Ewr
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ewr (carina wek ewir an hewr jî tê nivîsandin; bi sanskrît, abhrá-, "ewrê giregir"; avesta, aβra-, "ewrê giregir"; farisiya navîn, abr; soranî, hewr; zazayî, hewr) diyardeyeke seqa û hewayê ye.
Ewr peyda dibin wextê hilma avê bi awayekî neberçav tê guhirîn ji bo awayekî berçav di çînên esmanî yên bilind de. Ewr ji dilopên hûrik ên avê û krîstalên cemedê pêk tê û jêderkên serekî yên berf û baran e.