![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/35/Flag_of_Kurdistan.svg/langku-640px-Flag_of_Kurdistan.svg.png&w=640&q=50)
Alaya Kurdistanê
Ala / From Wikipedia, the free encyclopedia
Alaya Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ew ala Kurdan e, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Dirêjî û firehiya her sê zemînan weke hev mezin in. Zemîna li jor bi rengê xwe sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e. Firehiya alayê 2/3 cara dirêjiya wê ye. Dîametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwe re 1.0 e û bê tîrêjan 0.5 e. Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin. Dawiya tîrêjan tûj e û tîrêj ji herdu aliyên xwe ve bi xêzeke rast pêk tên. Bingehê tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga rojê digihin hev du. Roj bi awayekê geometrîk cihê xwe di nîvê alayê de digire. Roj bi awayê emûde, ku vektor di nava tîrêja jorîn de derbas dibe, hatiye bicihkirin.
- Alaya Kurdistanê
- Xêzên rojê
- Xêzên Ala rengîn
![]() | Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. (hezîran 2024) |
Ji bo teyîdkirina agahiyên vê gotarê kêm e yanê zêdetir çavkanî hewce ne. (hezîran 2024) |
Alaya Kurdistanê | |
---|---|
![]() | |
Sembola Veksîllolojiyê: | Hîn nenase |
Pêwendiya binemal: | 2:3 |
Fermî hate qebûlkirin di sala: | 1920 ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti wek Alaya Netewî hatû pejrandin.[1] 1927–1930 Komara Araratê 17 kanûna pêşîn a 1945 Komara Kurdistanê 1992 Komara kurdî ya Laçînê ji 1992 virde Herêma Kurdistanê |
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/35/Flag_of_Kurdistan.svg/640px-Flag_of_Kurdistan.svg.png)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/68/FIAV_111111.svg/23px-FIAV_111111.svg.png)
Ev belgenama ala fermî a hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê, bi eslê xwe ji aliyê Mehrdad Izady (bi nêrîna dîrokî û estetîkî) û Dr. Bijhan Eliasi (ji aliyê teknîkî) ve, di sala 1998 de hatiye amedekirin.[2]