Bendava Kebanê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bendava Kebanê, bendaveke ku ji bo hilberîna elektrîkê di salên 1965 û 1975an de li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin.[1] Bendava Kebanê li navçeya Keban a ku bi ser parêzgeha Xarpêtê ve ye hatiye avakirin û di navbera parêzgehên Dersim, Xarpêt û Erzingan a Bakurê Kurdistanê de ye. Bendav bi bergirtina kevir û bêtonê hatiye çêkirin û dagirtina ava qebareya giştî ya Bendava Kebanê 16.679.000 m³ e. Bilindahiya avê ji cihûka çem 210.00 mêtre bilind e, hêjeya golê di asta avê ya normal de 31,000.00 hm³ û qada golê di asta avê ya normal de 675.00 km² ye. Gola bendava Kebanê piştî Gola Wanê û gola Bendava Ataturk ku li Rihayê ye, sêyem gola herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye û piştî gola Bendava Ataturk duyem gola çêkirî ya herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye.
Bendava Kebanê | |
Cih | |
Herêm | Keban, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Koordînat | 38°48′25″Bk 38°45′25″Rh |
Nexşeya cihan Xarpêt
| |
Avayî | |
Destpêk | 1965 |
Vekirin | 1975 |
Bendav | |
Mebest | Hîdroelektrîk |
Bilindayî | 210 m |
Dirêjahî | 1.097 m |
Çem | Çemê Miradê û Çemê Firatê |
Cureya Rêherkê | Vekirina bikontrol |
Zerengiya deravêtê ya rêherkê | 11.400 m3/s |
Embarav (gola bendavê) | |
Bilindayî | 845 (Bilindahiya ji asta deryayê) m |
Firehbûna rûyê ava golê |
675 km2 |
Qewareya gola bendavê |
16.679.000 m3 |
Îstgeha wizeya karebayê | |
Turbîn | 4x157.5 MW, 4x1758 MW |
biguhêre![]() |
Di warê enerjiyê de yek ji yekem veberhênanên mezin ên li Bakurê Kurdistanê ye ku avakirina bendavê di sala 1965an de dest pê kiriye. 4 turbînên mezin ên destpêkê di sala 1974an de û 4 turbînên din ên dawiyê jî di sala 1981an de dest bi xebatê kiriye. Bi giştî hêza hilberîna giştî ya bendavê 1330 Megawatt hilberîna elektrîkê ye ku berhemanîna enerjiyê ya salane 6 Milyar kWh e. Di salên ku avabûye ji %20ê elektrîka Bakûrê Kurdistanê hilberîn dikir û li gorî daneyên sala 2020an ji sedî 1.8ê elektrîka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilberîn dike.
Cihê ku bendav lê hatiye avakirin 45 km li bakurê rojavayê Xarpêtê û 65 km li bakurê rojhilatê Meletiyê ye ku li ser yek ji tengavên herî teng ên ku çem diherike de ye û bendav 10 kîlomêtre li jêra tevlîhevbûna çemên Avareş û Miradê hatiye avakirin. Cihê bendavê yekem ji bo avakirina bendavan cihê baş e ku li xala hevberdana çemê Firatê ye ku ji yekbûna çemên Avareş û Miradê pêk tê. Çemê Firatê li gorî baran û helîna berfê xwedî herikînek pir cuda ye. Rêjeya herikîna avê ya navînî 635m³/çirke ye. Rêjeya herikîna navîn a di mehên zivistanê de di navbera 200 heta 300 m³/çirke de diguhere.
Bendav ji bo veguhastina deryayî jî tê bikaranîn ku bi ferîbotê veguhastinên di navbera Melkişî-Xarpêt û Pêrtag-Xarpêt tê kirin ku du navçeyên parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ne.[2]