Berf
From Wikipedia, the free encyclopedia
Berf yek ji wan barînan e. Hilma ku ji erd û deryayê bilind dibe bi çavan nayê dîtin. Ev hilm li jor sar dibe û dibe ewr. Ger ev hilm têra xwe hebe û sariya wê bikeve bin sifirê, wê demê krîstalên qeflayî pêk tên. Ev krîstal bi stêrkên biçûk dimînin. Dema ku ev krîstalên qeflayî digihin hev, dibin kuliyên berfê û tên xwarê, wê demê mirov dibêje berf dibare.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/c2/SnowflakesWilsonBentley.jpg/640px-SnowflakesWilsonBentley.jpg)
Li ser bajarên Kurdistanê taybetî ên Serhadê zehf berf dikeve û demeke dirêj ew bajar binê berfê de dimînin. Zarok berfê re dilîzin û berfê ve Bûka Berfê çêdikin.