paşbirka war û welatan nîşan dide From Wikipedia, the free encyclopedia
stan paşgirek e ku navên cih û welatan pêk tîne, mîna daristan (cihekî bi daran), goristan (cihekî bi goran), Kurdistan (welatê kurdan) û hwd.
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. (çiriya pêşîn 2024) |
Koka navê stan qet ne diyar e, lê hin zimannas dibêjin ku peyv ji zimanê farisî ango ji zimanên arî yan îranî tê [1][2], lê li gor hin çavkaniyên din ew ne nihêrîneke bêalî ye[3]. Protohindoewropî yan hind û ewropiya kevn zimanekî gelek kevn û êdi êdî ev ziman bûye bavê zimanan wekê înglîzî, rûsî, latinî, hindî, kurdî û hwd. Li gor hin pisporan koka peyva kurdî stan ji zimanê protohind û ewropî *stâ [4][5][6][7] tê. Wergera *stâ bi kurdî "li ser piyan man, rawestin" Peyva protohind û ewropî *stâ di gelek zimanên hind û ewropî de tê dîtin. Bo mînak:
Bi îngiliziya kevin “standan”[8] û bi îngiliziya-îroyin “to stand”. Bi almanîya-kevin “stân”[9]. Bi îslendî “standa” [10]. Bi norwêcî “sta”[11], bi holendî “staan” [12].
Bi latinî "stare[13], bi rûmenî "stare/stat"[14][15]. Bi spanî "estar"[16][17][18].
Bi farisî nabêjin "stan", lê dibêjin "ایستادن" = "istadan"[19][20], bi Zimanî tacîkî "istodan", bi hindî "avasthâ" [21]. Bi sanskrîtî "tiṣṭhati"[22] = "tishth-hati"
Bi zimanê ûkraynî "stan"[23][24], bi polonî "stan"[25][26][27], bi serbî "stane"[28], bi çekî "stât"[29].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.