lak/Lek bi eslê xwe ve kurd in û ji heman rehê tên. Her wiha di her yekê de binekomên wan hene”.